Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-03-15
Îro şemiye, ji malê derneketim. Min geh xwend, geh li telewîzyonê temaşe kir.
Min li merasima cenazeyê Olof Palme temaşe kir. Stockholm bajarekî mirî bû, her
der girtî bû, jiyan sekinîbû. Bi hezaran însanên heznî, xemgîn, bêmahd wek
heykelanîbûn, li merasimê temaşe dikirin. Te ax bavêta li erdê nediket.
Merasimeka dilşewat bû.
Qatil hîn nehatiye girtin û şopeke berbiçav jî tune ye. Ji pûlis û îstîxbarata Swêd gazin pir tê kirin.
1986-03-15
Çûm tiyatroya Dramatenê. Axirê îro taloqî rojeke din nekirin. Piştî du car taloq, îro bû qismetê min piyesa Mufetiş a apê Gogol temaşe bikim.
Piyes li Sahneya Mezin lîstin. Hundur, jêr û jor tije bû. Ciyê min ne xerab bû, nêzî sahnê bû,min baş didît.
Lê swêdiya min têrê nekir axaftinan, diyalogan baş fêm bikim. Pir zahmet bû, dibê swêdiya meriv pir baş be. Swêdiya min ne baş e. Xwendinê baştir fêm dikim, lê axatinên piyesekê, him jî ji dûr va pir zor e.
Lê di heqê piyesê da min hinekî xwendibû. Min zanîbû mijar çi ye.
Ev deh roj in kaxetên xaniyê me diguherînin, hundur boyax dikin. Wek kûsiyan dixebitin. Mal gelkî tevlihev e. Ji ber wê jî min nikanîbû rojaneyên xwe her roj bi dûzan binivîsîya.
XXX
1987-03-15
Komîta Partiyê bi endaman r acivîn çêkir. Di civînê da li ser girtina Xalid(Şêxmûs Cibran)înformasyon hat dayin, li ser netîceya kongra Federasyonê hat peyivîn û ya din jî li ser mesela em bi KÎPê ra tiştekî îmze nakin hat axaftin. Rexne li siyaseta partiyê ya li hemberî KÎPî hat girtin. Îstîfa Mahmûd Kîper ji komîtê ji hevalan ra hat gotin.
XXX
1999-03-15
Medîa Tirk bêexlaqiya xwe hinekî din jî bi pêş da biriye, çi
tê ber devê wan dibêjin. Ertugrul Ozkok di nivîsa xwe ya îro da dibêje Abdullah
Ocalan bi kurdî nizane. Min ev nivîs jêr ji Ertugrul Ozkok ra şand:
*-Çima tu bi zanetî derewa dikî? Bi qasî ku tu tirkî dizanî
Abdula Ocalan jî bi kurdî dizane. Divê heta îro miheqeq te lê guhdarî kiribe.
Di ûjdanê te da, di namûsa te da, di Xwedayê te da, di şerefa te da tu nizanî
ku Ocalan bi kurdî dizane?
Heger tu dizanî û tu dibêjî nizane(ez bawer dikim tu dizanî), dibê meriv ji te ra çi bibêje?
Hema tu bi xwe navekî li xwe ke.
Dîsa ji yekî wek te ra ma ne şerm e ku tu tenezulî tiştên
wiha dikî ?
Bi kirinên wiha baweriya kesî bi we namîne. Çimkî însan wek ku hûn texmîn dikin
ne ehmeq in!
Abdullah Ocalan di MED TVê da tim bi seetan bi kurdî dipeyivî.
Bi kêmasî MîTê di vî warî da tu agahdar kiriye, ji ber ku ez texmîn dikim ewê
têkiliya te hewqasî bi MîTê ra hebe.
*Van sabotaj û teqînên dawî li Xerbê jî milet qutifandîye, civat hema hema terorîze bûye, ew jî êdî rehet nagerin. Yanî terora dewletê ya li Kurdistanê çi tesîr dihîşt ev sabotajên dawî jî li Xerbê ew tesîr kiriye.
XXX
2020-03-15
Occo Mahabad gotiye ew li ser nivîskaran kitêbeke amade
dikin. Bîyografiya min jî xwestiye. Min ev agahî jê ra şand.
Fermo Ez di sala 1950î da li Wêranşara qeza Ruhayê hatime
dinê. Ez zewicî me û çar zarokên min hene. Ji sala 1980î vir da ye li Swêdê
dijîm. Heta nuha sê kitêbên min çap bûne; Hindik-Rindik, Antolojiya Çîrokên
Zarokan, Sitriyên Me.
Bêyî van hersê berhemên min, min ji swêdî jî romana Susanna
Tamaro ”Bide dû dilê xwe ” wergerandiye kurdî. Ji sala 1980î û virda min di
gelek rojname, kovar û malperên kurdî da nivîsîye û di hinekan da jî (Armanc,
Berbang, Hêvî, Hêlîn, Netkurd) endametiya redaksiyonê û redaktorî kiriye.
Dîsa di sala 1986a da min demek kin serokatiya Federasyona
Komeleyên Kurdistanê li Swêd û salekê jî(2013) serokatiya Komeleya Nivîskarên
Kurd li Swêd kiriye. Ji sala 2007a û vir da ye blogeke min bi navê
”Hindik-Rindik” heye. Ez blogîstê kurmancî yê pêşî me.
Ev 13 sal in ez vê bloga xwe xwerû bi kurmancî didomînim. Facebook û twîttera min jî heye, ez di wan da jî rojane tiştna dinivîsim. Heger tiştekî din ê tu bipirsî hebe kerem bike. Bi silavên dostaniyê Zinarê Xamo 2020-03-15
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar