31 mars 2022

Azibê derewîn

Jinikê bi hevala xwe ra sohbet dikir, jê ra qala derewên di medyaya sosyal da tên kirin dikir, got:

-Min wê rojê di Facebookê da profîleke nuh vekir û ji mêrê xwe ra daxwaza hevaltiyê şand. Mêrik tavilê bersîv da min û got ev du sal in wî jina xwe hevdu berda ne, azib e…

Çend rêz ji bîranînên min -78-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-03-31

Vêsê min telefonî Seîd Aydogmuş kir, xebera Kurdistan Pressê, axaftina Hemreş jê pirsî. Merasim li Almanyayê bûye. Haya wî jê tunebû, got ezê ji hevalan bipirsim. Wî jî got tiştekî çewt e, Hemreş ne baş kiriye, dibê meriv bi hawakî tekzîb bike.

Nivîsên Armancê yên li ma min bûn, min rast kiribûn, min saet di 12a da teslîmî Mûrad Ciwan kirin.

Ji bo semînera li ser kurdî ez bi Malmîsanij, Reşo Zîlan û Ferhad Şakelî ra peyivîm, hersiyan jî qebûl kirin, gotin baş e, emê werin. Me li ser tarîxa 16ê gulanê li hev kir.

30 mars 2022

Me ji vê beharatê ra digot CEHCEHK !

 


Li Wêranşarê di cejnên Remezanê û Qurbanê da û di çel rojiya miriyan da kulînçe(kulor)dihat lêxistin.

Kulînçe nanekî rûn, şîr, şekir, hêk, reşreşk û cehcehk dikevê, dibe wek helawiyê, di devê meriv da dihele.

Piştî hevîr çêdibû kulor dihatn çêkirin, ser kuloran yek bi yek dinexişandin, hêk di ruyê kuloran didan û kuncî bi ser direşandin û di legan û teyştan da dişandin firnê.

Nameya Joe Bîden ji Nêçîrvan ra şandiye bûyereke mezin e !

Serokê Amerîkayê Joe Bîden ji serokê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî ra nameyek şandiye. Sefîrê Amerîkayê yê Bexdayê Matthew Tueller name îro li Hewlêrê teslîmî Nêçîrvan Barzanî kiriye.

Ev yek xebereke xêrê ye, ji alî Amerîka gaveke mezin û pir muhîm e. Bîdem miheqeq di nameyê da mesajeke pir muhîm daye kurdan. Ev jî kane mesaja piştgiriya serxwebûna kurdan be. Ev îhtîmal êdî ne dûr e.

Çend rêz ji bîranînên min -77-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-30

Îro ewê kongreyt Komîteya Partiyê çê biba, lê ji ber ku hin heval ne li vir in, çûne Danîmarkayê kongre çê nebû.
Di civînê da em li ser kuştina Eyûb Adsiz peyivîn, tiştê tê zanîn hat minaqaşekirin.

Em li ser kongreya Federasyonê jî peyivîn. Me biryar da em di Federasyonê da wezîfê bigrin, aktîf bixebitin. Ez têkevim redaksîyona kovara Berbangê, Nafî jî têkeve Komîteya Karger.
Hetanî 22ê nîsanê dibê her kes herî kêm 900 kronî bide min. Min soza 1500 kronî dabû, lê  min 1000 kron da.

29 mars 2022

Wele ji Recep Tayyip Erdogan ra helal be !

Kî çi dibêje bira bibêje, serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan mêrik merivekî zîrek û jêhatî ye, her kesî îdare dike, bi her kesî ra xweş dike. Kumê hûtik dide serê nûtik, yê nûtik dide serê hûtik û karê xwe dimeşîne.

Tirkiye him endamê NATOyê ye, him mitefikê Rûsyayê ye, ji Rûsyayê fuzeyên S-400î dikire.

Erdogan him xwe wek dostê Rûsyayê nîşan dide, him jî yê Ukraynayê û di nabêna wan da dibe kevoka aştiyê.

Çend rêz ji bîranînên min -76-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-29

Hemîd Kiliçaslan û xanim û zarokên xwe hatin mîvaniya me. Zarokan bi hev ra lîstin. Kêfa xanima û ya wî pir ji hev rat ê, kurmanciya wam, kultura wan nêzî hev, lema ji ehv hez dikin.

Dûra em giş bi hev ra çûn şeva jinan. Şev li Medborgar Husetê bû. Şevê saet di 17.30î da dest pê kir. Gelek kes hatibûn şevê. Şeva wan jî pir xweş bû. Min hewqasî hêvî nedikir.

Dibê meriv li gorî umrê xwe hereket bike

Meriv di seranserê jiyana xwe da carê tenê extiyar, kal û pîr dibe. Ji bo wê jî dibê meriv heqê umrê xwe(temenê xwe) bide, li gorî umrê xwe tev bigere, bipeyive.

Dibê xelk û alem bibîne meriv ne zarok e, ne yekî/yeka 16-17 salî ye. Cahilîya kal û pîran wek ya zarok û xortan xweş nayê dîtin.

Gerek xelk ji meriv ra nebêje ma qey te porê xwe li êş sipî kiriye ?

28 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -75-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-28

Îro gelek grûb û partiyên kurd li dijî êrîşên Amerîka yên ser Lîbyayê li Stockholmê civînek çêkirin û biryar dan bi hev ra li dijî êrîşên Amerîkayê belavokekê belav bikin.

Ev cara pêşî ye hevalên me bi herdu aliyên KÎPê ra(aliyê Vahap Serîn û Eyûb Alacabeg) beyanekê îmze dikin. Hevalên me di civînê da gotine ji nuha û pê da em bi herdu aliyan ra jî beyan û belavokan îmze dikin.

Sond

Mêrik çû ber ziyaretê, bi dengekî hêdî got:

-Zîyaretê, min gelek caran bi derewa bi te sond xwariye. Min efû bike !

Ziyaret hat zimên, jê ra got:

27 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -74-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-03-27

Me îro civîna komela Stockholmê çêkir. Me biryareke baş girt. Emê li ser gelşên zimanê kurdî semînerekê çêkin. Semîner ewê li ser gelşên sê lehçeyên kurdî, kurmancî, zazakî û soranî be. Emê bi Malmîsanij, Reşo Zîlan û Ferhad Şakelî ra bipeyivin, bira ew semînerê bidin. Ez bawer dikim ewê qebûl bikin. Bi semînerên wiha meriv hin tiştan fêr dibe. 

Ya emê bibin xwedî dewlet ya jî emê bibin ereb, faris û tirk

Dibê êdî her kurd vê rastiyê fêm bike; ya emê serbixwe bibin, bibin xwedî dewlet, ya jî emê demeke din jî wiha bindest, rezîl û perîşan bijîn û dûra jî hêdî hêdî bibin ereb, faris û tirk.

Hinekên me jî ewê li dinyayê belav bibin, ewê jî bihelin, bibin miletên din. Wekî din tu rê çareya me tune ye.

Ji bo ku em bikanibjn bibin xwedî dewleteke netewî, wek miletê kurd serbixwe û azad bijîn ji me ra yekîtiyeke netewî lazim e, dibê em yekîtiya xwe çêkin, dibê em dev ji fesadiya hev, dev ji neyartiya hev berdin.

26 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -73-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-26

Îro çûm ”şeva piştgiriya bi gelê Afganîstanê ra”. Şev ji alî APK(Pariya Karkerên Komunîs)va hatibû organîzekirin. Di şevê da serokê APK peyivî. Dûra cîgirê serokê Afganîstanê peyivî. Herî kêm 400-500 kes di şevê da hebûn. Piranî swêdî bûn. Lê xerîbên çep û komunîst jî bhebûn.
Di şevê da teşxele meşxele derneket, şev bi silametî qediya.

25 mars 2022

Ez fêm nakim 15 sal çi zû derbas bûn ?

Min ji xwe ra gotibû gava di bloga min da 8 hezar(8000)nivîs temam bûn ezê tiştekî li ser binivîsînim, bi çend gotinan be jî ezê vê îstîkrara xwe ya 15 salan pîroz bikim.

Lê qey min ji bîr kir, çimkî ez her roj bala xwe nadim îstatîstîkê. Min nuha bala xwe dayê bûye 8033, yanî ji zû da ye min jimara 8 hezarî derbas kiriye.

Min got wey mala Xwedê ava be, wa ye min ev roj jî dît.

Lê ez fêm nakim min çawa kanîbûye 15 salan bênabên dom bikira, hewqas nivîs binivîsiye?

Çend rêz ji bîranînên min -72-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-24

Îro jî ji mesela Eyûb Kemal Adsiz tu xebereke nuh nehat, li gorî heval dibêjin pûlis hîn tiştek negotiye.
Pûlisên Swêd di mesela kuştina Olof Palme da rismekî nuh belav kirin. Gotin nek u ev qatil e em lê digerin, lê hin kes dibêjin me dîtiye viya Palme taqîb kiriye. Em dixwazin îfada wî bigrin. Li gorî tarîfa pûlis, yekî 35 salî ye, 190 dirêj e û zerik e.

24 mars 2022

Li mala hevalekî hêja û pir ezîz !

 

Îro ez, birayê min Fûad, Eyûp Surek û xanima wî em çûn serdana hevalê xwe yê ezîz Abît Gurses.

Ji zû da bû me min nêt hebû herim serdana wî, lê wer li hev nedihat. Axirê bi xêra Fûad em îro çûn, me bîstekê sohbet kir, qala rojên borî kir.

Me rewşa wî baş dît, moralê wî li cî bû. Bi dîtina me pir kêfxweş bû. 
Rûgeşî û optîmîzma wî em jî pir dilşada kirin.

Ji zû da bû me min nêt hebû herim serdana wî, lê wer li hev nedihat. Axirê bi xêra Fûad em îro çûn, me bîstekê sohbet kir, qala rojên borî kir.

Me rewşa wî baş dît, moralê wî li cî bû. Bi serdana me pir kêfxweş bû.

Bextewarî

Mêrik bîst sal bû zewicîbû. Nas û dostên wan, mervivên wan wer bawer dikirin ew pir bextewar in. Dilê hin cîranan dibijiya bextewariya wan.
Rojekê mêrik ji jinikê ra got:

23 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -71-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-23

Îro li Stockholmê tozan e, ba û bager e, meriv nikane serê xwe ji hundur derxîne. Baş e ku yekşem e, ez li malika xwe me. Hundur tije kitêb û kovaran, di ber hev diguherînim.

Ji mesela Eyûb Kemal Adsiz xebereke nuh tune ye. Eyûb ji dema DDKDê da hevalê min bû, em pir samîbî bûn. Eyûb xortekî zana, kamil û kurdperwerekî pir hêja bû. Cergî min bihîstiye ji bîra min dernayê.

22 mars 2022

Îro me rojek xweş derbas kir

 

Ji milê çepê: ez, xanima min, birayê min Fûad, Nezîr Duygu

Îro ez, xanima xwe û birayê xae Fûad daketin Stockoholmê. Bi xêra mîvanan em jî diherin li bajêr digerin.

Fûad ev çend roj in mîvane me ye me hîn nebirûbû li Stockholmê negerandibû, em wer li der û dora mala me digeriyan.

Me got îro jî  em herin li nava bajêr bigerin, camêr ji Stenbolê hetanîê vir hatiye nabe ez wî li Stockholmê negerînim.

Çend rêz ji bîranînên min -70-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-22

Mahmûd Kîper vêsê telefonî min kir, xwest ez li ser navê Komîteya Partiyê ji şeva Newrozê ra mesajekê binivîsînim. Min got baş e. Min mesaj nivîsî, saet di 14a da teslîmî wî kir.
Em çûn şeva Newrozê. Cî Asogymnasîum bû. Asogymnasîum salona lîseyê ye.

21 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -69-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-21

Ez û Zîya Avci li bajêr rastî hev hatin. Ji min ra got do(20/3-86) pûlisê Danîmarkî termê Eyûb Kemal Adsiz li nêzî mala wî di bahrê da dîtiye.
Dema wiha got, wek deziyê pişta min biqete, ez di ciyê xwe da tevizîm.
Min berê jî texmîn dikir ne sax e, lê dîsa jî bi min pir zor hat. Ya xerab ew e em nizanibin kê, ji bo çi kuştiye ?

Va ye min got

Lawikê biçûk hinekî bi tirs ji diya xwe ya li ser dîwanê dirêj bûyî ra got:

-Dayê te xêr e, çima te xwe dirêj kiriye, ma tu nexweş î?

Jinikê got:

-Ez îro pir westîyayî me lawê min, ji hal da ketime.

-Ma qey tu pir westiya ye ?

20 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -68-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-03-20

*Îro roja Muayena Serhat bû, min ew bir ser tuxtor. Dîsa du babet dermanên astimê, Bricanyl û Pulmicort danê. Min xwest makîna oksîjenê jî bidinê, tuxtor gotr hewce nake, bira van dermanan bixwe ewê baş bibe. Meheke din emê dîsa herin ser tuxtor.

*Hukûmeta Tikriyê biryara da Newrozê bi rengekî resmî him li bajarên Tirkiyê(Anqerê, Stenbolê û li Kurdistanê li Diyarbekirê, Ixdirê, Cizîrê û Qersê pîroz bikin.

Dua xortê yahûdî

Xortekî yahûdî di zewacê da bêbiryar bû, geh dixwest bizewice, geh nedixwst. Her roj ji Xwedê ra dua dikir, digot:

-Ya Rebî ez tu carî nezewicim ! Heger zewicîm nexapim ! Heger xapîyam nizanibim !

Heger zanibim guh nedimê !

19 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -67-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-19

Swêdiyê bi îthama tiliya wî di kuştina serokwezîrê Swêd Olof Palme da heye îro saet di 15.30 da hat berdan. Dema min di radyoyê da xebera berdana wî bihîst ez matmayî mam.
Çimkî rojnameyan hetanî nuha bi cî û war dikirin, digotin bi îhtîmaleke mezin qatilê Palme ew e.
Pûlis jî gelek şop û ”delîl” li dû hev rêz dikirin. Sibe mahkima wî bû. Rojnameyan digot, pûlis ditirse hinek wî bikujin, ji bo ku nepeyive, nebêje kî li pişt wî ye.

Tiştê tirk li Efrînê dikin jenosîd e !

Tirkiyê di nav 4 salan da herî kêm 650 hezar ereb, tirkmen û malbatên terorîstên Daîşê li Efrînê bi cî kirine.

Dagirkeriyeke hewqasî hovane, hewqasî nazîst li tu derê nehatiye dîtin.

Di nava 4 salan da 600-700 hezar kurd bi darê zorê mecbûrî koçberiyê kirin û 650 hezar ereb û tirkmen li Efrînê bi cî kirin. Ev jenosîd e, tu ferq vê ji jenosîda êrmeniyan tune ye.

18 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -66-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-18

Piştî nîvro min çû texsî ajot. Ev cara duduya ye dajom. Ciyê em lê dajon nêzî mala me ye, ez naçim dereke dûr. Ev baş e. Lê dudil im.
Êvarî Aslan Kaya telefonî min kir, got min rexneya te ya li ser romana TU xwend, min eciband. Rexneyeke ne xerab be.
Min sipasî wî kir.
Aslan(Mehmet Kaya)zû bi zû nivîsekê naecibîne. Di ser da jî telefonî min kir. Ev jî muhîm e.

Wexta mirina bizinê nanê şivên dixwe

Wexta mirina bizinê tê nanê şivên dixwe. Pûtîn jî bi dagirkirina Ûkraynayê nanê şivên xwar, gorra xwe kola. Amerîka, NATO û Yekîtiya Ewrûpayê ewê wî basko bikin.

Tiştê rûs bikin kuştina siwîlan û wêrankirina bajaran e, lê ewê nikanibe Ûkraynayê teslîm bigire. Ûkrayna helbet ewê zirareke pir mezin bibîne, lê ewê  qezenc bike, Amerîka, Ewrûpa hemû li pişta Ûkraynayê ne.

17 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -65-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-17

Swêdiyê çend roj berê ji doza kuştina Olof Palme hatibû girtin, sawcî îro daxwaza girtina wî kir. Di xeberan da gotin heta nuha me ji vî kesî şik dikir, me digot kane têkiliya wî bi kuştina Palme ra hebe, lê dibe ku qatil ew bi xwe be jî.

Ewê nas bikin

Jinikê ji peyê xwe ra got, êvarî mîvanên me hene, bira haya te jê hebe.

Mêrik rabû şemsiyên li kêlek derî giş top kirin, birin veşartin.

Jinikê got:

-Ma qey tu dibê mîvanên şemsiyan bidizin?

Mêrik got:

16 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -64-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-03-16

Ev çend roj in Apocî li Almanyayê êrîşî şevên Newrozan dikin, dibêjin em nahêlin bêyî me kes Newrozan çêkin.
Cara pêşî li Kolnê êrîşî şeva KOMKARê kirin, ji wan Ahmed Aydin hat kuştin, ji KOMKARê jî yek birîndar bû.
Berî viya jî li Hamburgê û li Hannoverê êrîşî şevên hevalên me kiribûn.
Li Bremenê êrîşî ser şeva Tevgera Sosyalîst kiribûn. Dûra jî êrîşî şeva TKP-B kiribûn.
Do li Hollandayê êrîşî ser şeva Rizgariyê kirin. Du hevalên Rizgarî bi gulleyan(şeşderban)birîndar kirin.

Erdogan NATOyê û Rûsyayê bi hev ra îdare dike

Amerîka ji dewleteke wek Çînê ra dibêje, me ambargo daniye ser Rûsyayê, nabe hûn di tu warî da alîkariyê bi Rûsyayê ra bikin !

Tirkiye endamê NATOyê ye lê tevî ambargoya Amerîkayê nabe, tîcareta xwe bi Rûsyayê ra didomîne.

Amerîka tiştê ji Çînê dixwaze ji Tirkiya endamê NATOyê naxwaze, eynî tiştî ji Tirkiyê ra nabêje.

15 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -63-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-15

Îro şemiye, ji malê derneketim. Min geh xwend, geh li telewîzyonê temaşe kir. Min li merasima cenazeyê Olof Palme temaşe kir. Stockholm bajarekî mirî bû, her der girtî bû, jiyan sekinîbû. Bi hezaran însanên heznî, xemgîn, bêmahd wek heykelanîbûn, li merasimê temaşe dikirin. Te ax bavêta li erdê nediket. Merasimeka dilşewat bû.

Rûsya li Ûkraynayê têk biçe ji me ra jî baş e

Li gorî vîdeoyeke di medyaya sosyal da belav bûye hin çekdarên afrîqî dibêjin ew amadene bi Rûsyayê ra li hemberî Ûkraynayê şer bikin.

Berî nuha bi çend rojan xebereke wiha ji bo terorîstên Daîşê û îslamî jî hatibû kirin. Di wê xeberê da dihat gotin Rûsyayê hin şervanên ereb ji Îdlibê birine cepheya şer.

Pûtîn di axaftineke xwe da gotibû kî bixwaze ji bo me şer bike emê bi kêfxweşî qebûl bikin.

14 mars 2022

Guh nedin derewên Ahmedî Nejad

Serokê Îranê yê berê, mîtomanê patolojîk Ahmedî Nejad gotiye, welatên mezin, yanî Amerîka û hin welatên Ewrûpayê ”dixwazin Siûdiyê bikin çar perçe, Tirkiyê bikin sê perçe û Îranê jî bikin şeş perçe”.

Û ji bo ku ev plana dewletên mezin neçe serî dibê welatên herêmê hevakrî û tifaqa xwe xurttir bikin.

Bêguman ev vir e bingeha vê derewa Ahmedî Nejad tune ye.
Lê wer xuya dike hin kesan ji vê derewa Ahmedî Nejad a bêbinake bawer kirine.

Li hemberî Îranê riya biserketinê tenê zor e !

Amerîkayê, Brîtanyayê, Almanyayê, Fransayê bi beyanan êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê şermezar kirine, gotine ewê hertim li pişta hevalbendên xwe bin. Yanî ewê alîkariya kurdan bikin.

Vana gotinên pûç û vala ne, di praktîkê da bi qasî kixsakê jî qîmeta van beyanan tune ye.

Îran bi beyanan, bi şermezarkirinê natirse, dev ji êrîşên xwe bernade.

Ji bo ku Îran careke din cesaretî êrîşeke wiha neke dibê bedelekî giran bide, dibê derbeke baş lêkeve.

13 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -62-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1988-03-13
Nameya Mam Celal !

Min û Rezaq Feylî li bajêr hevdu dît. Nameya Celal Talabanî da min. Min name bir da Mûrad Ciwan.

Mam Celal di nameyê da dibêje, A. Ocalan jê ra gotiye em dixwazin bi hêzên Kurdistana Bakur bi gişan ra rûnin û dijayetî û şerê nabêna xwe rawestînin. Ji bo vê yekê jî ji Mam Celal xwestiye ew li ser navê wî bi hemû hêzan ra bipeyive.

Hetanî li herêma me dewletên terorîst hebin teror tu carî nasekine !

Terorîstan vêsê berbangê 12 rakêt avêtine ji çend ciyên Hewlêrê da. Di hedefa terorîstan da Konsolosxaneya Amerîkayê jî heye.

Avahiya Telewîzyona Kurdistan24ê jî zirareke mezin dîtiye. Tê gotin zirareke canî tune ye.

Ev karê dewletan e, dewlet li pişt êrîşên wiha ne. Heta li herêmê dewletên terorîst û xwedî çete û terorîst hebin teror nasekine.

12 mars 2022

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

2013-12-05

Wek her komele û dezgehekê bêguman dîrokek Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê(KNKS) jî heye.
Li ser daxwaza kovara Dîwar, ezê bi kurtî qala dîroka KNKS-ê bikim.

Gelek baş bû ku kovara Dîwar, ev yek kiriye mijara vê hejmara xwe.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, di destpêkê da bi navê ”Yekîtiya Nivîskarên Kurd”, di 30-ê nîsana 1989-a da bi însîyatifa Malmîsanij, Cemşîd Heyderî, Hemê Saîd, Muhemed Muxtedî, Mustefa Duzgun, Şêrgo Bêkes, Xebat Arif û bi beşdariya 26 nivîskarên kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê li Stocholmê hate damezirandin.

Hevpeyvîneka 6 sal berê

2016-02-29

Merheba Zekî!*

Min li ser xwe çend tişt  li hev ragirtin. Bi wan ra ez çend lînkên hevpeyvînên bi min ra çêkirine jî ji te ra dişînim. Tu dikanî li wan jî binêrî.

Lê heger hûn dixwazin hin tiştên din jî bipirsin, wê demê pirsên xwe bişînin ezê bersîvê bidim.

– Ez ji Wêranşara qeza Ruhayê me. Li wir di sala 1950î da hatime dinê û heta 30 saliya xwe li wir jiya me. Û ev 36 sal in jî li Swêd dimînim.

Çend rêz ji bîranînên min -61-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-03-12

Xwediyê çapxanê Armanc anî komelê. 700 kronê wî li me mabû. Xwedê kir perê min hebû, min 700 kron ji kîsê xwe dayê. Ezê perê xwe dûra bigrim.

Kurdê bûbe tirk dibê meriv qedir nedê

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu du roj berê çû Diyarbekrê, ji kurdan ra reqlama partiya xwe kir.

Hin kurd qedir û qîmetê didin Kemal Kiliçdaroglu, ji bo kurdan hêviyekê jê dikin. Meriv matmayî dimîne.

Kilaçdaroglu eslê xwe înkar dike, dibêje ez tirk im. Meriv qedir nade merivekî wiha û hêviyekê jê nake.

11 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -60-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-11

Min dest bi ajotina erebê kir. Erebe VOLVO 86 bû, yanî nuh û top bû. Mamoste swêdî bû. Camêrekî navsale bû. Got wa ye tu hinekî zanî bajo, te berê erebe ajotiye?

Min got, min terextor, bîçer û Jîp carnan ajotiye. Lê li çolê, di nav erda da. Got ew jî baş e.
Ji nuha da çavê min nabirre ez kanibim ehlîyetê bigrim. Piştî ajotinê ew qenet bi min ra çê bû. Mesela dîqetê, baldariyê problem e.

Tirk bûne dîkê herêmê !

Bi qasî ku serok û berpirsiyarên Amerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê ji Recep Tayyip Erdogan û ji tirkan ditirsin ji tu serok û dewleteke din natirsin.

Mişk çiqasî ji pisikê ditirse, serokên Yekîtiya Ewrûpayê û Natoyê jî ji Erdogan û ji tirkan wer ditirsin.

Ji bo wê jî Erdogan çi dike Amerîka, NATO û Yekîtiya Ewrûpayê wî îdare dikin, newêrin dengê xwe bikin, çav û guhên xwe ji kirinên wî ra digrin.

10 mars 2022

Erdogan bûye hewariyê aştiyê !

Sosireta giran, serokê Tirkiyê Erdogan bûye hewariyê aştiyê û ketiye nabêna Ûkraynayê û Rûsyayê, dixwaze wan li hev bîne.

Tirkiyê erdê kurdan û çend welatan dagir kiriye, bi hezaran esker û çeteyên Tirkiyê li Qibrisê, li Sûriyê, li Îraqê, li Kurdistana başûr û rojava henne.

Lê dîsa jî kes wek Rûsyayê li dijî Tirkiyê dernayê, ambargoyê danîne ser, dest danîne ser mal û milk û pereyên Tirkiyê û Erdogan. Gelek wezîrên ewrûpî nuha li Antalyayê ne, bi tirkan ra xweş bêş dikin.

Çend rêz ji bîranînên min -59-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-03-10

Li vî welatî gelek caran ez xwe wek girtîyekî muebetê his dikim. Çimkî ez nizanim cezayê min ewê kînga biqede. Sal bi lez derbas dibin, lê cezayê min ne kêm kêm dibe, ne jî diqede.

Muhrurî zemanîya cezayê min 30 sal e, yanî 14 salên din jî ez nikanim vegerim welatê xwe.

Jiyana min a li vir jiyaneke pir feqîr û pir monoton e. Barê min giran e, aboriya min ne baş e.

Li ser tesîreka tirkî

Bivê nevê, bê haya me em di bin tesîra zimanê tirkî da, sentaksa tirkî da dimînin.
Kurdên başûr û rojavayê Kurdistanê di bin tesîra erebî da û yên rojhilat jî di bin tesîra farisî da dimînin.
Kurdên li Ewrûpayê jî di bin tesîra zimanên din da dimînin. Em çi bikin jî em nikanin sedîsed rê ber vê tesîrê bigrin.

Lê heta ji destê meriv tê dibê meriv hay ji vê tesîrê hebe û gava pê hesiya rast bike.

Mesela hin kes di maneya hezkirinê da, hezkirina ji tiştekî bi kurmancî dibêjin filan tişt ”xweşa min çû”. Yanî min jê hez kir, kêfa min jê ra hat, min eciband, bi dilê in bû.

09 mars 2022

Xwedê kesî wek min bêhiş neke !

Bi rastî min hiş berda ye, belkî xirifî bim. Pêr min ji xanimê ra got, xanim tu zanî sibe ne dusibe roja wefata Aslan Kaya (Mehmet Kaya)ye, hindik mabû min ji bîr bikira. Nuha ji nişka ve hat bîra min.

Wê jî got baş bû te bi bîra min xist, lê man e meha pêş me ye? Min digotr belkî 9ê nîsanê ye.
Min got na na, 9ê adarê ye.
Îro me herduyan da dû hev, me berê xwe Strandkyrkogarden, em çûn ser gora wî.

Çend rêz ji bîranînên min -58-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-03-09

Ez bi Ehmedê KUK-SE(Seyidxan Mercan) ra peyivîm. Min mesela yekîtiya me jê pirsî. Got wele gelkî dirêj bû, me dixwest zû bibe, lê nebû, baweriya me ew e ewê hîn jî bajo. Lema me got na, me dev jê berda.
Tiştê min jê fêm kir sûc dixe hustuyê me, dibê ji hevalên we da bû...

08 mars 2022

Quloçê pezkûvî û şêr

Dibêjin rojekê pezkûvîyekî tî çû ser kanîyekê ji bo ku avê vexwe, tîna xwe bişkîne. Li ser kanîyê sekinî û li refleksê(eksê, sûretê) xwe yê di avê da temaşe kir.

Ew bi kuloçê xwe yên mezin serbilind bû, lê ji nigên xwe yên ziravokî qet hez nedikir, jê nefret dikir.

General û esalet

Lawê yekî koşkar xwendibû, bûbû generalekî baş. Rojekê di civînekê da bala xwe dayê generalekî din paşgotiniya wî dke, bavê wî biçûk dibîne, dibêje ew lawê koşkarekî ye.

Generalê lawê koşkêr dageriya ser, jê ra got:

07 mars 2022

Tirkiye vê carê jî terorîstên ereb difroşe Pûtîn

Hin berpirsiyarên emerîkî ji medyayê ra gotine Rûsyayê gelek çete û terorîstên sûrî birine Ûkraynayê qada şer ji bo ku bi wan çeteyên ereb şerê nava bajaran bidin kirin.

Jixwe bi hezaran çeteyên çeçen ev hefteyeke bi rûsan ra li hemberî ûkrayniyan di şer da ne. Serokê Çeçenîstanê Kadîrov hin vîdeyên leşkerên xwe belav kir. Yanî beşdariya çeçenan rast e, vîdeo hene.

Çend rêz ji bîranînên min -57-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-07

Ezê biçûyama civîna Komela Stockholmê. Berî ez herim, min li Ahlénsê rojnameyek swêdî kirî.
Ahlens, mixazeyeke pir mezin e, ji kincan bigire, hetanî bi mêwe û sebze, her tiştî difroşe. Li her bajarê Swêd herî kêm yek heye. Li Stockholmê çend heb in.
Bi rê da ez pê hesiyam min cuzdanê xwe li wir hîştiye. Hîn ez pir dûr neketibûm.
Min şûn da baz da, vê carê şansê min hebû, kesî nebiribû, keçikê da min.

Derdê nezanan nayê kişandin

Bawer bikin êdî ez bi zor xwe radigrim, ji derdê hin kesan hindik maye ez dev ji nivîsîndinê berdim, bibêjim bavo ev kar ji min ra nelazim e û ji xwe ra li malika xwe rûnim û rehet bikim.

Di kurmancî da gelek devok û sînonîm hene, hin tişt, hin gotin hene çend sînonîmên wan hene, li her herêmekê bi hawakî tê gotin.

Her kes her sînonîmê, her devokê nizane. Ji hin kesan wetnê devoka wî ayeta Quranê ye, ew tenê rast e, sînonîmên din giş şaş in, lema jî dibê her kes wek ew dixwaze binivîsîne, peyvên, sînonîmên devoka wî bi kar bîne.

06 mars 2022

Kûçik, dîk û rûvî

Kûçik û dîk bûbûn destbirakên hev û bi hev ra wek du bira dijiyan. Bi hev ra dikirin, bi hev ra dixwarin û bi hev ra digeriyan. Kûçik dîk ji heywanê kûvî baş diparast.

Rojekê dîsa bi hev ra çûn geriyan. Dema bû êvar, dîk derket ser darê, li wir lûsiya. Kûçik jî çû di nav deviyên bin darê da ket û di xew ra çû.
Bi berbanga sibê ra wek her tim dîk dest bi bangdanê(bi azandanê) kir.

Çend rêz ji bîranînên min -56-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-03-06

Min û Seîd Aydogmuş hevdu dît. Li ser mesela xebata bi KÎPê ra me pir kir galgal. Hin tiştên bêmantix gotin. Berê got bira komîteyek çê bibe lê jimar û navên rêxistinan neyê eşkerekirin.
Min got, yanî tu dibêjî em bi wan ra bi dizî kar bikin, lê eşkere kar nekin. 
Li ser vê got, wê demê bira komîte ji şexsan be, ne ji hêzan be. Endamên komîtê bira ne li ser navê hêzan, wek şexs di komîteyê da bin. Û bira ji KÎPê jî kes nekeve komîtê.

05 mars 2022

Zilamê Erdogan gotiye NATO qansêr e

Ethem Sancak erebekî milyarder e, zilamekî Erdogan ê pir sadiq e. Meriv kane bibêje qasa Erdogan ya bi dizî ye. Ji bo Erdogan ew zengîn kiriye, got ”dilê wî ketiye Erdogan.”

A vî evîndarê Erdogan li Moskowayê di telewîzyoneka rûsî  da dagirkirina Ûkraynayê parastiye, gotiye:

”Di mesela Rûsya-Ûkraynayê da sûcdar NATO ye. NATO ji berê da qansêr e, girêk e, tumor e. Yê piştgiriya terorîstan kir, di sala 2016a da xwest darbeyeke leşkerî bike NATO ye.
Welatên Rojava çi ambargoyê deynin ser Rûsyayê jî serokatiya Tirkiyê ewê tevî ambargoya nebe.

Çend rêz ji bîranînên min -55-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-03-05

Çûm Kurdistan Pressê, min nivîsên Armanê kontrol kir.

Li ser civîna ewê li KOMKARê çê bibe Heyder Diljen bi Saîd Aydogmuş ra peyivîye. Tiştê Heyder ji min ra got hevdu hinekî êşandine. Heyder dibêje gerek em bi KÎPê ra kar bikin, ji ruyê KÎPê ji xebat û platforman venekişin. Ez jî di wê fikrê da me, lê Seîd li dij e.
Seîd telefonî min kir, emê sibe saet di 12-30î da li bajêr hevdu bibînin.

04 mars 2022

Pûtîn çavên xwe berra tevayîya Ûkraynayê daye

Serokê Rûsyayê Pûtîn nêta xwe ya rastîn îro eşkere kir, got ”ûkraynî û rûs yek milet e û welatekî bi navê Ûkrayna tune ye. Ûkraynî rûs in û bêhemdî riya xwe şaş kirine.”
Lema jî mêrik dibêje Ûkrayna ya me ye.

Wele tirk jî ji me ra dibêjin em "yek milet in", hûn kurd tirkên çiya ne, em jî tirkên bajaran in. Pûtîn jî dixwaze ûkrayniyan bi tank û topan bike rûs.

Yanî mesela Qirmê û Donbasê demagojî bû, hedefa wî ji destpêkê girtina Ûkranyayê bi tevayî bû, di axaftina xwe ya îro da ev hedefa xwe eşkere kir.

Çend rêz ji bîranînên min -54-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX

1987-03-04
*Îro çûm qursa soranî. Dixwazim soranî p herfên erebê fêr bibim û soranî rehet bixwînim. Ez soranî fêm dikim, lê axaftina min ne baş e û nikanim rehet bixwînim. Ez dom nakim, esas heger xwe baş bidimê ezê xwendinê jî fêr bibim. 

*Ez çûm komelê, min ji Mihemedê Hekarî ra nivîsên Armancê xwend. Min xwend wî nivîsî. Ez jî carnan dinivîsînim lê ne wek Mihemed.

03 mars 2022

Ev xemsariya kurdan ne karê aqil e !

Hin kurd di mesela paşnavên tirkî yên gelkî ne xweş û bîna irqçîtiya tirkî jê difûrin xemsariyê dikin, paşnavên xwe yên gelkî ne xweş û pantirkîst naguherin.
Wek kurd meriv çawa kane bi paşnavê "Turk, Ozturk, Turkoglu, Turkdogan" bijî meriv fêm nake. Meriv çawa pê nerehet nabe ?

Berê bêhaya me ew paşnav li me kiribin jî meriv kane biguhere, tu kes ne mecbûr e heta û heta wan paşnavên tirkî yên ne xweş li ser xwe bihêle.

Leşkerî

Yê zabit ji hevalê xwe ra got:

-Piştî 40 salî min fêm kir jiyana leşkeriyê ne li gorî min e.

Hevalê wî got:

-Ê dema te fêm kir te çi kir?

Çend rêz ji bîranînên min -53-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-03

Qatilên Palme hîn nehatiye girtin. Ev yek meriv pir nerehet dike. Bîna her kesî teng e. Li kuçeyan, di trên û otobozan da swêdî di bin çavan ra li xerîban dinêrin, ya jî ez wer his dikim. Di hundurê min da tirsek heye.

02 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -52-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-02

Îro şemî ye. Min got ji hundur derkevim, bala xwe bidim şêla milet. Çûm IKEAyê, min ji bo kitêbên xwe du dolab kirîn. Bi hevxistina wan pir zor bû, gelek wexta min girt.
Li derve meriv xemgînî û şoka kuştina Olof Palme li ser ruyê swêdiyan didît. Ruyê kesî nedikeniya, her kes murûztal û heznî xuya dikir.

01 mars 2022

Ev dunya dunya guran e !


Tiştê 6 sal berê Tirkiyê anî serê me kurdan, Pûtîn jî nuha eynî tiştî tîne serê ûkraynîyan, ew jî bajarên wan wêran dike, xaniyên wan bi ser serên wan da dihedimîne û bi sedhezran xelkê siwîl vî çelê zivistanê bi çol çepelan dixîne.

Dîmenên telewîzyonan hêsir bi çavê meriv dixîne.

Ji ber ku Pûtîn xurt e, eskerên wî pir in, sîlehên wî yên talûke hene kes newêre here hawara ûkranîyan, dinya li wahşetê temaşa dike.

Hin kes ji teoriyên komloyê hez dikin

Hin kurdên me ji ereb û tirkan fêrî teoriyên komployê bûne, bi rengekî pir samîmî, wek navê xwe ji teoriyên komployê bawer dikin û bi şiklekî cidî jî diparêzin.

Li gorî wan xwedêgiravî Amerîkayê, Fransayê, Alamnyayê, NATOyê û Yekîtiya Ewrûpayê Pûtîn xapandine, ew tahrîk û teşwîqî vê êrîşî û dagirkirina Ûkraynayê kirine.

Heger ne ev tahrîk û teşwîqa Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê bûya Pûtîn tiştekî wiha nedikir.

Çend rêz ji bîranînên min -51-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.


XXX
1986-03-01
Kongra Federasyonê saet di 09a da dest pê dike, ez 20 deqan dereng, di 09.20a da gihîştim ABFê. Nebî Bal û Sidîq Bozarslan li ber derî bi hev ra dipeyivîn. Hin kesên din jî komkomî li wan deran bi hev ra dipeyivîn. Min ji Sîdîq ra got:
-Ma kongrê hîn dest pê nekiriye?
Nebî Bal got:
-Ma te nebihîstiye, Olof Palme hatiye kuştin?
Ez di ciyê xwe da sar bûm. Min bawer nekir. Lê gotin rast e, do bi şev dema ew û xanima xwe ji sînemayê derketine, li ber deriyê metroya Hogtorgetê yekî ew kuştiye.

PARVE BIKE