Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1996-03-20
*Îro roja Muayena Serhat bû, min ew bir ser tuxtor. Dîsa du
babet dermanên astimê, Bricanyl û Pulmicort danê. Min xwest makîna oksîjenê jî
bidinê, tuxtor gotr hewce nake, bira van dermanan bixwe ewê baş bibe. Meheke
din emê dîsa herin ser tuxtor.
*Hukûmeta Tikriyê biryara da Newrozê bi rengekî resmî him li bajarên Tirkiyê(Anqerê,
Stenbolê û li Kurdistanê li Diyarbekirê, Ixdirê, Cizîrê û Qersê pîroz bikin.
Demirel, Yilamaz, Denktaş Newrozê pîroz dikin ! Wey kevir bibare…
*Li alî din HDPê jî li Diyarbekrê, li Stenbolê û hin derên din pîroz dike.
Dewlet dixwaze vê roja me ya millî jî bi vî hawî dejenere bike, dilê kurdan ji Newrozê sar bike. Lê ez bawer nakim tirk dom bikin…
XXX
1999-03-20
Ez bi Mûrad(Mûrad Ciwan) ra peyivîm, dilê wî hebû li ser van
bûyerên dawî tiştekî binîvîsîne, lê got derek tune ye lê biweşînim.
Min got piştî ku tu ji Ozgur Polîtîkayê ra nanivîsînî, ji Hêviyê ra binivîsîne.
“Min ji wan ra li ser kitêba Tayfûn û M.Emîn Bozarslan (herdu kitêb jî li ser Kurd Taawun Cemîyetî ne) nivîsek şandibû lê çapnekirin, gotin te di nivîsa xwe da terefgîrî kiriye, te heqê Bozarslan xwariye.”
Li ser vê Mûrad nivîsa xwe bi paa da xwestiye û êdî hew ji wan ra dinivîsîne.
XXX
1999-03-20
Ji bo li Kurdistanê bi hawakî girseyî Newroz neyê pîrozkirin
dewletê tedbîrên mezin girtine. Heyetên xerîb jî paş da dişînin, nahêlin kes
here Kurdistanê.
Welhasil çi li Kurdistanê, çi jî li Tirkiyê li hember kurdan teroreke mezin
dimeşînin.
XXX
2001-03-20
Birayê Brûsk,
A nuha ez bi tesadufî rastî nivîsa te ya li ser
internetê(hej.261) hatim. Di nivîsa xwe da te qala malpera min jî kiriye. Gelek
spas û mala te ava.
Û her wisa bi vê minasebetê Newroza te jî pîroz be!
Zinarê Xamo
XXX
2001-03-20
Heyder,
Do ne pêr, min wergera destûrê ji te ra şandibû. Heta nuha
te tu bersîv neda min. Gelo te hîn nexwendiye ya jî tu ne li mal î. Ez li bende
bersîva te me.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar