25 mars 2022

Ez fêm nakim 15 sal çi zû derbas bûn ?

Min ji xwe ra gotibû gava di bloga min da 8 hezar(8000)nivîs temam bûn ezê tiştekî li ser binivîsînim, bi çend gotinan be jî ezê vê îstîkrara xwe ya 15 salan pîroz bikim.

Lê qey min ji bîr kir, çimkî ez her roj bala xwe nadim îstatîstîkê. Min nuha bala xwe dayê bûye 8033, yanî ji zû da ye min jimara 8 hezarî derbas kiriye.

Min got wey mala Xwedê ava be, wa ye min ev roj jî dît.

Lê ez fêm nakim min çawa kanîbûye 15 salan bênabên dom bikira, hewqas nivîs binivîsiye?


Lê reqama10 hezarî xweştir e, heger ez sax bimînim, bi xêr û xweşî hetanî 3-4 salên din ezê bigihînim reqemê bigihînim 10 hezarî.

Ji ber ku birayê min ev hefteyeke mîvanê min e, min nivîsên xwe yên rojane hinekî kêm kirine. Gava ez meşxûl bim, bala min li ser tişûtekî din be besta min li nivîsînê nayê, nikanim xwe baş konsantre bikim.


Lê li gel vê jî rojekê jî bloga xwe bênivîs nehîştiye, min her roj miheqeq nivîsek, du nivîs xistiye bloga xwe.

Wek prensîb ez naxwazim bloga min tu rojê bênivîs bimîne, her roja xwendevanan riya xwe pê xist, dibê nivîseke nuh bibînin. Nexweşî û rêwîtî ne tê da, ev 15 sal in min ev prensîbê xwe xera nekiriye, baş, xerab min bloga xwe her roj update kiriye, yanî aktuel kiriye. Ji bo wê jî heta ji min were ezê vê prensîbê xwe xera nekim, bloga xwe her roj update bikim.

Berê xelk bi çend nivîsên, bi kitêbekê meşûr dibû, lê min feqîrî di 15 salan da 8033 nivîs nivîsîne lê dîsa jî haya kesî ji min tune ye, heger hebe jî muhîm nabîne.
Lê gelek caran wiha dibe, dibê wext û zeman derbas bibe.

XXX

Maşala îsal Kurdistanê bi berfê kêf kiriye, nuha jî li Diyarbekrê berf dibare.
Kî zane belkî nuha li Wêranşarê jî dibare.
Li welatê berfê, sar û sermayê Stockholmê bihar e, ne sar e, ne jî berf e. Do hewa pir xweş bû, îro jî bîstek din ewê 12-13 derece germ be. Xêra Xwedê ye.

Lê vira Swêd e, kane hetanî destpêka gulanê jî Stockholm ji berfê xelas nebe. Lê îsal bihara me xweş dest pê kir. Hêvî dikim wiha dom bike û havîna me jî xweş be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE