28 mars 2022

Sond

Mêrik çû ber ziyaretê, bi dengekî hêdî got:

-Zîyaretê, min gelek caran bi derewa bi te sond xwariye. Min efû bike !

Ziyaret hat zimên, jê ra got:

-Min jî gelek caran malik li te xera kiriye, lê haya te ji te tune, tu bi xwe nizanî.

 

Hilm

Ji yekî araqvexur pirsîn, gotin:

-Gelo tu ji çi pir hez dikî?

Mêrik hinekî fikirî, got:

-Wele çaxa ez qurta pêşî ya araqê vedixum û çaxa gulma pêşî li cixarê dixim dîsa pir kêfxweş dibim. Û roja hilma dawî ya xwesiya xwe bibihîzim wê rojê jî ez pir kêfxweş dibim.

 

Delîlê başiyê

Jinik nuh zewicî bû, ji diya xwe ra pesnê mêrê xwe dida, digot:

-Dayê, şansê min heye, mêrê min yekî pir baş e, hetanî nuha min jê çi xwestiye tavilê kiriye.

Diya keniya, wê got:

-Kêmaqilê, ev yek ne delîlê başiya mêr e, delîlê te tim tiştên erzan jê xwestiye.

 

Zayina zû

Yê xort gazinê xwe bi tuxtor dikir, got:

-Ev 7 meh in em zewicî ne, ji xanima min ra zarokek bû. Ma ev normal e?

Tuxtor got:

-Xemgîn nebe, di zaroka pêşî da carnan hedîseyên wiha dibin, lê dûra tiştekî wiha tu carî dubare nabe.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE