21 mars 2022

Va ye min got

Lawikê biçûk hinekî bi tirs ji diya xwe ya li ser dîwanê dirêj bûyî ra got:

-Dayê te xêr e, çima te xwe dirêj kiriye, ma tu nexweş î?

Jinikê got:

-Ez îro pir westîyayî me lawê min, ji hal da ketime.

-Ma qey tu pir westiya ye ?

-Erê erê îro ez gelkî betilî me. Ez wer bêhal im taqeta min tune destê xwe bilivînim.

-Ê wê demê ez bibêjim. Ew wazoya te jê pir hez dikir, te digot wazoyeke pir buha ye min şikand. Dûra nebêje te negot...

 

Navê şaş

Xort navê ji dildara xwe hilnedida timî jê ra digot:

-Canê, xezala min !

Rojekê keçikê jê ra got:

-Tu çima qet navê min nabêjî, timî ji min ra dibêjî "canê ?

Lîwik got:

-Ez ditirsim xwe şaş bikim, navekî şaş bibêjim...

 

Pars

Mêrikê parsek destê xwe li ber yekî vegirt, got:

-Ji bo riza Xwedê sedeqeyekê...

Mêrik mirûzê xwe tahl kir, got:

-Ma tu nizanî li vî bajarî pars qedexe ye?

Parsek got:

-Ez zanim parskirin qedexe ye, lê bebelê sedeqe dayina we ne qedexe ye. Tu metirse sedeqa xwe bide, ji te ra ne qedexe ye.

 

Şîret

Xanimê ji xizmetkara nuh ra got:

-Keça min, dema tu toz moza malê paqij dikî û derdikevî ser kursiyekê baştir e kaxetekê têxe binê nigê xwe, bira kursî qilêr nebe. Keçika berê kursî qilêr dikir.

Keçikê got:

-Ne hewceyî kursîyê ye, bejna min dirêj e, destê min digihîje her derê.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE