18 mars 2022

Wexta mirina bizinê nanê şivên dixwe

Wexta mirina bizinê tê nanê şivên dixwe. Pûtîn jî bi dagirkirina Ûkraynayê nanê şivên xwar, gorra xwe kola. Amerîka, NATO û Yekîtiya Ewrûpayê ewê wî basko bikin.

Tiştê rûs bikin kuştina siwîlan û wêrankirina bajaran e, lê ewê nikanibe Ûkraynayê teslîm bigire. Ûkrayna helbet ewê zirareke pir mezin bibîne, lê ewê  qezenc bike, Amerîka, Ewrûpa hemû li pişta Ûkraynayê ne.


Pûtîn hesabekî pir şaş kir, ewê cezayê xwe bikşîne, ev şer ewê li ser wî û li ser Rûsyayê pir buha rûne.

Pûtîn gewî û aşûnî bûbû, ji ber ku ev çend sal in halê wan xweş bû, hibekî ber xwe dîtin har bû, xewnên Rûsya berê dît, xwest Rûsya berê, Sovyetê bi paş da bîne. Nexweşiya mezinbûnê xw elê da der.

Li Sûriyê jê ra li hev hat, got belkî Ûkrayna jî ewê bibe loqekî wek Sûriyê û ewê rehet daqultîne. Lê hesabê wî şaş derket, ewê bela xwe bibîne.

Wa ye Çînê jî çerx kir, wer xuya dike serokê Çînê fêm kir keştiya Pûtîn binav dibe, lema keştî terikand. Nuha tenê Erdogan tayfayê keştiya Pûtîn e, lê di nêz da ewê jî terka Pûtîn bike.

XXX

Heger havînê tu li ber sîyê pal bidî, zivistanê tu yê zikê xwe yê birçî miz bidî.

Destê xebitî li ser zikê têr e.

Heger tu bixwazî heyfê bigirî dibê tu ji mirinê ra jî amade be.

Heger tu bixwazî xwe û welatê xwe ji bindestiyê xelas bikkî dibê tu bi şev û roj bixebitî û xwe ji tu fedekariyê nedî alî.

Hin kes pir dipeyivin, lê karekî nakin û bi kesî jî qayil nabin. Carê fêrî leqleqa vala bûne. Fêrbûyî ji harbûyan xerabtir in.

XXX

Mahkemeyeke Tirkiyê ji ber xebatên wê yên di komeleyan da 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dane Dayika Aştiyê Meyrem Soyluya 79 salî.

Li hemberî zulmeke wiha meriv lal dibe.

Hakimek gerek hewqasî jî namerd nebe. Lê mahkimeyên Tikriyê giş bûne hêlînên nazîyên tirk, neyarên kurdan.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE