17 mars 2022

Ewê nas bikin

Jinikê ji peyê xwe ra got, êvarî mîvanên me hene, bira haya te jê hebe.

Mêrik rabû şemsiyên li kêlek derî giş top kirin, birin veşartin.

Jinikê got:

-Ma qey tu dibê mîvanên şemsiyan bidizin?

Mêrik got:

-Na, lê ez ditirsim şemsiyên xwe nas bikin.

 

Kibrîd

Yekî dîn ji bo ku cixara xwe vêxe darikek ji qutiya kibrîdê derxist, vêxist, darik vêneket, ew avêt.

Darikekî din derxist ceriband, ew jî vênekt, ew jî avêt.

Darikê sisiya vêket. Kêfa wî hat, got:

-Baş e, wa ye ev vêdikeve, dibê ez wî veşêrim, ewê tim lazim bibe.

 

Sipasî

Jinikê dismaleka desta da gedê biçûk ê cîrana xwe. Lêwik dismala xwe kir bêrîka xwe û çû malê. Bîstek derbas bû bi paş da vegeriya, ji jinikê ra got:

-Sipas ji bo dismalê !

Jinikê got:

-Te çima xwe westand lawê min, ne hêjayî sipasiyê ye.

Lêwik got:

-Min jî ji diya xwe ra got ne hêjayî sipasê ye, lê diya min got na, dibê tu herî sipas bikî.

 

Hakemê maçê

Midûr hinekî bi xeyd ji mamûrê xwe ra got:

-Te ji min îzin girt, te got tu yê herî diranê xwe çêkî. Lê hineka tu li maça futbolê dîtine.

Mamûr got:

-Rast e ez çûm maçê. Çimkî hakemê wê maçê tuxtorê min bû. Mecbûrî li wir ez çûm ba wî.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE