14 mars 2022

Li hemberî Îranê riya biserketinê tenê zor e !

Amerîkayê, Brîtanyayê, Almanyayê, Fransayê bi beyanan êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê şermezar kirine, gotine ewê hertim li pişta hevalbendên xwe bin. Yanî ewê alîkariya kurdan bikin.

Vana gotinên pûç û vala ne, di praktîkê da bi qasî kixsakê jî qîmeta van beyanan tune ye.

Îran bi beyanan, bi şermezarkirinê natirse, dev ji êrîşên xwe bernade.

Ji bo ku Îran careke din cesaretî êrîşeke wiha neke dibê bedelekî giran bide, dibê derbeke baş lêkeve.

Heger Îran sîleyeke bi tîn nexwe him dev ji êrîşên xwe bernade, him jî careke din ewê derbeke hîn girantir li kurdan û li Amerîkayê xe.

Kultur û felsefeya ereb, tirk û firasan zor e, ji bo ku te nekuje dibê ji te bitirse. Heger ji te netirse ewê te bixwin.

Heger hûn naxwazin gur we bixwin dibê hûn bi gur bin. Li vê herêmê wekî din çare tuneye.

XXX

Supaya Pasdaran yanî Îranê qebûl kir wan fuze avêtine ji Hewlêrê da. Ev cara pêşî ye Îran wiha zû û veikirî dibêje ez im.

Xwedêgiravî êrîşî baregeha MODSADê kirine. Mesela MOSSADê vireke bi boçik e.

Dibê Amerîka li tavilê li Îranê xe. Heger ev zirt jî ji Îranê ra bimîne ewê gelek tiştên hîn mezintir bike.

Ereb, tirk, faris tenê ji zorê, ji ço, ji devê tuvingê fêm dikin. Heger ji te netirsin ewê çavê te derxin, ewê xwe li te biboqînin.

Dibê Amerîka bersîveke baş bide Îranê. Ji bo ku newêribe careke din jahreke wiha belav bike.

XXX

Herb dîtnîtî ye, malwêranî ye, kuştin e, xwîn e, şewat e, girî ye, birçîbûne, koçberî ye.

Herb ne karê meriv baqil e, karê merivê dîn, zalim, dilreş û sadît e.

Tiştê Pûtîn li Ûkraynayê dide kirin wahşet e, hovîtî ye. Meriv vê zulmê li însanan nake.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE