Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1987-03-16
Ev çend roj in Apocî li Almanyayê êrîşî şevên Newrozan dikin, dibêjin em
nahêlin bêyî me kes Newrozan çêkin.
Cara pêşî li Kolnê êrîşî şeva KOMKARê kirin, ji wan Ahmed Aydin hat kuştin, ji
KOMKARê jî yek birîndar bû.
Berî viya jî li Hamburgê û li Hannoverê êrîşî şevên hevalên me kiribûn.
Li Bremenê êrîşî ser şeva Tevgera Sosyalîst kiribûn. Dûra jî êrîşî şeva TKP-B
kiribûn.
Do li Hollandayê êrîşî ser şeva Rizgariyê kirin. Du hevalên Rizgarî bi
gulleyan(şeşderban)birîndar kirin.
XXX
1996-03-16
*Ji pê ra da ye berf dibare û vedike. Dinya tim ewr e, hema
xewa meriv tê. Îsal vê bêxwediya zivistanê pir dirêj ajot.
*Federasyon îro Newrozê pîroz dike. Min ji xanimê pirsî, min got ma em herin ya
na?
Pir dil nekir, got em herin ewê pêşek perê me here. Ji xwe destê me teng e,
bira îsal bimîne.
Bi rastî jî were ye. Hatina me me her meh 3 hezar kron di bin mesrefa me ra ye. Lema jî em nikanin rojekê zarokan bibin derekê bigerîninm herin li aşxanakê pariyek nan bixwin.
Li alî din ew kêf û şewq jî bi min ra nemaye.
*Ji bo Hêvî min telefonî tixtor kir. Roja duşemiyê ewê here
muayene bibe. Hinekî nerehet e.
Selîm Okçûoglû, Nîyazî Bûldan û abûqatekî din îro çûn ba
Abdullah Ocalan. Lê tu beyan nedan, gotin sibe emê bi nivîskî beyanekî bidin.
*Tirk bi xurtî dixebitin ji bo ku telewîzyona MEDê bigrin.
Îsmaîl Cem îro got, “ji 1ê gulanê pê ve
ewê êdî hew kanibin terorê teşwîq bikin.”
Yanî ev jî tê maneya piştî 1ê gulanê ewê MED TV were girtin. Heger ev rast be
pirr xerab e. Bi ya min derbeyek wiha ji girtina Ocalan jî xerabtir e.
Ez hêvî dikim ku derew be. Lê bawer nakim, derew be. Çend roj berê Ecevît ji bo
girtina telewîzyona MEDê ji hemû welatên endamê NATO yê ra nameyek şandibû û di
civînê da jî ev mesele anîbû rojevê. Yanî giraniyeke mezin dana vê meselê û bi
îhtîmaleke mezin ewê bigihîjin armanca xwe. Dinya hevalê xurta ye.
XXX
1997-03-16
*Telewîzyona MEDê li ser Jenosîda Helebçeyê programek çêkiriye, ji êvar da ye ji
vê jenosîdê rismên cenazeyên teyrikên cinetê di hêmaza dê û bavên xwe da
teslîmî mirinê bûne nîşan dide.
Ez nikanim hestên xwe bînim zimên, tu gotin dilê min rehet nake.
Çawa ku piştî Şerê Cîhanê yê Duduya ji bo cihuyan diyar bû ji bo ku careke din
bobelateke wiha neyê serê wan, dibê ew jî wek miletên din bibin xwedî dewleteke
serbixwe. Û bûn jî.
Ji bo me kurdan jî eynî tişt e, dibê em Kurdistanê rizgar bikin, bibin xwedî
dewlet.
Heta em jî wek farisan, ereban û tirkan nebin xwedî dewlet Helebçe ewê tim
qeder û para m be. Ji bo ku jenosîdeke wiha careke din neyê serê me û zarokên
me dibê em Helebçeyê, Kurdistanê rizgar bikin. Lê çi heyf serokên me ne ew
serokên kanibin Helebçeyê rizgar bikin, yên herî xurt bi çavên dijminan li hev
dinêrin.
Lê li alî din ez pir kêfxweş im hinek be jî min ev berhema hêja ji çewtiyan xelas kir. Tam li gorî dilê min rast nebû, çimkî sentaksa kekö Zîya Avcî, stîla wî û ya min ne wek hev e. Lema jî min ne ziman, lê şaşiyên rastnivîsê û hin cumleyên min kanîbûn rast bikira rast kirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar