28 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -75-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-28

Îro gelek grûb û partiyên kurd li dijî êrîşên Amerîka yên ser Lîbyayê li Stockholmê civînek çêkirin û biryar dan bi hev ra li dijî êrîşên Amerîkayê belavokekê belav bikin.

Ev cara pêşî ye hevalên me bi herdu aliyên KÎPê ra(aliyê Vahap Serîn û Eyûb Alacabeg) beyanekê îmze dikin. Hevalên me di civînê da gotine ji nuha û pê da em bi herdu aliyan ra jî beyan û belavokan îmze dikin.

Hetanî nuha me digot ev herdu grûb navê partiya me bi kar tînin, li mîrata partiyê xwedî derdikevin, hetanî ew dev ji viya bernedin em bi wan ra tu tu platformeke siyasî da cî nagirin. Lê îro me dev ji vî şertê xwe berda. Ji zûda bû min ev tişt diparast.
Not:Navê partiya me jî PKK bû, bi tirkî dibe KÎP. Partiya me berî PKKê hebû, lê piştî ku Apociyan navê partiya xwe kirin PKK, me dûra navê partiya guhert. Hetanî me neguhertibû ji bo ku tevlihevî çênebe, ji dêlî PKKê, me navê KÎPê bi kar dianî.


XXX
1996-03-28

*Sibê zû, saet di 5.30î da ji xew rabûm, bavo çi binêrim, berfê dayê, her der sipî boz dike !
Dawiya meha adarê meriv hîn jî di bin berfê da be!
Lê li Swêd ne tiştekî anormal e, berf kane hetanî gulan jî dom bike.
Meriv hêdî hêdî fêr dibe swêdî çima hewqasî evîndarên rojê ne.

*Vêsê dema çûm kar, di otobozê da min hevpeyvîna Nûdemê bi Şêrko Bêkes ra kiriye dixwend. Şêrko Bêkes di bersîveke xwe da dibêje, rojekê pêşmergeyekî ji min ra nameyek şandibû, di nameya xwe da gotibû, ”ez dixwazim şehîd bibim ji bo ku tu şiîrekê li ser min binivîsînî.”
Gotiye, ”bi rastî jî ew pêşmerge şehît ket û min şiîrek li ser wî nivîsî”.
Elahuekber !
Hela hûn bala xwe bidin mezinhî û tesîra şiîrê !
Ez dixwazim şehîd bikevim ji bo ku tu şiîrekê li ser min binivîsînî !
Piştî xwendina van rêzan êdî min nikanîbû dom bikira. Min kovar girt. Jixwe xwendin êdî ne mimkûn bû. Ketim xem û xeyalan. Canê min germ bû, tîneke germ ji tiliyên min ên nigan berbî serê min hilkişiya.
Di wê bîstikê da min xwest rismê wî şehîdê şiîrhez di destê min da bûya û min ew şiîr jê ra 77 caran bixwenda, heta ku dil û hinavê wî yê xoşewîst mest bibûya.

XXX
1997-03-28

Min û Îskender Edîz li bajêr hevdu dît û em bi ereba wî çûn mala Seîd Aydogmuş.

Ji roja ji me veqetiya ye û virda ev cara pêşî ye ez diçim mala wî.
Ban Şakir Tûtal û Faris Medenî Marsîl jî kiribû.

Îskender got halê wî xweş e. Li Celle aşxaneyeka wî heye, îşê wî baş e.
Halê êzdiyan gişan li Almanyayê baş e.

Merivên di halê xwe da ne, xerabî ji wan sadir nabe. Zarokên wan dixwînin. Çend salên din ewê gelek kesên mezin ji wan derên.

XXX
1999-03-28

*Îro Cêzna Qurbanê ye. Lê di dêlê min da ji kêf û şahiyê eser tuneye, kovan û xemgîniyeke giran wek konekî reş girtiye ser dilê min.

*Berzan û Fehad telefon kirin. Berzan ji bavê min gazin dikir, digot her cara ez telefon dikim, gotinan ji min ra dike, lema jî ez kêm telefon dikim.

*Min vê cejnö kart-mart ji tu kesî ra neşand. Nizanim ji ber çi…Lê hema ez xwe wer westyayî û bêhêvî his dikim, tu tiştek ji dilê min nayê.


XXX
2006-03-28

Nameya Rêzan Tovjîn

Bi silavên dostaniyê merheba,
Mamosteyê delal min peyama te girt û min di heman rojê de ji te re bersiv
sand. Lê dibe ku min çewtiyek kiribe û ev peyam negihastibe te. Bibore.

Peyama te ya duyem jî di 25'ê adarê de gihastiye ser komputera min. Mixabin
ez ji Amedê bi dûr ketibûm. Ez çûbûm alîkariya dê û bavê xwe ku vedigeriyan
gundê xwe yê di sala 1992'an de hatibû sewitandin, ku girêdayî Dêrikê, mezra
Meskîna Lêf bû. Me ji wan re li ber xaniyên wan ên xerabe kon vegirt. Ji bo
bikaribin biharê û havînê tistekî bixwin jî me ji wan re çend misar mer dan
û çend sitlên tirî, bihîv, hirmî, gûz, hinar û hwd çand.

Ezê bi nivîsekê van çend rojên gund bînim zimên û hin tistên ku dixwazim bi
her kesî re parve bikim binivîsim.
Niha bimîne di xwesiyê de. Vaye me hevdu nas kir û hêvîdar im ku emê ji niha
û pê ve bi hev re di têkiliyê de bin.

Hemîse behar bi hêwe.
Rêzan Tovjîn


XXX
2006-03-25

> Rêzan merheba!
> Min sê roj berê bersîva te dabû. Min tu bersîvek ji te negirt. Ez bersîva
> xwe careke din diþînim. Dibe ku min çewtiyek kiribe.
> Heger te girt, dema tu nexwazî ne hewceyî tu tiþtekî binivîsînî, tenê
> bibêje
> min girt.
> Bi silavên dostaniyê

Zinarê Xamo

 

XXX
2006-03-29

Nameya Rêzan Tovjîn

Merheba,

Ez vegeriyam Amedê. Lê ezê dîsa herim. Dema ez diçim wir, ez li wan xerabeyan dinihêrim, li wan benên rez ên hilweşiyane û li wan dehlan ku qet dar tê de nemane dinihêrim, dilê min dibêje "li vir be û her tiştî li ser qayişa wan nû bike."

Dema destê xwe davêjim kevirekî û datînim ser kevirekî din û hêdî hêdî benda rez lêdikim, tiliya xwe dixim bin kevir û diêşînim û dema ku xwîn di bin çerm de reş dibe, dilîniyeke cuda tê min.

Lê mixabin ku ez li wir bim, ezê nikaribim abora xwe bikim. Divê ez li Amedê bim. Her wekî te got axxxx, ez jî dibêjim ax û û hezar aaaxxxxxxx.

Em bê ax in.

Xizmên min li Wêranşar hene.

Mala Çûço. Paşnavê wan Özen bû. Mahmûdê Çûço û hwd.

Heke careke din ez çûm, ezê ji te re wêneyan jî bikêşim.

silav û rêz

Rêzan Tovjîn

Nîşe:

Şeva borî Amed li ser lingan bû.
Ciwanan hemû kuçe û kolan girtibûn û polîs ketibûn qulên xwe. Leşker derketibûn derve û bûbû wekî dema darbeyê. Lê leşker jî nikaribûn ji avahiyan derketina. Ciwanan bi sedan banka û der xera kirin.
Gelek dikarin xelkê jî, bi sedema ku kepeng negirtine. Bi rastî xerakirina dikanên gel ne tiştekî baş e.
Ya din jî haya kesî jê tunebû ku belavok hatiye belavkirin û divê ew dikanên xwe bigirin.
Hema ez bêjim ji darbeyê û vir ve tiştekî wiha li Amedê nehatibû dîtin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar