03 februari 2021

Bi vê timtilê em nikanin kurdî ji mirinê xelas bikin.

 Li ser girîngiya nivîsandinê Mihemed Ronahî di twîtteke xwe da gotiye:

”Cemal Sureyya bi Kurdî binivisiya belkî niha rewş cuda bû. Her wisa Ahmed Arif, Yaşar Kemal, Murathan Mungan, Bedri Rahmi Eyyuboglu, Selahattin Hilav, Yavuz Bulent Bakiler, Metin Uca, Yılmaz Odabaşı, Yılmaz Erdoğan, Muzaffer Erdost û İlhan Erdost jî.”

Ev dîtin sedîsed rast e, ev 40 sal e ez viya dibêjim. Heger nivîskar û edîbên kurd yên bi tirkî dinivîsin gişan bi kurmancî binivîsana kurdî nuha di ber sikratê da bû, zimanê me gelkî bi pêş ketibû û bi sedan nivîskar û şairên me hebûn. Lê ji tirkan ra û zimanê tirkî ra xizmet kirin, lema jî kurdî ket vî halê xerab...
Ziman bi nivîsandinê bi pêş dikeve, zimanê pê neyê nivîsîn, nifşên nuh pê mezin nebin mahkûmî mirinê ye. Kurmancî nuha di wê rewşê da ye.

Di sedsala 16-17a da 3-4 meleyên dildarên milet û zimanê xwe bi kurmancî nivîsîn, edebiyata kurdî ava kirin, bûn mîmarên edebîyata kurdî a kilasîk.

Ev kesên Mihemed Ronahî navên wan dane heger bi kurdî binivîsandina edebiya kurdî nuha di rewşeke gelkî baştir da bû. Kes nikane bibêje ev ne rast e.

Çimkî ziman jî, edebîyat jî bi nivîsînê bi pêş dikeve, dewlemend dibe. Em viya zanin lê dîsa jî dev ji tirkî bernadin.

 

2 kommentarer:

  1. Sereraskirin;
    ... binivîsana kurdî nuha NE di ber sikratê da bû...

    Siheta te xweş be, mam Zinar!

    SvaraRadera

PARVE BIKE