03 februari 2021

Di zanîngehan da dibê xwendekarên kurd nebin pêşengên şer

 Xwendekarên kurd di bûyerên Zanîngeha Bogazîçiyê da hevza xwe bikin, xwe nedin pêş baştir e.

Tu tiştekî me di zanîngehê da tuneye. Rektor kî be jî, li zanîngehan sîstem çi be jî tu mafekî me kurdan tuneye. Dibê em di vê şiûrê da bin û wek xwendekarên tirk hereket nekin. Welatê wan e, zanîngeha wan e,  perwerde ya wan e.

 

Tiştê ne ji min ra bayê di ser min ra.
Tiştê ne ji bo meriv be, ne ji bo milet û welatê meriv be dibê meriv xwe tevê neke.

 XXX

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar, li Berlînê bi wezîra parastinê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer ra hevdîtineke dûr û dirêj kiriye.

Wezîra Almanyayê gelkî pesnê Tirkiyê daye, gotiye ”Tirkiye şirîkekî Ewrûpayê yê baweriyê ye û alîkariyeke baş bi ewlekarîya Ewrûpayê ra kiriye.”

Wey agir bi virên te keve!

Îcar Tirkiye dostê Ewrûpayê ye û fêdeyek mezin gîhandiye ewlekarîya Ewrûpayê (!)

Almanya ji berê da ye li Ewrûpayê Hespa Troya Tirkiyê ye

Erûpiyê ji bo tirkan viya bibêje ya pir ehmeq e, ya jî pîyonê Tirkiyê ye.

 

XXX

Tiştê tirk li Efrînê û li Serê Kaniyê tînin serê kurdan, zulma tirk li van bajaran li gelê me dikin wahşet e, ji jenosîda cihûyan û êrmenîyan ne kêmtir e.
Ji Serê Kaniyê 63 kurd êsîr girtine, birine Tirkiyê. Li gorî Rûdawê nivîsî ye ewê cezayê muebetê bidin wan. Zulmeke wiha nehatiye dîtin.

Lê NY û dinya ji nedîva tê, qet dengê xwe nakin. Ev yek cesaretê dide tirkan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE