25 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -72-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-24

Îro jî ji mesela Eyûb Kemal Adsiz tu xebereke nuh nehat, li gorî heval dibêjin pûlis hîn tiştek negotiye.
Pûlisên Swêd di mesela kuştina Olof Palme da rismekî nuh belav kirin. Gotin nek u ev qatil e em lê digerin, lê hin kes dibêjin me dîtiye viya Palme taqîb kiriye. Em dixwazin îfada wî bigrin. Li gorî tarîfa pûlis, yekî 35 salî ye, 190 dirêj e û zerik e.

Balafirên Amerêkayê îro êrîşî hin balafir û botên Lîbyayê kirin. Amerîkî dibêjin me du botên Lêbyayê binav kirine.
Lêbya jî dibêje me 3 balafiriên Amerîkayê xistin.
Amerîka, li nêzî tuxûbê Lîbyayê di Bahra Sipî da tatbîqatê dike. Tatbîqata Amerîkayê ewê hetanî 1ê nîsanê dom bike.
Ji zûda ye Amerîka bela xwe di Lîbyayê dide, dixwaze bi hincetekê lêxîne.

XXX
1988-03-24

Min îro xwe nexweş nivîsand nemûm kar, ji bo ku herim meşa protestoyê.
Em li dora 20 kesî berê çûn ber Parlamentoya Swêd, em bi wezîra bazirganiya derve AnîtaGradîn ra peyivîn. Mej ê xwest Swêd alîkariya kurdên başpr bike.
Dûra em çûn Xaça Sor å Radda Barnet(Komela Alîkariya Zarokan). Mej i wan jî daxwaza alîkariyê kir.
Em kurd bûne wek kesên parsek, em tim diherin ber deriyê xelkê hustuyê xwe xwar dikin û alîkariyê dixwazin.

XXX
1999-03-24

*NATOyê îşev li Yûgoslavyayê(Sirbîstanê) xist û Yûgoslavyayê jî li hember Natoyê herb îlan kir.
Ev şer ji bo me ne baş bû, ji îro û pê ve êdî hemû dunya ewê li ser vî şerî raweste.
Û bi nivê nevê mesela me ewê dakeve binê rojeva dunyayê. Heger şer ne li Ewrûpa ba bê guman Ewrûpiyên zêde li ser nesekiyana. Lê nuha şer di mala wan da ye, ewê ji her kesî bêtir bikin qare war.

Bêbav ji bo Kosova li Sirba dixin, lê hember qetlîamên Tirkiyê dengê xwe nakin.

Ev jî îspata durûtî û bêexlaqiya wan e. Ez bawer nakim Sirb zû bi zû serê xwe bitewînin daxwazên Natoyê qebûl bikin. Lema jî li gor baweriya min şer ewê dirêj bajo.

Lê di vir de şêla Rûsyayê û Çînê gelkî girîng e. Herçiqas herduyan êrîş protesto kirin jî lê têr nake, divê nîşan bidin ku cidî ne. Serokê Koma Miletan Kofî Anna jî li dij derket, got divê ev biryar ji Koma Miletan derketa.

*Xwedêgiravî îro mahkima Abdullah Ocalan bû. Lê wek hertim dîsa 100-150 faşîst û malbatên wan anîn mahikimê û bera pêxîla abûqatan dan.

Piştî çend deqîqeyan abûqat ne di derê re, lê di pacê re derxistin der û tu mahkime jî çênekirin. Mahkime li Anqerê û di xiyabê Abdullah de bû. Wer xuyaye nêta wan tuneye tu mahkiman çêkin.


XXX
2001-03-24


Ji Elî Bûran ra

Elî, birayê delal!

Gelek spas ji bo nameya te.

Te gotiye ku, te berê jî çend name ji min ra şandine lê min bersîva nedaye te. Dibê şaşiyek te hebe. Çimkî heta nuha min yek nameya te jî bê bersîv nehîştiye. Cara dawî min pirsa malbata Elî û Hemê yê Eyo Gurrî ji te kiribû û te jî besîv dabû min. Piştî wê min tu name ji te negirtine.

Ya din jî te gotiye ku tu dixwazî kovarekê derxî û di vî warî da te dîtina min pirsiye. Helbet ji bo min gelkî zahmet e ez rabim ji te ra ji vê derê bibêjim derxe ya jî dermexe. Ji ber ku ez şertên welêt baş nizanim û hin texmînên min jî kanin şaş bin. Lê belê li gel vê jî ez dikanim viya bibêjim. Berî her tiştî, armanca meriv çi ye, meriv dixwaze çi bike?
Ya din jî ji bo derxistina kovarekê li gel hebûna kadiran û îmkanên maddî, divê daxwazek, hewcedariyek yanî telebek hebe. Ez nizanim gelo, îro ji civatê(ez qala çend xortan nakim) daxwazek wiha heya ya na?

Tiştê ez ji vir dibînim rewşa welêt gelek guherîye. Wek berê bi belavokan, bi kovarên mehane siyaset nabe û bi van wasiteyan meriv êdî nikane tiştekî bi ser avê xe. Xebatên wiha heta salên nodî(1990) di cî da bûn û heta dereceyekê rolek jî dilîstin. Lê di vê dinya îro da bi tiştiên wiha biçûk meriv nikane ji gelşên îro ra bibe bersîv û bibe qeweteke maddî.

Heger meriv dixwaze bi rastî jî siyasetê bike û di nav gel da bibe hêzeke cidî divê meriv hedefên hîn mezin û hîn ciddî bide ber xwe. Mesela divê meriv rojnameyeke rojane derxe, telewîzyonekê veke.

Helbet ez dizanim, ji tiştên wiha re jî îmkanên pir mezin lazim in. Yanî xuliqandina dezgehên wiha îro derî qewata me ye.
Lê bi hawê din jî meriv nagihîje derekê, ew dem qediya.

Siyaset û wasiteyên wê divê li gor demê bin, dema ne li gor demê bin, bersîvê nedin daxwazên milet meriv tiştekî bi dest naxe.
Yanî divê meriv şertên welatê xwe û daxwazên milet baş bizanibe û li gor wê hin gavan bavêje.

Divê em baş fêm bikin ku êdî bi îmkan, tempo, kadir û wasiteyên berî nuha bi bîst salan siyaset nabe. Kesên ku ev guherandin, ev rastî nedîtin qediyan û li mala xwe rûniştin.

Gelek sinetkar û tucarên mezin ku nikanîbûn xwe întîbaqî guherandinan bikirana top avêtin û ji konfeksîyon û marketên mezin ra bûn şagirt.
Siyaset jî wek tîcaretê ye, dema meriv ne erbab be, ji heq dernekeve meriv top davêje yanî diqede û li mala xwe rûdine.

Îcar yên bêtir erbab, yên hîn hostetir derdikevin sahnê û xurt dibin. Jixwe tiştê îro bûye jî ev e, me demekê ji gelê xwe ra gelek xizmetên baş kirin.

Lê dûra şertên dinyayê û şetên welatê me hatin guhertin û wek hêz me nikanîbû xwe li gor van şertên nuh hazir û amade bikira. A ji ber vê yekê jî me îflas kir, em bûn wek nokên tu li tatekî xwe, her yek bi derekê da pengizîn.

Ez dizanim min mesele hinekî belav kir. Lê divê ez baweriya xwe jî bibêjim.

Di mesela kovarê da bêyî wan gelşên ku li jor min qal kirin, mesela profesiyoneliyê jî heye. Tu dizanî kovareke mehane be jî nîhayet jê ra hin kadirên profesyonel lazim in. Dema ev tunebin, bi soz û qewlên hin dost û hevalan xebatên ciddî naçin serî. Dibe ku meriv çend hejmaran derxe, lê dûra ew kesên ku soz dabûn ewê di wextê da nivîsên xwe neşînin, ewê belav nekin, ewê abonetiya xwe nedin ûhw.

Welhasil ewê gilî û gazin dest pê bikin û dûra jî rexne û minaqaşeyên ne xweş. Û dûra jî xeyd û dilman. Helbet li gel van probleman divê meriv hesabê êrîşên dewletê yên siyasî û ekonomîk jî bike.

Bi kurtayî divê tu hesabê xwe baş bikî. Yanî divê him kadirên te hebin û him jî perên te. Û ya herî girîng jî kovarê bi kîjan zimanî be?

Ez bi xwe wek şexs li dijî weşaneke Tirkî me. Bi baweriya min divê Kurd êdî rojname û kovarên xwe qet bi Tirkî dernexînin. Divê em hemû weşanên xwe bi Kurdî derxin û milet jî li gor vê armncê şiyar û perwerde bikin.

Çimkî bi weşanên Tirkî tenê em ji asîmîlasyonê ra xizmetê dikin. Û ji xwe dewlet jî viya dixwaze. Nêta me çi dibe bila bibe, em çiqasî tiştên radîqal dibêjin bibêjin, netcî naguhere, em gelê xwe asîmîle dikin. Ku ji nuha û pêva jî rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ewê hîn jî bi tirkî xîtabî gelê xwe bikin wê dema malkambaxiyeke mezin e, hema vê "xizmetê" nekin hîn çêtir e!

Di mesela alîkariyê da ez nuha tiştekî nabêjim. Dema min dît ezê tiştekî ji te ra bibêjim.

Min zêde serê te êşand. Bimîne di xweşiyê da.

Zinarê Xamo


XXX
2002-03-24

Ji Hasan Polat ra

Birayê delal, gelek sipas ji bo bersîva te ya sipasiyê. Nivîsa te ji alî navarok û mistewa întellektuelî va gelkî xurt e. Lê hin kêmasî û çewtiyên te yên zimên hene. Helbet ew jî bi dem û nivîsînê ra ji ortê radibin.
Mesele wek nimûne te gotiye: "Însan pir tiştan bîra xwe dike, feqet hinek tişt hene ku gerek wer rehet neyên bîrkirinê."
Ev hawê gotinê çewt e, divê te weha gotibûya: Însan pir titan ji bîr dike, feqet hin tiþt hene gerek wer rehet neyên jibîrkirin.

Bi silavên dostaniyê

Not:
Ez nizanim gelo ez te nas dikim ya na? Tu ji kîjan bajarî yî û nuha li ku dimînî?

 XXX
1999-03-25

Hemû xeber li ser şerê Nato û Sirba ye, êrîşên Tirkiyê, rewşa Abullah Ocalan ji bin da ji rojevê da ketin, ne medîa Tirkî, ne jî ya Swêd ji bin da qala Kurdan nake. Ji Tirkan ra ev şer bû wek loto ji wan ra lêxe.

Qahra Abdullah Ocalan ne bes bû, kula TVya MEDê jî xwe da ser, bêyî wê li hundur sebra min nayê, ji qahran ez li ser serê xwe digerim.

XXX
1986-03-25

Çûm ser tuxtorê dirana. Ev demeke halê min ji ber êşa dirana tune ye. Lê ewê çêkin, ezê ji êşê xelas bibim.
Min îro jî li mesela Eyûb Kemal Adsiz pirsî, lê hîn jî tu agahiyeke konkret tune ye. Mahmûd Kîper got, ”hevalê çûye hîn nehatiye.
Ew jî ji kîsê me çû, ez bawer nakim pûlis tu qatil matilan bigrin. Bêbavên ev qetil kirine û yên emir dane hoste ne, profesyonel in. Ez zêde ne hêvîdar im tu şop li pey xwe hîştibin. Lê bi baweriya min Apocî ne.
Amerîka û Lîbyayê îro bi balafir û fuzeyan êrîşî hev kirin. Lê wer xuya dike Amerîka dixwaze Qeddafî bixîne.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê George Pratt Shultz îro li Tirkiyê bû, civînek çapemeniyê çê kir. Di viya da îşek heye, Shultz belasebeb naçe Tirkiyê.
Bi qasî xuya dike Amerîka ewê bela xwe ji Qeddafî veneke…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar