12 mars 2022

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

2013-12-05

Wek her komele û dezgehekê bêguman dîrokek Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê(KNKS) jî heye.
Li ser daxwaza kovara Dîwar, ezê bi kurtî qala dîroka KNKS-ê bikim.

Gelek baş bû ku kovara Dîwar, ev yek kiriye mijara vê hejmara xwe.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, di destpêkê da bi navê ”Yekîtiya Nivîskarên Kurd”, di 30-ê nîsana 1989-a da bi însîyatifa Malmîsanij, Cemşîd Heyderî, Hemê Saîd, Muhemed Muxtedî, Mustefa Duzgun, Şêrgo Bêkes, Xebat Arif û bi beşdariya 26 nivîskarên kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê li Stocholmê hate damezirandin.

Di destpêkê da ji her çar perçeyên Kurdistanê li derdora 30 endamên YNK-ê hebûn· 

Yekitiya Nivîskarên Kurd, pêşî kovarek bi navê NÛSER weşandin.
Ev kovar tenê hejmarek derket. Lê dûre dest bi weşandina kovara WAN-ê hat kirin. 10 hejmarên kovara Wanê hatin weşandin.
Bi demê ra xebata Yekîtiya Nivîskarên Kurd hejar bû û di sala 1994- an da hate belav kirin.

Piştî belavkirina Yekîtiya Nivîskarên Kurd bi demekê, di 27.11.2004-an da îcar bi însîyatîfa Munzûr Çem, Malmîsanij û Dr. Nacî Kutlay  civînek hat çêkirin. Ji her çar beşên Kurdistanê 32 nivîskar beşdarî civînê bûn.

Piştî du civînên din, di 22.01.1995-an da biryara avakirina Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê hat dayin  komele bi 20 nivîskaran hate damezrandin.

Heta nuha Komeleyê bi awakî rêkûpêk 17 Kongreyên xwe çêkirine. Vê gavê 34 endamên komeleyê hene.

Di kongreya damezrandinê da biryara derxistina kovara    Çira-yê jî hate dayin û redaksiyon hat hilbijartin. 

Di adara 1995-an da kovara ÇIRA-yê dest bi weşana xwe kir û  di payiza sala 2000-î da jî dawî li weşana xwe anî.

ÇIRA kovareke demsalî bû, di 6 salan da 18 hejmarên wê derketin. ÇIRA, bi sê zaravayên kurdî; kurmancî, soranî û kirdkî (zazakî) dihate weşandin.
Ji her çar beşên Kurdistanê endamên komeleyê hene, lê nuha piraniya endamên Komeleyê ji bakurê Kurdistanê ne.

Nuha tu weşaneke KNKS-ê tuneye, lê malpereke wê heye.
Ji destpêke heta nuha van kesan serokatiya komeleyê kirine:

1) Malmîsanij

2) Mehmed Dehsiwar

3) Haluk Ozturk

4) Silêman Demir

5) Zinar Soran

6) Paşa Birodirêj

7) Zinarê Xamo

Kongreya 17-a ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê (KNKS) di 24/11/2012-a da pêk hat. Endamên komîteya kargêr yên nuha ev in:

Zinarê Xamo:Serok
Temûrê Xelîl: Cîgirê serok.
Zinar Soran: Berpirsiyarê aborî.
Lokman Polat: Endamê cîgir.
Şewket Amêdî: Endamê cîgir.


Zinarê Xamo
Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE