12 mars 2022

Hevpeyvîneka 6 sal berê

2016-02-29

Merheba Zekî!*

Min li ser xwe çend tişt  li hev ragirtin. Bi wan ra ez çend lînkên hevpeyvînên bi min ra çêkirine jî ji te ra dişînim. Tu dikanî li wan jî binêrî.

Lê heger hûn dixwazin hin tiştên din jî bipirsin, wê demê pirsên xwe bişînin ezê bersîvê bidim.

– Ez ji Wêranşara qeza Ruhayê me. Li wir di sala 1950î da hatime dinê û heta 30 saliya xwe li wir jiya me. Û ev 36 sal in jî li Swêd dimînim.

– Sinetê min pêlavçêkir yanî qonderecîtî ye, heta salên 1972-1973- an jî min qonderecîtî dikir.
Di nabêna salên 1971-1972a da çûm Stenbolê û salekê jî li wir xebitîm, min qonderecîtî kir.
Dûra vegeriyam Wêranşarê.
Bi destpêkirina siyasetê ra min dev ji karê xwe berda.
Ji salên 1973 û vir da ye bi rengekî aktîv di nava xebata siyasî da me.

– Min di nav partiya Dr. Şivan û piştra jî di nav DDKDê da dest bi siyasetê kir û heta van salên dawiyê jî wiha mam. Tu carî nebûm hevalê partiyeke din.
Lê nuha ne endamê tu pariyê me û bi tu rêxistinê ra naxebitim.

– Ez qet neçûme dibistanê, xwendin û nivîsandinê ez xwe bi xwe fêr bûme. Ez ji derva ketime îmtîhanan û min dîplomayên dibistana seretayî(dibistana destpêkê) û ya navîn(dibistana navîn, orta okul) ji derve girtiye.

– Du kitêbên min Hindik-Rindik (pêkenîn) û Antolojiya çîrokên zarokan derketine.

– Bêyî van herdu berheman, ji swêdî jî min romaneke Susanna Tamaro (Bide dû dilê xwe) wergerandiye kurdî û weşanxaneya Dozê weşand.

– Ji salên 1980î û vir da min di gelek rojname, kovar û malperên kurdî da nivîsîye û di hinekan da jî (Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn, Netkurd) endametiya redaksiyonê û redaktorî kiriye.
-Di orta salên 1980î da demeke kin(1985) bûm serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd.
Min salekê(2014) serokatiya  Komeleya Nivîskarên Kurd kir.
-Ji sala 2007a û vir da ye blogeke min bi navê ”Hindik-Rindik” heye , ez her roj nivîsekê, du nivîsan û  carnanan jî 4-5 nivîsan dinivîsînim.
Heta nuha min 3387 meqale nivîsîne.
-Ev 8 sal in Facebooke min jî heye û di wê da jî her roj dinivîsînim.

– Ez 66 salî me, zewicî me û çar zarokên min, 3 lawik û keçikek (Azad, Rûken, Serhat Arda û Rojen) hene.

– Ev 36 sal in ez li Swêd li bajarê Stockholmê dijîm. Ez li dahîreyeke dewletê(Försäkringskassan) kar dikim.

– Bi kurtî jiyana min ya Swêd  pir monoton, feqîr û sînorkirî ye. Ji bo ku kanibim debara xwe ya şexsî bikim her roj 10 saetên min li kar û çûn û hatinê diçe. Û bi şev jî 2-3 saetan hin tiştan dixwînim û dinivîsînim.

*Zekî kî ye, li ser avê çi bi min ra ev hevpeyvîn kiriye nayê bîra min.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE