24 mars 2022

Bextewarî

Mêrik bîst sal bû zewicîbû. Nas û dostên wan, mervivên wan wer bawer dikirin ew pir bextewar in. Dilê hin cîranan dibijiya bextewariya wan.
Rojekê mêrik ji jinikê ra got:

-Xanim, sibe ji bo kerekî ezê herim seyahetê. Ezê du hefteyan bimînim. Dilê te çi dixwaze, tu dixwazî çi li min temî bikî, bibêje ezê ji te ra bikirim. Ez naxwazim tiştekî şaş, belkî tu jê hez nekî ji te ra bikirim.

Ruyê jinikê geş bû, got:

-Ma hîn ezê ji te çi bixwazim?

 

Reqlam

Li Stenbolê yek çû li texsiyekê siwar hat, edresa xwe ji şufêr ra got. Texsî bi rê ket. Mêrik bala xwe dayê cuzdanek li ser qenepeya dawî ye. Rahîşt cuzdên, dirêjî şufêr kir, jê ra got:

-Yekî cuzdanê xwe li vir xistiye.

Şufêr kenîya, got:

-Ew cuzdanê min e, vala ye. Bi xêra wî cuzdanî ez rêwiyan dibînim. Reqlameke baş e.

 

Bêhişî

Bijîşk(tuxtor)li nexwşxanê nexweşên xwe kontrol dikir, li halê wan dipirsî. Ji asîstanê xwe pirsî:

-Halê nexweşê me yê 27a çawa ye, baş bûye ya na?

Asîstan got:

-Baş bûye, lê tim pirsa xwesiya xwe dike, dixwaze wê bibîne.

Bijîşk got:

-Wey rebeno, hîn nehatiye ser hişê xwe...

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE