15 mars 2022

Rûsya li Ûkraynayê têk biçe ji me ra jî baş e

Li gorî vîdeoyeke di medyaya sosyal da belav bûye hin çekdarên afrîqî dibêjin ew amadene bi Rûsyayê ra li hemberî Ûkraynayê şer bikin.

Berî nuha bi çend rojan xebereke wiha ji bo terorîstên Daîşê û îslamî jî hatibû kirin. Di wê xeberê da dihat gotin Rûsyayê hin şervanên ereb ji Îdlibê birine cepheya şer.

Pûtîn di axaftineke xwe da gotibû kî bixwaze ji bo me şer bike emê bi kêfxweşî qebûl bikin.

Qebûlkirina çeteyên biyanî îşareta wê yekê ye rewşa artêşa Rûsyayê ne baş e, artêş naxwaze şer bike û di şer da zêde telef bûne.

Pûtîn ji bo ku di şer da bi ser keve kane her tiştî, her dînîtiyê bike.

Bombekirina nexweşxaneyan, jêrxaneyan bajaran, xanî û taxên xelkê siwîl nîşana vê zeîfiya Rûsyayê ye.

Lema belkî jî gelek çeteyên îslamî û afrîqî nuha di şer da bin jî. Jixwe çeçen û belarûsî ne bi dizî, eşkere di şer da ne.

Dibê Pûtîn di vî şerî da bi ser nekeve, dibê têk biçe. Heger Rûsya li Ûkraynayê şer qezenc bike bi îhtîmaleke mezin ewê li wir nesekinin, ewê hin welatên din jî dagir bikin.

Lema jî li Ûkraynayê biserketina Rûsyayê ne ji bo Ûkranyayê tenê, ji cîranên Rûsyayê û heta ji bo Ewrûpayê jî talûleyeke pir mezin e, berdewamiya şerekî hîn mezintir e.

Ji bo me kurdan jî têkçûna Pûtîn baş e. Heger Pûtîn di şerê Ûkraynayê da bi ser keve tiştê anî serê ûkraniyan li Sûriyê ewê bîne serê me kurdan jî, ewê seranserê Kurdistana rojava bike Efrîn. Kane bifroşe Tirkiyê jî.

Ji ber wê yekê ye Erdogan nabêna xwe bi Pûtîn ra xera nake, tevî ambargoyê nabe. Ji bo ku Pûtîn Tirkiyê ji Sûriyê dernexe Erdogan gurra NATOyê û Yekîtiya Ewrûpayê nake, tîcareta xwe, têkiliyên xwe yên siyasî bi Rûsyayê ra didomîne, tim wek dostekî Pûtîn hereket dike.

Heger Rûsya li Ûkraynayê wenda bike, ne tenê mitefiqekî Tirkiyê têk diçe, pişta Esed jî dişkê, wê demê Esed jî bêtir mecbûrî kurdan bibe. Yanî têkçûna Rûsyayê ji bo me kurdan pir baştir e, li Sûriyê şansê me yê federasyonê, otonomiyê pir xurttir dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE