11 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -60-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-11

Min dest bi ajotina erebê kir. Erebe VOLVO 86 bû, yanî nuh û top bû. Mamoste swêdî bû. Camêrekî navsale bû. Got wa ye tu hinekî zanî bajo, te berê erebe ajotiye?

Min got, min terextor, bîçer û Jîp carnan ajotiye. Lê li çolê, di nav erda da. Got ew jî baş e.
Ji nuha da çavê min nabirre ez kanibim ehlîyetê bigrim. Piştî ajotinê ew qenet bi min ra çê bû. Mesela dîqetê, baldariyê problem e.

Saet di 18.15a da jî çûm qursa rûsî.
Ez gelek karan bi hev ra dikim, lê ne baş e. Ez dikevim sitresê, wexta min a vala namîne.

XXX
1987-03-11

Ez çûm qursa soranî. Îro em çar kes bûn. Mamoste got wiha be ez dom nakim. Hêvî dikim cara bê zêde kes werin. Fêrbûna herfên erebî çavê meriv ditirsîne.

Min ji Seîd Aydogmuş ra got ez nayêm civîna roja şemiyê. 


XXX
1996-03-11

Îro danê êvarî saet di 18.30î da li zarokxaneya Rojen civîn hebû. Piştî kar çûm civînê. 

Swêdiyan ji personalên zarokxaneyê pirsa zarokên xwe dikirin, dogotin çi aktîvîteyê dikin, çi fêr dibin?
Yanî dixwestin bizanibin zarokên wan li zarokxanê çi dikin, çi fêr dibin û bi çi mijûl dibin ?

Xanimên personal jî bersîv didan pirsan, qala hin zewq û xusûsîyetên zarokên wan dikirin.
Ez carê bi xwe hesiyam ez li welêt im, hişê min li ciyekî din e. Min nizanîbû hetanî wê çaxê çi minaqaşe kiribûn û personal çi agahî dabû wan. Fena ku ez ji xenekê şiyar bibim...


XXX
1999-03-11

Ahmed Okçûoglû îro Abdulah Ocalan dît. Piştî hevdîtinê ji rojnamevanan re bi kurtî wiha got:

-Li gor cara berê siheta wî baştir bû û moralê wî jî li cî bû. Lê hîn jî di rewþeke îzolede ye, têkiliya wî bi dunyayê re tunye. Nahêlin li telewîzyonê temaþe bike, kitêb û rojnaman bixwîne. Li ser pirsa min ku derman dane te ya na, dengê xwe nekir, bersîvek neda min.

Li alî din li derve jî hin tiştên baş dibin. Îro li Berlînê bi însîyatîfa Danîela Mîttrand û çend kesên din yên bi nav û deng komîta “ji Kurdîstanê ra aştî, ji Ocalan ra azadî” hat îlankirin. Ev îsîyatîfeke pirr baş e, di rojên pêş da kane roleke mezin bilîze.

Do jî grûba Keskan ya Parlamentoya Ewrûpa li ser çareserkirina mesela Kurd konferansek çêkir. Konferans îro qediya. Kemal Bûrkay, Kendal Nezan û nûnerê ERNKê beşdarî konferansê bûn.

*Li ser navê Erkanî Herb daxuyaniyek hat dayin. Daxuyanî pirr sert bû, fena ku bersîvê bide dewletekê ya jî hin dewletan. Bi kurtayî digot Turkiye yek dewlet e, yek milet e, yek ziman e û yek al e û ewê her û her wiha bimîne. Em vê yekê bi tu kesî, tu grûban û tu dewletan ra minaqeþe nakin.
Fena ku hin dewletan( dibe ku Emerîka ya jî Yekîtiya Ewrûpa be) ji wan tiştek xwestibe, gotibe bi Kurdan ra rûnin.

Erê Abdullah bi hawakî bêbextî bi dest xistin û bi vê yekê jî moralê kurdan xera kirin. Lê li alî din him kurd nêzî hev dibin û him jî cepha li hember wan roj bi roj fire dibe.
Tiştê xuya ye ev hevîr ewê hîn gelek av bikşîne, lema jî divê Kurd bîna xwe fire bigrin û zû newestin.


XXX
2000-03-11

Li Anqerê, li hotêla Hîltonê ya jî Şeratonê hin grûbên mafîayê hevûdu gulebaran kirin, yek mir û du sê kes jî birîndar bûn. Dema di telewîzyonê da min li vê xeberê guhdarî kir, bûyer bi min pirr xerîb nehat.
Lê dema spîkerê got yê emrê gulebarankirinê daye Lokman Çetîn e, ev şexs di bûyera Sûsirlikê da jî hatibû girtin, aqilê min sekinî. Seet yanzdê şevê bû, lê min dîsa jî telefonî Yilmaz(Selîm Bakac) kir, min jê ra qala xebera min gudarî kiribû kir. Yilamz got haya min jê heye, rast e, Lokman birê Omer Çetîn e, ketiye riyên xerab.

De tu were diyarê vê trajediya han, lawê Niyazî Axa û birayê serokê partiya me, Emer Çetîn bûye çete û kurdan dikuje! Wey kevir bibare!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar