24 mars 2022

Li mala hevalekî hêja û pir ezîz !

 

Îro ez, birayê min Fûad, Eyûp Surek û xanima wî em çûn serdana hevalê xwe yê ezîz Abît Gurses.

Ji zû da bû me min nêt hebû herim serdana wî, lê wer li hev nedihat. Axirê bi xêra Fûad em îro çûn, me bîstekê sohbet kir, qala rojên borî kir.

Me rewşa wî baş dît, moralê wî li cî bû. Bi dîtina me pir kêfxweş bû. 
Rûgeşî û optîmîzma wî em jî pir dilşada kirin.

Ji zû da bû me min nêt hebû herim serdana wî, lê wer li hev nedihat. Axirê bi xêra Fûad em îro çûn, me bîstekê sohbet kir, qala rojên borî kir.

Me rewşa wî baş dît, moralê wî li cî bû. Bi serdana me pir kêfxweş bû.
Hin dermanên nuh jê ra ji Amerîkayê dane anîn. Li gorî gotina wî hebên nuh baş in, tesîreke pozîtîf nîşan dane. Bi vê yekê em gelî kêfxweş bûn.

Abid hevalekî optumîst e, tirs, pesimîz di felsefeya wî da tune ye. Ev yek baş e, tesîreke pozîtîf lê dike.



Ez ji hevalê xwe yê ezîz ra şîfa xêrê dixwazim. Hêvî dikim di demek kin da baş bibe, were ser siheta xwe û em dîsa wek berê werin ba hev û demên xweş bi hev ra biborînin.
Rojeke xweş bû.

Hevalê minê ezîz kitêba xwe ”Kultureke polîtîk û paradîgmayeke nû” ji min ra îmze kir, lê ji şansê xerab ra min kitêba xwe di ereba Eyûb da ji bîr kir. Ji mecbûrî ezê Eyûb biwestînim ji bo ku bigihîne min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE