22 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -70-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-22

Mahmûd Kîper vêsê telefonî min kir, xwest ez li ser navê Komîteya Partiyê ji şeva Newrozê ra mesajekê binivîsînim. Min got baş e. Min mesaj nivîsî, saet di 14a da teslîmî wî kir.
Em çûn şeva Newrozê. Cî Asogymnasîum bû. Asogymnasîum salona lîseyê ye.

Li gorî sala çûnî, îsal însan hindik bûn, salon tije nebûbû. Îsal kurdên Konyayê pir bûn. Kurdên Konyayê werin Newrozê, şîn û şahiyên kurdan baş e, meriv hevdu nas dike, nêzî hev dibe. Kurdên Konyayê di nav kurdên din da xwe xerîb his dikin. Bi têkiliyên wiha ev his kane kêm bibe.

Gava tên komelên me jî xwe tam ji me his nakin, wek ku mîvan bin. Lê dema ew xwe bi xwe tên ba hev pir rehet in, wek li mala xwe bin. Jihevdûrbûna bi salan tesîreke mezin li hestên wan kiriye.
Hevalên me yên kurdên Konyayê pir in, tên komela me. Lê naxwazin werin malên me, dema bi meriv ra tên jî ne rehet in, şermok in. Û tu carî kurdên ji Kurdistanê dawetî malên xwe nakin. 

XXX
1987-03-22

Saet di 12.41ê da ji Eskîlstûnayê bi tirênê bi rê ketim, hatim Stockholmê. Min berê ji diya zarokan ra gotibû li T-Centralê li bende min bin. Em bi hev ra çûn şeva Newrozê. Şikir li wir jî tu hedîse derneket. Federasyonê ban pûlis kiribû. Çend pûlis hatibûn, belkî yên swîl jî hebûn. 
Berî şevê milet ditirsiya Apocî wek şevên Almanyayê li vir jî êrîşî ser şevê bikin, û bixwazin şevê belav bikin.
Do li Almanya li Bochumê hevalekî me kêr kirine. Belayeke mezin e hatiye ser me kurdan. Emê çawa ji vê belayê xelas bibin ez nizanim. Ew te bikuje jî xerab e, tu wî bikuje jî xerab e.

XXX
1997-03-22

Newroza îsal bêdûzan, bêserûber bû. Her tişt bi dûzan, zû nediguherî. Nabên pir diket guhertina sahneyê û hatina dengbêjan.
Lê yekî bi navê Kovan kiribûn sipîkerê şevê tam felaket bû. Dengekî davudî li ser bû hey hawar, dema xwe didayê salon dihejand, gava diqîriya her kesî guhê xwe digirt.
Malxerabo ne kanîbû nivîsên kurmancî bixwenda, ne jî bipeyiviya. Dikir nedikir nikanîbû du gotin serbest bigota.
Her cara mesajek, şiîrek dixwend malik lê diviritî, hema dikir birre birr. Dengê wî çawa neket min fêm nekir. Ez du caran wer biqîrim dengê minê bikeve.
Min bala xwe da der û dora xwe her kes pê dikeniya. 
Sipîkera swêdî keça Mamoste Nûjen Dewrim bû. Pir xweş, sakîn û kibar bû. Însên fêm dikir çi dibêje.
Di şevê da Yilmaz Çamlibel wek mîvan axivî. Him axaftina wî, him jî kurmanciya wî pir baş bû. Kurmanciya serhediyan jixwe baş e. Lê ew jî merivekî zana ye.

XXX
1999-3-22

Ez îro neçûm kar. Min Rojen bir ser logoped. Zimanê wî hinekî giran bûye, li hin gotinan disekine.

Dûre jî em bi xanimê ra çûn ser tixtor.

Min ji Ozgur Polîtîka ra nivîsek şand. Nivîs li ser êrîşên Tirkiyê yên li hember MED TV bû. Li hember van êrîşên Tirkiyê dibê em siyaseteke çawa bimeşînin.

Ez hatibûm dawiya nivîsê spîkêra MED TVê nûçeya girtinê da, got ITC ya Îngilîz bîst û yek roj ceza daye me, di nav vê demê da emê nikanibin weşanên xwe bidomînin.

Çaxa wer got ji hêrsa agir bi kezeba min ket. Seet tam di 20. 05an da ekrana MED TVê reş bû!

Wek yek ji derve were, bi zor bifî çira meriv bike, meriv di tariyê de bihêle.

Min ji wan ra tavilê mesajek şand. Min got nûçeya girtina Telewîzyona Medê wek xençereke jahrî li kezeba min ket.

Tiştê ewrûpî dikin bi kêmasî bi qasî yên tirkan zilm e, neheqî ye, çavbirrîn e.

Enîs Berberoglu(nivîskarê Hurrîyetê) li ser Newroza Diyarbekrê nivîseke pirr xerab nivîsî bû. Min bersîvek kin jê re şand.


-Newroza îsal pirr baş derbas bû. Bi taybetî li Diyarbekrê pirr bi îhtîşam derbas bû û li gor texmînan li dora sêsed hezar kesî beşdar bûn. Dewletê li Diyarbekrê û li çend ciyên din qedexe(yasax) nekir lê li gelek deran jî yasax kirin, nehîştin milet bi hawakî Newroza xwe serbest pîroz bike.


-Li Stenbolê û li gelek ciyên din gelek kes girtin bin çavan û dîsa teroreke mezin meşandin, lê dîsa jî xelkê li gelek deran Newroza xwe pîroz kiriye. Tiştê di Newrozê da tînin serê kurdan zulmeke mezin e, lê ev yek ji xwe ra kirine kar.

XXX
2010-03-22

Ji Abdulkadir Gok ra
Merheba birayê Abdulkadir!
Di serî da Newroza te û ya malbata te pîroz be!
Mamoste, li qusûra min nenêre, min nuh dest bi vê quzulqurta "facebook"ê kiriye, lema jî carnan ez nizanim ez çi dikim.
Lê ev nivîsa jêr min nenivîsiye û nesndiye. Ez nizanim kî ye.
Dibêje min ji xwe ra "facebook" profîlek çêkiriye û dixwaze te jî bike "hevalê" xwe. Û ji bo vê jî destûra te dixwaze, lê guh nedê, bibêje na.
Ez bi xwe fêm nakim nav û rismê min  çawa bi wir ve zeliqîye?
Mamoste, yaho ev îş meriv ditirsîne bira...
Ji ber ku min tu meşxûl kir li qusûra min nene

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar