17 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -65-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-17

Swêdiyê çend roj berê ji doza kuştina Olof Palme hatibû girtin, sawcî îro daxwaza girtina wî kir. Di xeberan da gotin heta nuha me ji vî kesî şik dikir, me digot kane têkiliya wî bi kuştina Palme ra hebe, lê dibe ku qatil ew bi xwe be jî.

Pûlis raste rast ne got ew qatil e, lê tiştên were wê maneyê îma kirin.
Heger di destê wan da delîlek tunebe gerek xelkê negirin. Qey di destê wan da delîlek, belgeyek heye lema dibêjin em jê şikê dikin.

XXX
1993-03-17

Abdullah Ocalan îro li Bekeayê îlan kir, got ewê ji 20 adarê heta 15ê nîsan yekalî şer rawestînin. Di civînê da Celal Talabanî jî hazir bû.

ji Tirkiyê reaksîyonek baş nehat. Waliyê Mustemleke û wezîrê karên hundur Ismet Sezgîn gotin:

”Em bi terorîstan ra rûnanin û em tu şertekî wan jî qebûl nakin. Tenê riyek li ber wan heye, ew jî dibê werin teslîmî edalet tirk bibin, xwe teslîmî destê Tirkiyê yê bi şefqet bikin…”
Bi kurtî di gotinên xwe da pir pozbilind bû, fena ku bi ser ketibin.

XXX
1999-03-17

*Ji roja Abdullah Ocalan hatiye girtin û vir da min destê xwe nedabû wergera di destê min de(romana Susanna Tamaro, Bide dû dilê xwe), ev cara pêşî ye îro ex digrim destê xwe.

Min dikir nedikir qet bala min lê nedihat. Bala min zêde li ser bûyerên girtina Ocalan e, bûyerên dibin min pir nerehet û xemgîn dikin.

Jixwe pênc rûpel mabûn, min du rûpel îşev wergerand, ma sê rûpel. Ev jî ji nav destê min derketa ewê baş biba.

*Kampaniya Tirkiyê ya li hember telewîzyona MEDê, Ozgur Polîtîka û Ajansa DEMê bi riya hemû rojname û kanalên telewîzyonan berdewam e.

Di warê dîplomasiyê da jî pirr dixebitin. Lê tiştê xerab şêla Ewrûpiya ye, ji dêlî ku Tirkiyê biqewitînin berên xwe didin kurdan û bala wan dikşînin, wan bi girtinê tehdît dikin.

Ev yek jî helbet dibe sebeb ku Tirkiye di daxazên xwe da bêtir israr bike.
Yanî Tirkiye dixwaze siyaseta xwe ya li hember kurdan bike siyaseta Ewrûpayê jî.

*Ez bi bavê xwe ra peyivîm, got diya te çûye şîna xaltiya te Zînê. Xaltiya min çendakî berê wefat kiribû. Wer xuya ye ev sirgûniya malkambax ewê nehêle ez merivekî xwe, dost û nasekî xwe bi saxî bibînim. Ezê li surgûniyê xeberên mirinên wan yeko yeko bibihîzim.

XXX
2014-03-17


Ji Misbeh Hicrî ra

Merheba birayê Misbeh!
Bi vê nameya te ez pir dilşa bûm. Min texmîn nedikir  tu yê wiha zû pê bihesî û têkiliyê bi min ra deynî.
Lê ”gawiran” dinya biçûk kiriye, carnan wiha feyda wê digihîje me kurdan jî.
Birayê ezîz, ez ji Wêranşarê me, 64 salî me û nuha li Stockholmê dijîm.
Bi rastî jî kêfa min gelkî ji cenabê te ra hat.  Dema ez dibînim yek bi kurmancî dinivîse kêfa min tê û hewil didim tiştekî li ser binivîsim.
Ez heger pir û pir ne mecbûr bim bi tirkî nanivîsînim. Tenê heger yek bi kurmancî nizanibe ya jî tirk be ez bi tirkî bersîvê didimê, wekî din tenê bi kurmancî dinivîsim.
Blogek min(hindik-rindik) xweru bi kurmancî heye, ji sala 2007a û virda ye bi rengekî bênabên didomînim.
Facebooka min jî heye, dîsa her roj tiştekî dinivîsim.
Ez jî li ser xemîşokên kurdî(çîrok, fabil, masal)dixebitim. Di sala 2008a da kitêbeke min ya bi navê(Antolojiya Çîrokên Zarokan)li Swêd derket.
Nuha min daye weşanxaneyeke din, heger ne derew be di meha nîsanê da ewê wek 2 cild derkeve.
Ez bawer dikim li dora 150 xemîşokên zarokan têda hene. Hinek dirêj in û hinek jî kin kin.
Ezê vê eydiyê werim Wêranşarê, hin dost û hevalên min li Rihayê hene, ezê riya xwe bi Rihayê jî xim û nêta min heye îcar ez û xanim du sê rojan lê bimînin. Heger tu li wir bî û misaîd bî bi dîtina te ezê kêfxweş bibim.
Gelek silavên ji dil…

XXX
2014-03-17

Sedat Eroglu li ser ansîklopediyeke nivîskarên kurd dixebite. Sê meh berê ji min ra qal kiribû xwestibû navê min jî têxe ansîklopediyê.
Îro ji min ra formeke pirsan şandiye, xwestiye xwe û berhemên xwe bidim naskirin. Lê form xuya nake, ya jî ez nizanim bibînim. Min ev bersîva jêr dayê:


-Ser sera, ser çava birayê ezîz. Lê forma te qal kiriye ne xuya ye. Dema te şand ezê dagrim û ji te ra bişînim.
Gelek sialvên biratiyê.

XXX
2018-03-17

Ji Cemal Ozçelik ra

Cemal merheba!
Min nivîsa te ya li ser Murad Ciwan xwend. Ez matmayî mam, wek ji ezmanan da kevirek bi ser serê min da bike. Ew wîdeoya te parastiye û normal dîtiye min jî belav kir.
Ji bo kesên ew vîde belav kirine te gotiye:
” Hin kes bêhemdê xwe vêya dikin, lê hin kesan jî ji xwe re ev yek kiriye kar. Ji sibê heta êvarî gotinê kesan berevacî dikin û derdixînin pîyasê. Li gor min ev texlît kes ji bo civata me pirr xeter in. Dibê tu kes prîmê nedin ev kesên provokator.”
Ji ber ku te nav nedaye, ez nizanim ez jî ji wan ”kesên ji sibê heta êvarî gotinên kesan berevacî dikim û provakator” im ya na?
Ji bo îthamên wiha giran dibê meriv edresê eşkere bike. Tu sebeb tuneye ez van gotinên te negrim ser xwe.
Ya din çend varyantên vê vîdeoya Murad Ciwan hatin belavkirin. Ji wan hinek kin in.
Ez lînka min belav kir ji te ra dişînim, wê guhdarî bike, dû ra emê bipeyivin.
Lê nuha jî dixwazim ji te ra çend gotinan bibêjim. Berî her tiştî wek te gotiye Mûrad Ciwan dîtina ereban nabêje, ya xwe dibêje. Qala ”dobretîya ” Erdogan dike. Ev abûqatiya Mûrad Ciwan qet bi te nediket.
Mûrad Ciwan serokê partiyeke kurd bû û Kurdistaneke serbixwe, sosyalîst û yekbûyî diparast.
Ji wir çû di telewîzyona dewletê bi merivên pir xerab ra bi pera program çêkir.
Serokekî kurdê rojhilat, serokekî kurdên başûr tiştekî wiha bikira kurdan ewê çi nav lê kirina?
Me qet mimkûn e serokekî partiyeke filistînî ji partiya xwe îstîfa bike û here di telewîzyona Îsraîl da bi pera pograman çê bike?
Heger bike filistînî ewê çi navî lêkin?
Ma Mahmûd Osman û Mihemed Hacî Mahmûd nuha herin di telewîzyona Îraqê da bixebiti normal e?
Û kurdê ji wan ra çi bibêjin ?
Ma nuha Kemal Burkay here di TRTê da bi pera programan çê bike, normal e û tu yê dîsa ji van kesan ra bibêjî welatparêz û robakbîr?
Murad Ciwan ne merivekî lalataîn e, wextekê xwedî îdîayên pir mezin bû, lê dû ra çû di TRT6ê û di telewîzyona Gulen da bi pera program çêkir, bi kesên pir xerab ra hevaltî û teşrîkî mesaî kir.
Ev tişt hemû li ba te qet ne muhîm in, tu dîsa jî Murad Ciwan wek ronakbîr û siyasetmedarekî kurd dibînî!
Min tiştekî wiha ji te qet nedipa !
Min digot belkî tu merivekî xwedî prensîp î …
Ev du meh in Tirkiye û çeteyên wê yên îslamî Efrînê bombebaran û topbaran dikin, li gorî ew dibêjin bi hezaran însan kuştine, bi dehhezaran kurd koçber bûne, gund û bajarên kurdan hatine dagir kirin.
Tirk dibêjin ewê Efrînî bi Tirkiyê ve girê bidin.
Hela ji min ra bibêje Mûrad Ciwanê ”ronakbîr” û ”siyasetmedarê kurd” li ser êrîşên Tirkiyê çi gotiye?
Û di van rojan da qala çi dike?
Ma siyasetmedarê kurd ne dibê di rojên wiha da bipeyivin?
Hela nîşanî min bide Mûrad Ciwan di van rojên reş da li ser vê êrîşa Tirkiyê çi gotiye?
Di wê vîdeoyê da Mûrad Ciwan, Erdogan bi Che Guevara miqayese dike, dibêje:
 ”Tevgera Erdogan dişbe ya Che Guevara, tabî ez nabêjim bi qasî ya Che Guevara dûr û dirêj e û li dinyayê belav bûye. Lê Che Guevara evsane ye, Che Guevara Kuba, Bolîvya nekir model ji bo Latîn Emerîka. Mesela Erdogan jî her çiqas bi qasî vê berfireh nebe jî efsane ye. Ji bo ku wek efsane nemîne, Tirkiye wek welat, AKP jî hebe, partiyeke din jî hebe, ji bo Tirkiye bibe model dibê hin tiştên din jî werin kirin.”

Mêrik Erdogan û tevgera wî wek ” Che Guevara” efsane dibîne, lê tu rabûyî abûqatiya wî dikî, tu dibêjî yên wî rexne dikin manîplasyonê dikin û provakator in.
Recep Tayyip Erdoganê Mûrad Ciwan wî wek ”efsane” dibîne serokwezîrê Tirkiyê ye û dagirkerê Kurdistanê ye. Û ji bo ku min vîdeoya Mûrad Ciwanê serokwezîrê Tirkiyê wek Che Guevara efsane dibîne belav kiriye tu ji min ra û ji yên ev vîdeo belav kirine ra dibêjî ”provakator” !
Min ji te guherîneke hewqasî mezin ebeden nedipa… Bimîne di xweşiyê da
Zinarê Xamo
2018-03-17

Cemal di bersîva xwe da gotiye, "Baş e sibe di wextek fireh de ezê lê temaşe bikim.
Spas bo parvekirinê"

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar