27 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -74-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-03-27

Me îro civîna komela Stockholmê çêkir. Me biryareke baş girt. Emê li ser gelşên zimanê kurdî semînerekê çêkin. Semîner ewê li ser gelşên sê lehçeyên kurdî, kurmancî, zazakî û soranî be. Emê bi Malmîsanij, Reşo Zîlan û Ferhad Şakelî ra bipeyivin, bira ew semînerê bidin. Ez bawer dikim ewê qebûl bikin. Bi semînerên wiha meriv hin tiştan fêr dibe. 

XXX
1997-03-27

Dr. Celadet Çelîker kitêba ji min ra îmze kiribû û şandibû ser edrese Armancê. Lê ji min ra negotin emanetekî li vir e, were bibe. Celaded ji min ra got. Min got wele nedane min û ji  min r ajî negotine.
Wê rojê ez çûm Armancê, kitêb nedîtin.
Di şeva Newrozê da Celadet got kidtêb dîtine, here bigire. Ez îro çûm Armancê min kitêb girt û ji wan ra got:
-Ma ewê kevir bibariya we telefonî min bikira, bigota were me kitêb dîtiye?
Min got ev neynika xebata we ye.
Ji wir çûm aşxana Yilmaz(Selîm Bakac). Seîd Aydogmuş li wir bû. Got Îskender Edîz û zarokên xwe ji Almanyayê hatine, îşev ewê bibe mîvanê min. Got li te jî pirsî ye.
Îskender hevalekî me yê wêranşarî ye, êzdî ye. Nabêna me pir baş e. Ezê bibînim û dawetî malê bikim.

XXX
1999-03-27

*Heyder telefon kir, got heta du sê rojan MED TVê rojê sê seetan dîsa dest bi weşanên xwe dike, destpêkê ewê tenê xeberan(nûçeyan) biweşîne.

Vê xebera Heyder gelkî kêfa min anî. Bi ya min di rojeke wiha da ji bo kurdan ev serkevtineke mezin e. Evy ek bi kêmasî ewê bîna kurdan hinekî fire bike.

*Keçeka gerîla li Stenbolê çalakiyeke întîxarê pêkanî. Lê bi tesadufî pûlisekî xwestiye wê saxî bike. Li ser vê, berî ku xwe bigihîne ba otoboza tîmên taybet bombeya li xwe pêçayî teqand, ew şehîd ket, deh kes jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de çend kesên svîl jî hene.

*Heyder Diljen

 XXX
1996-03-27

Nivîsa li ser Orhan Pamûk, Mûrad* ewê ji min ra bişanda dîsa nehatiye. Nizanim problem çi ye, çima nayê ?
Min ji Arif Zêrvan ra got tu ji min ra bişîne. Got nivîs di jimara berê ya kovara Aktuelê da bûye û ji ber ku jimareke nuh xistine înternetê ew jimar tune ye. Lê got bira Mûrad ji min ra bişîne ezê binivîsînim bidim te.
Min ji xwe ra got, dinya çiqasî rehet û biçûk bûye, komînîkasyon çiqasî hêsan bûye. Kovar li Tirkiyê derketiye, xistine înternetê, Mûrad Ciwan li Osterşundê wê dixwîne, dadixîne û dûra jî kane di nava çend sanîyan da bişîne Stockholmê. Û yê li Stockholmê jî kane wê ji kompîtora xwe derxîne û bide min. Mala camêrên ev îcad kirine ava be. Gelek caran aqilê meriv têrê nake..

*Mûrad Ciwan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar