20 mars 2022

Dua xortê yahûdî

Xortekî yahûdî di zewacê da bêbiryar bû, geh dixwest bizewice, geh nedixwst. Her roj ji Xwedê ra dua dikir, digot:

-Ya Rebî ez tu carî nezewicim ! Heger zewicîm nexapim ! Heger xapîyam nizanibim !

Heger zanibim guh nedimê !

 

Ewê çi bimîne?

Mamoste di dersa matamatîkê da ji Sosina biçûk pirsî, got:

-Du sêvên min ên şekirî hene, ez yekê bidim te û yekê jî bidim Sêvdîn ewê çi bimîne?

Sosinê got:

-Emê sêvên şekirî bixwin, ewê tenê du darik bimînin!

 

Ji kerema xwe

Derengê şevê bû, mêrik diçû mala xwe. Yekî riya wî birrî, jê ra got:

-Hela deqakê raweste! Tu boksê, kareteyê zanî?

Mêrik got:

-Na heyra, ez û wan tiştan, ez ne boksê zanim, ne jî karate yê.

-Pir baş e. Bi te ra kêr, sîleh heye ?

-Na tune ye. Ji bo çi tu van sewalan ji min dikî?

-Ê wê demê ji kerema xwe kanê cuzdanê xwe bide !

 

Evîn

Mêrik yekî pir zengîn bû, rojekê bi murûzekî xembar, bi kelogirî ji xanima xwe ra got:

-Delala min, xebereke min a pir ne xweş ji te ra heye. Min mala xwe şewitand, serweta min hemû ji dest min çû, ez rût bûm.

Jinikê got:

-Tişt nabe, qet xema nexwe. Evîna min a ji te ra pir mezin e, piştî ez terka te bikim jî ewê dom bike.

 

Parsek û esilzade

Yê parsek li kuçê destê xwe li ber esilzadeyekî vegirt, jê sedeqeyek xwest.

Yê esilzade got:

-Ez tu carî li kuçê pera nadim kesî.

Parsek got:

-Ê tu dibê ez çi bikim, ez buroyekê vekim?

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE