Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1988-03-13
Nameya Mam Celal !
Min û Rezaq Feylî li bajêr hevdu dît. Nameya Celal Talabanî da min. Min name
bir da Mûrad Ciwan.
Mam Celal di nameyê da dibêje, A. Ocalan jê ra gotiye em dixwazin bi hêzên
Kurdistana Bakur bi gişan ra rûnin û dijayetî û şerê nabêna xwe rawestînin. Ji bo
vê yekê jî ji Mam Celal xwestiye ew li ser navê wî bi hemû hêzan ra bipeyive.
XXX
1999-03-13
*Ji bo piştgiriya bi Abdullah Ocalan ra ji alî dengbêj û
hunermedên Swêdî ve galayek hat çêkirin. Şivan jî û Gulîstan jî beşdarî galayê bûn.
Gala di telewîzyona MEDê da zindî(dîrekt) hat weşandin. Dunya pirr sar bû, çûk
li hewa diqefilî. Ez seet heta sisê û nîvan mam û ji wir jî çûm hêlîna xwe ya
hertim, aşxaneya Yilmaz...
Sedîsed ewê têxin hustuyê PKkê, wan nekiribe jî ewê bibêjin ew in. Hêvî dikim ne ew bin.
XXX
2000-03-13
Ji Berlînê yekî bi navê Alan Dîlpak telefonî min kir û got
ez çîrokên te yên di rojnameye Ozgur Polîtîkayê da derdikevin bi kêfxweşiyeke
mezin dixwînim.
Bi gotina wî zimanê min ecêb xweş e û ji bo vê yekê jî xwestiye bi vî hawî min
pîroz bike.
Min jê ra got mala te ava be, ez pir kêfxweş bûm.
Haya wî ji malpera min tunebû, min lînka malpera xwe jê re şand.
XXX
2010-03-13
Merheba birayê Mîrza Firat,
Xortê delal, min nivîsa te ya di malpera Netkurdê da "Hîn ku koka zimanê
me qut nebûye",bi kêfxweşî û dilşadiyeke pir û pir mezin xwend.
Ez gelkî dilşa û bextewar bûm ku xortên wek te hestiyar û dûrbîn hene. Tirs û
endîşeyên te yên derbarê pêşeroja zimanê kurdî da bêguman hemû jî rast û
di cîda ne.
Lê mixabin ronakbîr û siyasetmedarên kurd ji vê zanîn û dûrbîniyê gelkî dûr in,
ew hîn nizanin ku ji bo pêşeroja kurdên Kurdistana Tirkiyê ziman çiqasî girîng
e...
Zimanê kurdî ev 30 sal e ku bi sureteke pir mezin(him ji ber pêşketina
civakî û wasiteyên komînaîkasyonê û him jî ber hişyariya dijmin)ketiye prosesa
helandin û mirinê.
Ji dêlî ku ronakbîr û siyasetmedarên kurd vê tahlûkeyê bibînin û li hember
wê hin tedbîran bigirin, mixabin ew jî dibin alîkarê asîmîlasyona kurdan.
Kêmasiya kurdan ya herî mezin ew e ku wan hîn jî girîngiya vê meselê fêm
nekirine, loma jî hîn ehemiyetê nadin zimanê xwe, xwendin û nivîsandina kurdî
fêr anbin û bi zarokên xwe ra jî bi kurdî napeyivin.
Bêguman em nikanin rê li ber pêşketina civakî û teknîkê bigrin, lê dema em
têgihîştî û zane bin, ji bo pêşketin û yekîtiya ziman û edebiyata kurdî em
dikanin feydeyê ji van şert û wasiteyên nuh bigrin.
Yanî berî her tiştî dibê em di şiûra cidîyeta meselê da bin.
Ez dibînim ku te girîngiya zimanê kurdî fêm kiriye. Û ji bo vê yekê jî ez gelkî
kêfxweş bûm û loma jî min xwest bi çend gotinan te pîroz bikim.
Bimîne di nava kêf û xweşiyê da û gelek silavên dostaniyê.
Malpereke min ya bloggê heye, dibe ku haya te jê çênebûbe. Ez lînka xwe ji
te ra dişînim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar