13 mars 2022

Hetanî li herêma me dewletên terorîst hebin teror tu carî nasekine !

Terorîstan vêsê berbangê 12 rakêt avêtine ji çend ciyên Hewlêrê da. Di hedefa terorîstan da Konsolosxaneya Amerîkayê jî heye.

Avahiya Telewîzyona Kurdistan24ê jî zirareke mezin dîtiye. Tê gotin zirareke canî tune ye.

Ev karê dewletan e, dewlet li pişt êrîşên wiha ne. Heta li herêmê dewletên terorîst û xwedî çete û terorîst hebin teror nasekine.

Ev dewletên terorîst û xwedî terorîst bi rû bi kurdan ra dost in, lê di bin ra gorra kurdan dikolin, rakêtan davêjin ji kurdan da. Terorîstan çekdar dikin û berda kurdan didin.

Hin berpirsên amerîkî gotine rakêt ji alî Îranê ve hatine avêtin. Qenaeta min jî ew e, ev îşê Îran ye.

Êrîşê bi tundî şermezar dikim, bimre dewletên terorîst û terora ew didin kirin!

 

XXX

Meriv wer bawer dikir piştî Şerê Cîhanê yê Duduya hişê ewrûpîyan hatiye serê wan, baqil bûne, ewê hev hevdu bikujin, hew xwîna hev biherikînin, hew bajarên hev, welatên hev wêran bikin.

Lê bi şerê Balkanan û nuha jî bi şerê Ûkraynayê derket ortê ev bawerî şaş bûye, ewrûpî hîn baş baqil nebûne.

Tiştê Rûsya li Ûkraynayê wahşet e, ne karê aqil e, tu ferq ji şerê Daîşê û Sûriyê tuneye.

Daîşê li Sûriyê, li Kobanê, li Mûsilê çi kir, rûs jî eynî wahşetê li Ûkraynayê dikin.

Heyf, dibê kesên dora Pûtîn ev wahşet qebûl nekirina. Wer xuya ye ewê Ûkraynayê bi piranî wêran bikin, lê belê ev barbarî ewê li ser wan jî pir biha rûne.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE