12 mars 2022

Kurdê bûbe tirk dibê meriv qedir nedê

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu du roj berê çû Diyarbekrê, ji kurdan ra reqlama partiya xwe kir.

Hin kurd qedir û qîmetê didin Kemal Kiliçdaroglu, ji bo kurdan hêviyekê jê dikin. Meriv matmayî dimîne.

Kilaçdaroglu eslê xwe înkar dike, dibêje ez tirk im. Meriv qedir nade merivekî wiha û hêviyekê jê nake.

Tiştê Kemal Kiliçdaroglu ji kurdan ra bike ewê bibêje hûn jî wek min bibin tirk û rehet bikin.

Piraniya kurdan êdî tirkan wek dagirker, wek dijminê xwe nabînin, lema jî qedir didin Kiliçdaroglu, didin dû qûna wî, hêvîyekê jê dikin.

Tirkan kurd pir pûç kirine, kurd bûne wek leymûnek givaştî. Li tu beşê Kurdistanê kurd ji eslê xwe hewqasî dûr neketine. Tirkan em pir zêde kedî kirine.

 

XXX

Telewîzyonên Swêd ji Ûkraynayê bajarên wêranbûyî, dîmenên wahşetê, perîşanî, girî, qîrîn û hawara însanan nîşan didin. Swêdî zêde dirêj nakin, pir kin nîşan didin, lê dîsa jî kezeba meriv dişewite.

Piştî dîtina wan dîmenên wahşetê meriv nikane qala tiştekî din bike, destê meriv nagire tiştekî binivîsînî.

Heger li dunyayê edalet hebûya dibê Pûtîn û qatilên li dora wî bihatana gortin û heta mirinê di zindanê da genî bibûna…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE