19 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -67-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-19

Swêdiyê bi îthama tiliya wî di kuştina serokwezîrê Swêd Olof Palme da heye îro saet di 15.30 da hat berdan. Dema min di radyoyê da xebera berdana wî bihîst ez matmayî mam.
Çimkî rojnameyan hetanî nuha bi cî û war dikirin, digotin bi îhtîmaleke mezin qatilê Palme ew e.
Pûlis jî gelek şop û ”delîl” li dû hev rêz dikirin. Sibe mahkima wî bû. Rojnameyan digot, pûlis ditirse hinek wî bikujin, ji bo ku nepeyive, nebêje kî li pişt wî ye.

Xwedêgiravî pûlis gotibû em û mahkime hatine tehdîtkirin, ji bo wê jî si be di mahkimê da ewê tedbîrên pir mezin werin girtin.
Lê wa ye mêrik berdan. Aqilê min sekinî, pûlis çima wiha kir, tiştên hetanî nuha di heqê wî da dihatin gotin gelo giş vir bûne?

XXX
1988-03-19

Newroza îsal li Konsert Husetê hat pîroz kirin. Salon hetanî ber dev tije bûbû. Ciyekî vala nemabû. Belkî 1500 kes hebûn. Program jî baş bû. Kurd hêdî hêdî li Swêd zêde dibin, lema Newroz êdî pir qelebalix dibin.

XXX
1999-0319

*Piştî kar ez çûm komel û enstîtuya apociyan, herdu jî girtîbûn. Li ser deriyê komelê nivîsandibûn îşev Newroz heye, cî jî li Solna Hallenê ye.
Min nizanûbû Newrozê îşev pîroz dikin. Min dixwest em herinê, çimkî min nîv soz dabû Heyder, lê wa ye him Serhat nexweş e û him jî min ji bîr kiribû.

*Dema min ev nivîs dinivîsand Heyder telefon kir, got çima tu nehatîye. Min jê re mesele got.

*Min derengê şevê nivîsên Hasan Cemal yên 17 û 18ê mehê xwendin. Ew jî dixwaze Telewîzyona Medê were girtin. Di herdu nivîsên xwe da jî bêbaviyê dike û wek berdevkê dewletê dipeyive. Min bi nivîsekê bersîv dayê. Lê ez bawer nakim qal bike.

XXX
2023-03-19

Merheba Canan xanim!
Min nivîsa te xwend. Nivîseke baş e, tiştên te destnîşan kirine muhîm in. Civat ji van tiştan, alîkariyan heydar be baş e. Canan xanim, sernivîsa te şaş e, rast bike. 

Sernivîs dibê wiha be:
-Bandora karesatên xwezayî yên derûnî: Mînak û lîkolîn
-Tesîra/bandora felaketên xwezayî yên psîkolojîk:Mînak û lêkolîn
Ya jî dibê wiha be:
-Bandora karesatên xwezayî li ser psîkolojiya însên.
Dibê sernivîs were fêmkirin.
Bimîne di nav xêr û xweşiyê da
Zinarê Xamo
2023-03-19 Stockholm

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar