19 mars 2022

Tiştê tirk li Efrînê dikin jenosîd e !

Tirkiyê di nav 4 salan da herî kêm 650 hezar ereb, tirkmen û malbatên terorîstên Daîşê li Efrînê bi cî kirine.

Dagirkeriyeke hewqasî hovane, hewqasî nazîst li tu derê nehatiye dîtin.

Di nava 4 salan da 600-700 hezar kurd bi darê zorê mecbûrî koçberiyê kirin û 650 hezar ereb û tirkmen li Efrînê bi cî kirin. Ev jenosîd e, tu ferq vê ji jenosîda êrmeniyan tune ye.

Lê Erdoganê mîmarê vê jenosîdê hîn jî serokekî muteber e, dinya tiştekî pê nake.

 

XXX

Pêşîyên me gotine aynê bizina kol ji bizina bi quloç ra namîne. Hin dîktator dema xurt dibin, dibin wek bizina bi guloç, bela xwe di bizinên bêquloç didin.

Pûtîn got belkî ew bizina bi quloç e, lê ew çi zalimiyê bike jî bela xwe bibîne, ev zulm ewê jê ra nemîne.

Ez hêvî dikim jê ra nemîne, belkî ji zalimên wek wî ra jî bibe ders. Wele zalim, dîktator ji tarîxê dersê nagirin, lê dîsa jî têkçûna baş e.

 

XXX

Bala min lê ye hin kurd Newrozê ji nuha da pîroz dikikin. Çima hewqasî ecele dikin min qet fêm nekir!

Ma dibe meriv eydiya Remezanê û eydiya Qurbanê hefteyekê zû pîroz bike?

Xiristiyan jî Noela xwe ne çend rojan zû, di roja wê da pîroz dikin.

Lê hin kurd heta wê rojê sebir nakin, Newrozê çend rojan zûtir pîroz dikin. Wê demê meriv ne 21ê adarê tenê, heftakê bike hefta Newrozê.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE