11 mars 2022

Tirk bûne dîkê herêmê !

Bi qasî ku serok û berpirsiyarên Amerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê ji Recep Tayyip Erdogan û ji tirkan ditirsin ji tu serok û dewleteke din natirsin.

Mişk çiqasî ji pisikê ditirse, serokên Yekîtiya Ewrûpayê û Natoyê jî ji Erdogan û ji tirkan wer ditirsin.

Ji bo wê jî Erdogan çi dike Amerîka, NATO û Yekîtiya Ewrûpayê wî îdare dikin, newêrin dengê xwe bikin, çav û guhên xwe ji kirinên wî ra digrin.

Tirkan Kurdistan dagir kirin, ji wan ram a.
Tirkiye, Stenbol dagir kirin, ji wan ram a.
Hatay dagir kirin, ji wan ra ma.

Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî, çend bajarên Sûriyê û nîvê başûrê Kurdistanê dagir kirin, ji wan ra ma.

Milyonek û nîv êrmenî qetil kirin, ji wan ra ma.

Bi sedhezaran yûnan sirgûnî Yûnanîstanê kirin, ji wan ram a.

Qibris dagir kirin, ji wan ra ma.

Şeş sal berê 10 bajarên Kurdan wêran kirin, bi hezaran kurd kuştin ji wan ra ma.

Piştgirî dan Daîşê, du serokên Daîşê di himêza wan da hatin kuştin, lê dîsa jî kesî newêrîbû ji Erdogan ra bigota çima hûn serokên Daîşê vedişêrin?

Bi hezaran kadir û serokên Daîşê hîn li Tirkiyê ne, NATO, Amerîka bi viya zane lê newêrin dengê xwe bikin.

Yanî di tarîxê da tirkan çi kirine tim ji wan ra maye, tu carî bedelek nedene. Lema jî aşûnî bûne, dilê wan çi bixwaze dikin.

Amerîkayê, NATOyê got ji Rûsyayê fuzeyên S-400î nekirin, Erdogan guh neda wan kirî.

Amerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê gotin Qibrisê dagir nekin, bela xwe ji Qibrisê û Yûnanîstanê vekin, ji wir vekşin, tirkan guh neda wan, bi ya xwe kirin, ji Qibrisê derneketin.

Amerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê ambargo danîn ser Îranê, Erdogan guh neda ambargoya wan û delaliya Îranê kir, ji Îranê ra tişt kirî û forot.

Amerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê ambargo danîn ser Rûsyayê, tirkan gotin em bi ya we nakin, emê tîcareta xwe ya bi Rûsyayê ra bidomînin.

Amerîka, Yekîtiya Ewrûpa, NATO bûn pisik, dengê xwe nekirin. Erdogan wek xwe kir.
Yekîtiya Ewrûpayê salê 2-3 milyar euro xûgiyê dide Tirkiyê ji bo ku koçberan neşîne Ewrûpayê, li wir xwedî bike. Lê tirk him perê xwe digrin, him jî koçberan qefle bi qefle diçîne Ewrûpayê...

Yanî Amerîkayê, NATOyê, Yekîtiya Ewrûpayê ji Erdogan çi xwestibin, Erdogan qurişekî xwe jî di daxwazên wan nedaye, dilê wî çawa xwestiye wer kiriye.

Li gel vê bêperwatiya Erdogan jî serokên ewrûpî yek bi yek diherin ber nigên Erdogan, her roj  pê ra dipeyivin, li Tirkiyê diçin civînan.

Serokwezîrî Almanyayê di 14ê mehê da ewê here Tirkiyê.

Serokê Amerîkayê Bîden îro saetek û 45 deqîqa bi Erdogan ra peyivîye.

Serokê Îsraîl do li Tirkiyê bi Erdogan ra xweş dikir û pesnê Tirkiyê dida.

Amerîka, Yekîtiya Ewrûpa li hemberî Îranê, li hemberî Esed, Pûtîn, Mîlosevîç, Lukashenko xurt in, wan ceza dikin, ambargoyê datînin ser welatên wan.

Lê heçî Erdogan e giş jê dibizin, kes newêre tiştekî pê bike. Erdogan çi bike jî kes newêre xwe jê bixeyidîne, ya jî Tirkiyê ceza bike.

Ji ber ku Erdogan bi viya zane filisekî xwe di serokên Yekîtiya Ewrûpayê nade, qet guh nade gotin û daxwazên wan. Xwedêgiravî Tirkiye endamê NATOyê ye lê bi Îranê ra, bi Rûsyayê, bi Çînê ra bêtir dost e, Erdogan qet guh nade biryarên NATOyê. Lê serokên NATOyê dîsa jî newêrin hurmeta xwe ya ji Erdogan ra kêm bikin, her roj diçin ziyareta wî û bi telefonê pê dişêwirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE