Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1996-03-10
Li vî welatî gelek caran ez xwe wek girtîyekî muebetê his
dikim. Çimkî ez nizanim cezayê min ewê kînga biqede. Sal bi lez derbas dibin,
lê cezayê min ne kêm kêm dibe, ne jî diqede.
Muhrurî zemanîya cezayê min 30 sal
e, yanî 14 salên din jî ez nikanim vegerim welatê xwe.
Jiyana min a li vir jiyaneke pir feqîr û pir monoton e. Barê min giran e,
aboriya min ne baş e.
Di eynî riyan ra diherim û têm, diçim eynî Galarîanê, eynî qahwexanê û aşxaneya Yilmaz.
Yanî wek di girtîgeheke mezin da bijîm. Fîgurê kêm qerdiyan in.
Carnan bîna min wer teng dibe, dibêjim hema herim teslîm bibim û ji vê jiyana
monoton, bi ezab xelas bibim çêtir e.
Lê zarokên min ên biçûk Serhat û Rojan hustuyê min xwar dikin, min mecbûrî vî
halê xerab, vê jiyana monoton dikin.
Lê li alî din cezayê li bende min jî pir giran e, muebet e, ew jî nayê
kişandin. Li ciyê rehetiyê, bela sûc, bela sebeb ev ceza ket hustuyê min û
mahkûmî vê rewşê bûm.
XXX
1999-03-10
Dozger bi erzûhalekê ji Sendîqa Abûqatan daxwaz kir li ser vê meselê bigihîjin
biryarekê û abûqatiya wî ji destan bigrin. Qulpeke wiha ji Medenî Ayhan ra jî
dîtin. îro Medenî Ayhan tewqîf kirin.
Dixwazin Ahmed jî tewqîf bikin. Li alî din jî bi vê serîlêgerandinê dixwazin
wextê qezenc bikin, ji bo ku şopa îşkencê wenda bibe. Tiştê meriv fêm dike
Abdullah liberxwe dide, teslîm nabe. Hevalên wan wer dibêjin. Hêvî dikim rast
be.
Tirkiyê do bersîva Mahkima Mafê Mirovan a li ser rewşa
Ocalan da. Tirkiye di bersîva xwe da wiha dibêje:
-Hêzên ewlwkarî yên Kenyayê li balafirxana Naîrobî bi hawakî
çavgirêdayê ew teslîmî me kirin. Di oda wî da ava sar û germ heye û ciyê wî
pirr rehet e. Li radyoyê guhdarî dike, kitêb û rojnaman her roj dixwîne.
Abûqatên wî diçin ba wî û tên û malbata wî jî bi rehetî dihere wî dibîne.
Sipîkerê piştî ku ev xeber xwend got, a ”bi vî hawî jî me
derseke baş da Ewrûpa yê, ji bo ku em çuqasî ji wan medenîtir in. Em qatilên sî
hezar însanî jî di nav lukseke wiha da didin jiyandin.”
Yanî li hember derewên wiha dibê meriv kerasê xwe biçirîne.
Heyhewar, agir bi derewên we ke ve!
Esas bi van gotinan henekên xwe bi Ewrûpayê dikin.
Ahmed Okçuoglu baş li ber xwe dide, lê pere nake. Çimkî
tirsa Tirkiyê tuneye.
2002-03-10
XXX
Ji Osman Ozçelîk ra
Merheba ji te ra hevalo!
Ev nivîsa te ya li ser Bedrettîn Dalan pir xweş bû. Xwezî
hinekan jê ra bixwenda ya jî meriv tercuma wê jê ra bişanda. Belkî hinekî pozê
wî bişewitya.
Lê wer xuya ye êdî di îsota me ruhayiyan da jî tu tesîr nemeya, pozê hin bêbavan
naşewitîne.
Min bîriya deng û sohbeta te kiriye...
Zinarê Xamo
XXX
2010-03-10
Ji Rûken Bagdu Keskîn ra
Merheba xwişka Rûken!
Gelek sipas ji bo bersîva te. Bi hevkarî û alîkariya Fatma Savcî ez
gelkî kêfxweş bûm. Dibe ku navê wê di programê da derbas bûbe lê min
nedîtibe. Lê piştî ku Fatma jî hevkara te ye wê demê pir normal e ku hûn herdu
bi hev ra şaheseran bixuliqînin.
Tu zanî ez yek ji heyranên Fatma xanimê me, helbestên wê min mest dike.
Ez ji we hrduyan ra jî serkeftinê dixwazim.
Ji kerema xwe ra silavên min bigihîne wê jî
Bimînin di kêf û xweşiyê da
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar