21 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -69-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-21

Ez û Zîya Avci li bajêr rastî hev hatin. Ji min ra got do(20/3-86) pûlisê Danîmarkî termê Eyûb Kemal Adsiz li nêzî mala wî di bahrê da dîtiye.
Dema wiha got, wek deziyê pişta min biqete, ez di ciyê xwe da tevizîm.
Min berê jî texmîn dikir ne sax e, lê dîsa jî bi min pir zor hat. Ya xerab ew e em nizanibin kê, ji bo çi kuştiye ?

Pûlis tiştek negotiye, lê ez ji Apociyan şikê dikim. Salek berê jî(4/11-85) hevalekî me yê din Mustefa Tanguner qetil kiribûn. Ez dibêjim dîsa ew in.

XXX
1987-03-21

Min çend Armanc û çend kitêbên Kerîm Husamî birin Eskîlstûna şeva Newrozê. Di şevê da piranî kurdên soran bûn. Baş bû di şevê da tu teşxele derneket. Destê min tim li ser dilê min bû, ditirsiyam Apocî dîsa teşxeleyekê derxin.
Ez bi şev li mala Cuma Sevmezler xoce mam. Sibê Abîdîn Alkoyun hat wir. Bi min wer hat fena ku Abidîn dixwest tiştekî ji min ra bibêje, lê rewş ne misaîd bû. Pir dixwest ez herim bibim mîvanê wî. Lê dibê ez vegeriyama Stockholmê.

XXX
1988-03-21

Telewîzyona Swêd Raportê di xeberên 19.30î hin dîmenên Qetlîama Helebçeyê nîşan dan. Li gorî xeberên ji hatine herî kêm pênc(5000) hezar însan bi çekên jahrî hatine kuştin.

Telewîzyonê nîşan da, bi sedan însan, jin, zarok, kal, pîr wek keriyê pezê mirar bûyî, wek keriyê gur vê ketibe termên wan li erdê belavbûyî bûn. Cendekên miriyan ji erdê top dikirin û tijeyî pîqab û qamyonan dikirin.
Li bajarekî tenê 5 hezar kurd bi jahra kîmyayî hatine kuştin û Neteweyên Yekbûyî, dinya bêbav lê temaşe dike. Medya
yê hîn îro xweşikî qal kir.
Heger Îsraîl li hemberî filistîniyan qetlîameke wiha kiribûya nuha dinya hejiyabû, nuha dinya çûbû hawara flistîniyan. Lê ji ber yên li Helebçeyên hatine kuştin kurd in kes qetlîamê mezin nake, kes naçe hawara kurdan. Çimkî her welat li kara xwe, li tîcareta xwe difikire, kes naxwaze nabêna bi ereban, faristan û tirkan ra zêde xera bike.


XXX
1996-03-21

*Ji roja şemiyê da ye hevalên PKKê li Almanyayê hin hedîsan derdixin, bi pûlisan ra li hev dixin, riyan digrin, ereban dişewitînin.
Li ser bûyeran Almanyayê meş û pîrozbahiyên Neswrozê li wan qedexe kirine. Lê li gorî xeberên hin ajansan dîsa jî li hin bajran Newroz pîroz kirine. Li gorra xeberên medyayê pûlis li dora 200-300 kesî girtine. Tevlihevî û bûyerên wiha li zirara kurda ye. 

*Bi şev birayê min Fûad telefon kir, got Newroz baş derbas bû, li dora 30-35 hezar kesî li çend ciyan Newroz pîroz kirin. Got 2-3 kes birîndar bûn(panzêrê pê li wan kiriye) û li dora 30 kesî jî hatine girtin. Lê reqem kane zêde be jî.
Organîzeya Newrozê jî ji alî Platforma Demokrasiyê ve hatibû çêkirin.
Li gorî gotina Fûad got, pîrozkirina dewletê fîasko bûye, kes neçûye Newroza wan, ew xwe bi xwe bûne.

XXX
1997-03-21

Bîsteke din emê herin şeva Newrozê. Berf e, ji vêsê da ye venekiriye.
Dilbihar(Dîlba) Demirbax tê Newroza îsal. Sitranbêjeka popê gelkî bi nav û deng e. Xort pir jê hez dikin, pê kêfxweş û serbilind in.
Sala çûnî albûma wê ya pêşî (I´m Sorry/ez xemgîn im) derket û pir deng da. Ji bo vê albûma xwe xelat girt; Grammîsek û Hirça rojnameya AftonBladetê.

Dîlba keça Selhedînê bêrîmtî ye, em bi malbatî hev nas dikin.
Selhedîn, pîreka wî, apê Dîlbayê Mistefa, xanima Mistefê giş distirên, kilamên gelêrî dibêjin. Me carê, du caran wek gurûb ew derxistin şevên Newrozê jî.

Li Tirkiyê îsal dewlet jî dixwaze Newrozê pîroz bike. Ji bo kur ê li ber pîrozkirinên kurdan bigrin, sembolên kurdan bikin yên xwe jî.
Dema kurd Newrozê pîroz dikin pir aciz dibin, dibixudin, lê hertim nikanin qedexe bikin. Lema jî dixwzin bikin ya xwe jî.
Îsal ne tenê Newroz kirina ya xwe, dibêjin rengên kesk, sor û zer jî yê me ye.
Lê pir sûnî ye, tiştên wiha bi zorê nabe, dibê di kultura meriv da hebe.

 XXX
1999-03-21

*Di Pîrozbahiyên Newrozê da gelek bûyer derketin, bi sedan însan birîndar bûn. Bi taybetî li Diyarbekrê, li Batmanê, li Wanê teroreke nedîdî dan meşandin. Bi hezaran însan girtin û gelek kes jî hatin kuştin. Di nav kesên girtî da gelek Ewrûpî jî hene.

*Weysî Aydin ji Almanya telefon kir, li kitêba Barbro Karabuda”Öster Om Eufrat” pirsî. Min got li ba min heye. Kopyeke xerîteyên di dawiya kitêbê da xwest, ezê jê ra bişînîm.

XXX
2021-03-21

Ji Dr. Eser Çetîn ra
Merheba!
Hêvî dikim tu baş î, siheta te li cî ye. Tuxtor, ezê bi pirsekê careke din te nerehet bikim. Ev çend şev in, di xew da devê min zuha dibe, derengê şevê ez bi xwe dihesim. Devê , gewrîya min dibe wek kulavekî, heba xwezîyê di devê min da nanîne. Mecbûrî avê vedixum. Berê jî çend caran wiha bû, lê dû ra dubare nekir. Gelo hin xwarin li min nayê, ya jî ji ber tiştekî din e? Ez neçûme ser tuxtor, min got berê ez ji te bipirsim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar