14 mars 2022

Guh nedin derewên Ahmedî Nejad

Serokê Îranê yê berê, mîtomanê patolojîk Ahmedî Nejad gotiye, welatên mezin, yanî Amerîka û hin welatên Ewrûpayê ”dixwazin Siûdiyê bikin çar perçe, Tirkiyê bikin sê perçe û Îranê jî bikin şeş perçe”.

Û ji bo ku ev plana dewletên mezin neçe serî dibê welatên herêmê hevakrî û tifaqa xwe xurttir bikin.

Bêguman ev vir e bingeha vê derewa Ahmedî Nejad tune ye.
Lê wer xuya dike hin kesan ji vê derewa Ahmedî Nejad a bêbinake bawer kirine.

Ahmedî Nejad bi vê derewa xwe dixwaze dîktatorên hemê hinekî din bitirsîne ji bo ku hevkarî û tifaqên xwe xurttir bikin.
Perçekirina welatan wer ne rehet e, welat ne zebeş in kêrê bidinê û perçe bikin.

Afganîstan, Îraq, Sûriye, Îran, Libya, Yêmen li ber çava ye, giş bûne bela serê dinyayê, dikin nakin nikanin bînin qeysa berê.

Heger bi rastî jî planeke dewletên mezin a perçekirina Îranê û Tirkiyê hebûya ev dewlet hatanî nuha çend perçe kiribûn.

Ev 30 sal in Îraqê perçe nakin û nahêlin kurd serxwebûna xwe îlan bkin.

Li Sûriyê ev deh sal in herb heye, lê Sûriyê perçe nakin û piştgiriyê nadin serxwebûna kurdan.

Di ser da nîvê Kurdistanê dan Tirkiyê.
Bira perçekirina Tirkiyê li wir bimîne ji bo ku li Tikriyê rejîma Erdogan nekeve çavên xwe ji her zorbatî, qetlîam û terora wî ra digrin û salê 3-4 milyar euro jî xûgê didinê.

Erdogan ji çarhawlî dinyayê 5-6 milyon însan li Tikriyê kom kiriye û wan piço piço, ji vir û ji wir dişîne Ewrûpayê. Ne Amerîka, ne jî Yekîtiya Ewrûpayê newêrin dengê xwe bikin, tim wî bertîl dikin, xûgiyê didinê.

Heger dewletên mezin bixwestana Tirkiyê û Îranê perçe bikin zemîne vê yekê ji zûda heye, ewê bikirana, lê nakin.

Tirkiye bûye zîndaneke mezin, bi sedhezaran însan di zindanada ne kes dengê xwe nake.

Tirkiye sponsoriya Daîşê dike, bi hezaran terorîstên îslamî çekdar kirine û bi wan li vir û li wir welatan dagir dike, wan wek legosoldat difroşe welatan.

Hetanî nuha ne Amerîkayê, ne jî Yekîtiya Ewrûpayê ji vê tîcareta Tirkiyê ra tiştek negotine.

Îran li herêmî bûye kela terorê, li Sûriyê, li Lubnanê, li Yêmenê, li Îraqê terorîstan fînanse dike, nahêle welat rehet bikin, li hev werin.

Îran ji bo kurdan bûye cehnimeyeke rastîn, herr oj kurdekî, du kurdan bi îdam dikin.

Lê kes naçe hawara kurdan, ji ber vê terora dewletî Îran nayê cezakirin.

Bi kurtî tiştê Ahmedî Nejad gotiye ne rast e, vir e, dezînformasyon e.

 Heger planeke welatên mezin ya bi vî rengî hebûya ewê li Îranê, li Îraqê, li Sûriyê, li Tirkiyê piştgirî bidana serxwebûna kurdan, ewê bigotana dibê kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE