Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1987-03-12
Xwediyê çapxanê Armanc anî komelê. 700 kronê wî li me mabû. Xwedê kir perê min hebû, min 700 kron ji kîsê xwe dayê. Ezê perê xwe dûra bigrim.
XXX
2001-03-12
Ji Weşanxana Dozê, ji Ahmed Okçuoglu ra
Kekê Ahmed,
Gelek spas ji bo bersîva te û mala te ava.
Li ser mesela daçekan( da û ra) te gotiye hûn dixwazin wan
biguherînin, bikin ”de û re” û di vî warî da te fikrê min jî pirsiye. Ez bawer
dikim tu yê jî bizanibî di axaftinê da piraniya kurdan ”da “ û ” ra” bikar
tînin.
Yanî meriv dibêje: ji min ra got di otobozê da di xew ra çû.
Lê di
nivîsandinê nuha kirine eksê wê, hema hema her kes ”de û re” bikar tîne.
Tu rastiyê dixwazî her çiqas li ba me(Wêranþar, Ruhayê)
daçeke ”da û ra” bikar bê jî lê dîsa jî min roman(Bide Dû Dilê Xwe) bi hawê ”de û re” wergerandibû.
Bes dûra min di rojnameya Roja Teze da meqaleyeke M. Emîn Bozarslan(tam di wan
rojên ku tu li vir bû) li ser vê meselê xwend. Wî di wê meqala xwe da digot, di
hemû kilasîkên kurdî da daçekên ”da û ra” hatine bikaranîn. Û di vî warî da jî
ji Ahmedê Xanî û ji Melayê Cizîrê gelek nimûne dabûn.
Li ser wê, min jî rabû ”de û re” guherandin û kirin ”da” û ”ra”. Min xwest ez
wê nivîsa M. Emîn Bozarslan ji te ra biþînim, lê min nikanîbû. Çimkî malpera
Roja Teze hatiye girtin. Lê li gel vê jî hûn zanin, heger hûn dibêjin na,
hutlil batil divê em biguherînin, wê gavê biguherînin, bikin DE û RE. Min ew jî
qebûl e.
Netîce: heger hûn, wek ku min nivîsandiye bihêlin ezê
kêfxweş bibim. Lê ku hûn biguherînin jî ezê qiyametê ranekim û we nedim mahkimê.
Hema bira kêmasîya me kurdan tenê ev be!
Ez ji vir heta wir gelek silavên biratiyê ji te ra dişînim û
bimîne di xweşiyê da.
Zinarê Xamo
2001-03-12
Bide Dû Dilê Xwe, Susanna Tamaro.
XXX
1996-03-12
Wîldan Saîm Tanrikulu ji Riza Polat ra gotiye rewşa partiyê
ya aborî ne nebaş e, heger vê meselê çareser nekin îhtîmal heye partî belav
bibe.
Ez bi Mûrad Ciwan ra peyivîm, ji minra got hevalên me ji bo
kongreyê pera top dikin. Min berê jî ev yek bihîstibû. Lê hîn ji min
nexwestine.
Mûrad got pir israr dikin ji bo ku ez jî herim kongreyê, lê min ji wan ra
gotiye ez nayêm.
Di vê nabênê da ji min ra got, were dîsa di Armancê da binivîsîne. Min bersîvek
nedayê. Ezê li ser hinekî bifikirim.
Di vê jimarê da Mûrad dîsa bûye radaktor. Heta nuha Remzî Kerîm bû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar