Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-03-26
Îro çûm ”şeva piştgiriya bi gelê Afganîstanê ra”. Şev ji alî APK(Pariya
Karkerên Komunîs)va hatibû organîzekirin. Di şevê da serokê APK peyivî. Dûra
cîgirê serokê Afganîstanê peyivî. Herî kêm 400-500 kes di şevê da hebûn. Piranî
swêdî bûn. Lê xerîbên çep û komunîst jî bhebûn.
Di şevê da teşxele meşxele derneket, şev bi silametî qediya.
XXX
1988-03-26
Me îro li Stockholmê li dijî Qetlîama Helepçeyê û bikaranîna çekên kîmyayî meşeke pir mezin çê kir. Herî kêm sê hezar(3000)însan di meşê da hebûn. Telewîzyonên Swêd xebera protestoya me da. Medya Swêd zû bi zû qala kurdan û zulma li kurdan dibe nake. Lê ev çend roj in gelkî qala Qetlîama Helepçeyê dikin.
Lê li Swêd piştgiriya bi kurdan ra pir zeîf e. Meriv bi piştgiriya Wîetnamê, Afrîka Başûr ra miqayese bike ji sedî ne yekê wan e jî. Sempatiya li hemberî kurdan pir zeîf e. Heger Îsraîl ya li Filistînê qetlîamake wiha kiribûya, ya jî Amerîkayê li derekê qetlîameke hewqasî mezin kiribûya miletê swêdî nuha rabûbû ser piyan. Lê kes zêde guh nade mirina kurdan.
XXX
Mûrad Ciwan îro bi faksê nivîsek ji min ra şand ciyê karê min. Di
nivîsê da dibêje Orhan Pamûk romana xwe ya bi navê
Kara Kîtap (Kitêba
reş)ji dereke din wergerandiye, yanî dizî ye.
Nivîs pênc(5)rûpel in, lê rûpelek tenê hatibû. Min telefonî Mûrad kir, got temam nehatiye, got ezê careke din bişînim.
Min ev îdîa berê jî bihîstibû û hin nivîs li ser vê îdîayê xwendibûn.
*Rojnameya Ozgur Polîtîkayê bi Orhan Pamûk ra hevpeyvîneke dirêj kiriye. Weysî
Zeydanlioglu do ji min ra qal kir. Min rojname îro jê girt. Hevpeyvîn di 25,
26ê sibatê da hatiye weşandin.
Hevpeyvîneke pir bi qalîte ye. Ez bi Firat
Cewerî ra peyivîm, got heger tu wergerînî ezê biweşînim. Hefta pêş me ez vala
me, ezê wergerînim.
*Not: Min ji bîr kiriye tarîxê binivîsînim. Hedîse berî 1999a ye. Kane nabêna 1996-1998 be.
XXX
1999-03-26
Bûyerên dawî tesîrek mezin li min kir, bi taybetî jî qurretî
û çavsoriya Tirkiyê bi min gelkî zor tê, min gelkî diêşîne, min bêhuzûr dike.
Di her beyan û gotinên xwe de bêmustewatiyê, rezîliyê, qeşmeriyê dikin. Dema
meriv wan bi xelkê ra muqayese dike meriv dibîne rojnamevan û siyasetmedarên
tirk çuqasî cahil in, ya jî irqçî ne û ji medenîyetê dûr in.
XXX
2015-03-26
Di nivîsa xwe da min rexne li dijbertiya PKKê ya li hemberî
ala kurdî girtibû. Helîm Yûsif jî komentarek xist binê nivîsa min, got ji ber
ku al bûye sembola aliyekî, bûye ala Kurdistana Başûr, lema jî ji aleka netewî
derketiye. Min ev şêla wî rexne kir.
Lê di bersîva xwe da gotiye te ez şaş fêm kirime, ez ne li dijî ala kurdî me,
min gotiye ”PKK ne ji ber ku ew al semboleke neteweyî ye li dij derdikeve, ew
wê alê wek ala PDKê dihesibîne lema li dij in.”
Min komentara wî wer fêm nekir, lema jî ev nivîs jê ra nivîs.
”Helîm, birayê delal, ez bixwe tu maneyekê nadim xeyda te. Min ji te ra tiştekî
xerab negotiye û ne mimkûn e bibêjim jî.
Di şiroveya xwe da te gotibû ji ber ku al bi rengekî fermî bûye ala Başûr, loma
jî ji sembolkeke netewîbûnê derketiye û bûye sembola aliyekî siyasî, yanî bûye
ala PDKê.
Loma jî PKK vê alê qebûl nake. Min jî got ev ne rast e. Ji ber ku PKKê berê jî,
dema Kurdistana Federe tunebû jî ev al qebûl nedikir.
Lê hemû kurdan ev al qebûl dikir. Bi sedan helbest û stran li ser vê alê hatine
gotin.
Loma jî hinceta al bûye ya PDKê û loma jî PKK wê wek aleke netewî qebûl nake ne
rast e.
Kî bibêje jî dibê yekî wek te vê argumentê rast nebîne û qebûl neke. Min ev
gotiye.
Çimkî al nebûye ala PDKê, ala partiyekê, bûye ala Kurdistana Federe, ala miletekî
û welatekî.
Yekî wek te dibê vê rastiyê bibîne.
Lê em ferz bikin ku sebeb dijayetiyên nabêna PKKê û PDKê ye.
Ma meriv ji ber dijayetiyên siyasî dev ji sembolên netewî berdide?
Tiştekî wiha cara dibe?
Wê demê PKK sembolên netewî li gorî têkiliyan qebûl û red bike.
Ya din di nabêna PKKê û PDKê da dijminatiyeke wek te qal
kiriye jî tuneye.
Dema hewce be hevûdu dibînin, ji hev ra nameyan dişînin, li hemberî dijmin
diçin hawara hev û hwd.
Dema ez dibêjim ev dîtina ”ne rast e”, ev nayê maneya ez te tawanbar dikim.
Û dibêjim rastî tenê di tûrikê min da ye. Te sebebek nîşan dabû û minê jî ya
bigota rast e ya jî şaş e.
Min jî got rastî ne wiha ye. Di vir da tu nêteke xerab û heqaret tuneye. Ji ber
ku nivîskî ye bi meriv giran xuya dike.
Ev dîtinên xwe di sohbetekê da min ji te ra bigota te yê xwe wiha aciz nekira.
Nivîsa min careke din bixwîne, têda tu peyveke ne xwş tuneye. Te fikrê xwe
gotibû û min jî ew rast nedîn û fikrê xwe got.
Ez gelkî qedrê te digrim û loma jî ne mimkûn bixwazim te biêşînim ya jî dilê te
ji xwe bihêlim.
Diyar e dibê meriv bi hevalê xwe nekeve minaqeşeyên wiha yên nivîskî….
Gelek silavên biratiyê yên ji dil…”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar