22 mars 2022

Îro me rojek xweş derbas kir

 

Ji milê çepê: ez, xanima min, birayê min Fûad, Nezîr Duygu

Îro ez, xanima xwe û birayê xae Fûad daketin Stockoholmê. Bi xêra mîvanan em jî diherin li bajêr digerin.

Fûad ev çend roj in mîvane me ye me hîn nebirûbû li Stockholmê negerandibû, em wer li der û dora mala me digeriyan.

Me got îro jî  em herin li nava bajêr bigerin, camêr ji Stenbolê hetanîê vir hatiye nabe ez wî li Stockholmê negerînim.


Her cara ez mîvanekî li Stockholmê digerînim pêşî dibim Gamla stanê(Bajarê Kevn), bîstekê li wir digerînim, dûra berê xwe didim nava bajêr. Herêma Stockholma destpêkê ye, meclîs li wir e, Qesra Qirêl, Edlîye û gelek avahiyên kevn û muhîm li wê herêmê ne.

Meriv kane bibêje Gamla stan mirwariya, taca serê Stockholmê ye.



Îro jî em berê çûn Gamla stanê. Dikana hemşerîyê min Nezîr Duygu a xişir li wir e, nedibû em riya xwe bi dikana wî nexin û silavekê nedinê, qahweyeke wî venexwin.

Em çûn dikanê, şansê me hebû vê carê li wir bû. Camêr çer em dîtin pir kêfxweş bû, hurmeteke mezin nîşanî me da.

Serê salan bû me hev medîtibû. Piştî sohbetek li ser niga em çûn pastexaneya yekî kurd, me li wir bi hev ra fîncanek qahwe vexwar û bîstekê sohbet kir, rojên borî yad kir. Bi xêra wî min ciyê kurdekî din jî nas kir.

Dema xatirxwestinê hemşeriyê minê ezîz nexwest me ji dikana xwe bê diyarî rêwî bike, me çiqasî got na jî camêr qebûl nekir, diyarî da me hersiyan jî, got nabe hûn bê diyarî(hedîye) ji dikane min herin.

Tizibiyeke karîban a pir hêja, pir xweşik yadîgarî min kir. Jixwe ez nexweşê tizbiya me, bi vê yadîgariya wî ez pir kêfxweş bûm. Mala camêr ava be, qedir û qîmeteke pir mezin da me.

Ez li ser navê xwe û xanima xwe û li ser navê birayê xwe Fûad sipasî wî dikim, ezê vê hurmet û camêriya wî tu carî ji bîr nekim.

Li xerîbiyê mervantî, hemşîretî pir muhîm e, dibê meriv qedrê wê bizanibe, rojekê kane ji meriv ra lazim bibe.

Ji Gamla stanê me berê xwe da kolana Stockholmê ya herî xweşik Strandvagenê û herêma Ostermalmê.

Belediya Stockholmê nava bajêr kiriye qada înşaetê, riya nehatiye girtin, kuçeya teng nekirine tuneye, her der înşeat e, bend e, girtî ye.

Belediya Stockholmê her sal wiha dike, çer bihar û havîn tê nava Stockholmê dikin xerabe.

Ev çend sal in Stockholm li xelkê û li turîstan herimandine, erebe, pisqilêt û însan li bin guhên hev dikvevin, hema hema li tu kuçeyê meriv nikane bi rehetî gava xwe bavêje.

Me tahmek, lezetek ji gerra xwe nedît. Ji bo ku pisqilêt li me neqelibin çavê me wer li dera me bû.

Rojek xweş bû, bi zahmetî be jî em hinekî geriyan, me hemşeriyekî xwe dît û tizbiyek karîban a pir xweşik li koleksîuana tizbiyên min zêde bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE