27 mars 2022

Ya emê bibin xwedî dewlet ya jî emê bibin ereb, faris û tirk

Dibê êdî her kurd vê rastiyê fêm bike; ya emê serbixwe bibin, bibin xwedî dewlet, ya jî emê demeke din jî wiha bindest, rezîl û perîşan bijîn û dûra jî hêdî hêdî bibin ereb, faris û tirk.

Hinekên me jî ewê li dinyayê belav bibin, ewê jî bihelin, bibin miletên din. Wekî din tu rê çareya me tune ye.

Ji bo ku em bikanibjn bibin xwedî dewleteke netewî, wek miletê kurd serbixwe û azad bijîn ji me ra yekîtiyeke netewî lazim e, dibê em yekîtiya xwe çêkin, dibê em dev ji fesadiya hev, dev ji neyartiya hev berdin.

Ji bo azadî û serxwebûn amiletekî bindest, welatekî dagirkirî ev yek, yanî yekîtiya netewî ferz e, şert e, mecbûrî ye. Ev yek tunebe azadî û serxwebûn jî ne mimkûn e.

Bi siyaseta serokên me îro dimeşînin em tu havilê nakin, nagihîjin tu mexsed û mirazan. Pirêza wan li ber çava ye, em roj bi roj dihelin, asîmîle dibin, yanî dibin faris, ereb û tirk.

 

XXX

Hin partiyên me di dostî û hevkariya bi hêzên dijmin ra, bi dewletên dijmin ra pir zîrek û hoste ne, bi wan ra pir rehet hevkariyê dikin. Lê xwe bi xwe li hev nakin, tu carî nikanin gelşên nabêna xwe çareser bikin.

Li hember dijmin dibin pembo,li hemberî hev dibin kevir, hesin.

Ji xelkê ra, ji dijmin ra masîyan digrin, lê ji xwe ra nikanin req û kûsiyan jî bigrin.

 

XXX

Maşala îsal Kurdistanê bi berfê kêf kiriye, nuha jî li Diyarbekrê berf dibare.

Kî zane belkî nuha li Wêranşarê jî dibare.

Li welatê berfê, sar û sermayê Stockholmê bihar e, ne sar e, ne jî berf e. Do hewa pir xweş bû, îro jî bîstek din ewê 12-13 derece germ be. Xêra Xwedê ye.

Lê vira Swêd e, kane hetanî destpêka gulanê jî Stockholm ji berfê xelas nebe. Lê îsal bihara me xweş dest pê kir. Hêvî dikim wiha dom bike û havîna me jî xweş be.

 

2022-03-25

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE