Mêrik li postexanê ji postecî ra got:
-Ev pûla te da min pê ve nazeliqe.
Postecî, şaş ma, pûla rismê Ataturk li ser e ji desstê wî girt û bi zimanê xwe şîrêza pişta pûl şil kir û hêdîka bi zerfê va zeliqand. Dûra vegerîya ser mêrik, jê ra got:
-Ka pê va nedizeliqî.
Mêrik got:
-Min tû yî wî ruyî nedikir...
Jîro ji havalê xwe ra got:
Wê rojê min û bavê xwe pevçinî. Min bala xwe dayê ez li
hundur bimînim rewş ewê xerabtir bibe. Min berê da derî, ji bo ku derkevim
derve. Bavê min bi hêrs got:
-Heger tu ji wî derîyî derkevî, careke din neyê vî hundurî…
-Ez ji pencerê derketim. Bavê min bû heyranê jîrîtiya min.
Em li hev hatin. Em rûniştin, me bi hev ra çay vexwar.
Axaftina siyasetdar
Siyasetdarekî tirk di dema hilbijartinê da axaft xwe li malê
prova dikir. Derbasî hember jina xwe bû û bi dengekî gurr û bilind axaftina
hazir kiribû ji xanima xwe ra xwend û dûre jî jê pirsî:
-Xanim, ma tu dibêje baş bûye?
Jinikê got:
-Pirr baş e.
-Ê hela ka bibêje te çi jê fêm kir.
Jinikê got :
-Welle heger tu rastiyê dixwazî, bêyî birre-birra te min tu
tişt jê fêm nekir.
Li ser vê bersîva jinikê, kêfa yê tirk hat, got:
-Baş e, wê gavê tam wek min dixwest bûye.
Wezaret û edalet
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li Anqerê di
civînekê da bi sefîrê Îswîçreyê ra sohbet dikir. Piştî çend gotinên ji der û
dorê, bi rûkenî ji sefîr ra got:
-Mösyö, keştîyeke we ya herbê tuneye, lê wezareteke we ya
behrê dîsa jî heye. Gelo çima?
Sefîr mizicî, got:
-Mösyö Erdogan, li ba we jî her çuqas edalet tuneye jî, lê
wezareta edaletê dîsa heye.
Aqilê zewacê
Jinik ji lawê xwe ra li keçekê digeriya, dixwest zû bi serî
bike. Cîranan jê ra gotin
-Xwedê ji te razî, tu çima hewqasî ecele dikî ? Lawik hîn
hivde- hijde salî ye, biçûk e, jê bigere bira mezin bibe, aqilê wî were serî,
dûra bizewicîne.
Jinikê got:
-Hûn rast dibêjin, lê ez ditirsim çaxa mezin bibe û aqil were
serî, ji ber halê diya xwe be jî nezewice.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar