10 mars 2022

Erdogan bûye hewariyê aştiyê !

Sosireta giran, serokê Tirkiyê Erdogan bûye hewariyê aştiyê û ketiye nabêna Ûkraynayê û Rûsyayê, dixwaze wan li hev bîne.

Tirkiyê erdê kurdan û çend welatan dagir kiriye, bi hezaran esker û çeteyên Tirkiyê li Qibrisê, li Sûriyê, li Îraqê, li Kurdistana başûr û rojava henne.

Lê dîsa jî kes wek Rûsyayê li dijî Tirkiyê dernayê, ambargoyê danîne ser, dest danîne ser mal û milk û pereyên Tirkiyê û Erdogan. Gelek wezîrên ewrûpî nuha li Antalyayê ne, bi tirkan ra xweş bêş dikin.

Serokên ewrûpî yek bi yek diherin ber nigê Erdogan. Serokê Îsraîl do mîvanê Erdogan bû.
Serokê Amerîkayê Bîden rû nedida Erdogan, bersîv nedida telefonên wî, wa ye îro ew jî bi Erdogan ra 45 deqîqeyan peyivîye. 

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî di 14ê adarê da ewê here Tirkiyê.

Yanî Erdoganê ji Pûtîn gelkî xerabtir e dîsa populer bûye, bûye lîderekî muteber û ketiye nabêna Ûkraynayê û Rûsyayê û dîsa bi serokên ewrûpî ra di diyalogê da ye.
Tirk çi dikin ji wan ra dimîne. Di vî şerî da jî ewê li karê derkevin.


Tirkyê Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Sipî bi destûra NATOyê, Amerîka û Rûsyayê dagir kir.
Bi sedhezaran kurd ji malên wan derxistin bi çolan xistin, medyaya swêdî û ewrûpî zêde qala dagirkeriya Tirkiyê nekirin, fena ku hedîseyeke pir biçûk be.

Amerîka, Rûsya û Natoyê gotin mafê Tirkiye ye xwe biparêze.

Lê kurdan êrîşî Tirkiyê nekiribûn, lema jî sebebekî êrîkirinê û dagirkirina Efrînê û Serê Kaniyê tunebû. Ji ber ku Tirkiye ji wan bû û yên mezlûm jî kurd bûn îşê xwe ji Tirkê neanîn, hîştin Tirkiye kurdan ji walatê wan derxe û û terorîstên xwe di malên wan da bi cî bikin.

Yanî durûtiya NATOyê û welatên mezin pir eşkere ye, ji be ku kurd ji bo wan ne muhîm bûn dengê xwe nekirin, hîştin Tirkiye Efrînê dagir bike.

Lê di mesela Ûkraynayê da bêdeng namînin, çimkî Ûkrayna nêzî wan e, ûkraynî ji wan in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE