16 mars 2022

Erdogan NATOyê û Rûsyayê bi hev ra îdare dike

Amerîka ji dewleteke wek Çînê ra dibêje, me ambargo daniye ser Rûsyayê, nabe hûn di tu warî da alîkariyê bi Rûsyayê ra bikin !

Tirkiye endamê NATOyê ye lê tevî ambargoya Amerîkayê nabe, tîcareta xwe bi Rûsyayê ra didomîne.

Amerîka tiştê ji Çînê dixwaze ji Tirkiya endamê NATOyê naxwaze, eynî tiştî ji Tirkiyê ra nabêje.

Tirkiye tîcareta xwe bi Rûsyayê ra didomîne, dibêje ez li dijî ambargoya we me.
Û Amerîka dengê xwe nake !

Ev toleransa Amerîka û NATOyê ya li hemberî Tikriyê tiştekî dûrî aqil e, meriv fêm nake. Esbabî mûcçbeyê vê toleransa Amerîkayê çi ye, çima dihêle tirk wiha bikin?

Çima Amerîka, NATO nikanin tirkan mecbûrî qebûlkirina biryarên xwe bikin?

Tirk bi çi yê xwe vê hustûriyê dikin?

Bi baweriya min tiştekî pir ecêb e.

Tiştê ez zanim heger Amerîka bixwaze kane Tirkiyê mecbûrî biryarên NATOê bike. Çimkî ew ne motajî Tirkiyê ne, tirk motajî wan in.
Di ambargoya Îranê da jî tirkan bi ya Amerîkayê nekir, di bin ra delaliya Îranê kir û pêşek pere qezenc kirin. Lê Amerîkayê dîsa jî Tirkiye ceza nekir.

NATOyê, Yekîtiya Ewrûpayê giş li Rûsyayê hatine hev, saha erd û ezmên li Rûsyayê girtine, tîcareta xwe bi Rûsyayê ra sekinandine, tenê Tirkiye îstîsna ye.

Tirkiye ne guh dide biryara Amerîkayê, ne jî ya NATOyê û kesek jî newêre ji Erdogan ra tiştekî bibêje !

Tirkiye eşkere dibêje ez li dijî ambargoyê me, lema jî ezê tîcareta xwe ya bi Rûsyayê ra bidomînim. Û Amerîka jî dengê xwe nake.

Aqilê meriv nagire, ji bo çi Tirkiyê dikin îstîsna ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE