Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-03-18
Piştî nîvro min çû texsî ajot. Ev cara duduya ye dajom. Ciyê em lê dajon nêzî
mala me ye, ez naçim dereke dûr. Ev baş e. Lê dudil im.
Êvarî Aslan Kaya telefonî min kir, got min rexneya te ya li ser romana TU
xwend, min eciband. Rexneyeke ne xerab be.
Min sipasî wî kir.
Aslan(Mehmet Kaya)zû bi zû nivîsekê naecibîne. Di ser da jî telefonî min kir.
Ev jî muhîm e.
XXX
1999-03-18
Kasa Sîgortayê(Forsakringskassanê)ji min ra nameya deyn şandiye, heft hezar kisûr kronî ji min dixwaze, dibê di sala 1977an de we alîkarîya xênî zêde girtiye, divê hûn hewqas pere paş da bidin. Ji min ra perakî pir e, dibê bi texsîda bidim.
Ezê îtîraz bikim. Lê bawer nakim qebûl bikin. Zû bi zû biryara xwe naguherînin.
Heta nuha Rojen nexweş bû, ew hinkî baş bû, lê îcar Serhat nexweş ket. Diya wan dibêje ez jî nexweş im. Mal bûye wek nexweşxanê.Heyder,
Va ye min wergera destûrê qedand û ji te ra dişînim. Lê belê
min qet qontrol nekiriye. Divê tu carê bixwînî. Ku te kêmasî û çewtî dîtin,
dîtin pêşniyarên xwe ji min ra bibêje. Na ku te dît wa ye baş e, tu kêmasiyeke
wê tuneye, wê gavê tu dikanî ji wan ra bişînî. Lê ji bîr neke, dibê bizanibin
min wergerandiye.
Ev destûra min wergerandiye ya KARSAZÊN Kurd e. Destûr û
programa xwe dabûn Heyder ji bo ku ji wan ra wergerîne. Heyder jî ji min rica
kir ku ez alîkariya wî bikim.
Zinarê Xamo
2001-03-18
XXXOsman,
Rûpela te pir xweþik e. Te pîroz dikim. Te gelek agahiyên
hêja anîne ba hev. Ya din jî te pir xweşik li hev ragirtiye, dema meriv lê
temaşe dikie meriv naweste. Bi kurtî malpereke şîrîn e.
Gelek silav
Zinarê Xamo
2001-03-18
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar