29 mars 2022

Dibê meriv li gorî umrê xwe hereket bike

Meriv di seranserê jiyana xwe da carê tenê extiyar, kal û pîr dibe. Ji bo wê jî dibê meriv heqê umrê xwe(temenê xwe) bide, li gorî umrê xwe tev bigere, bipeyive.

Dibê xelk û alem bibîne meriv ne zarok e, ne yekî/yeka 16-17 salî ye. Cahilîya kal û pîran wek ya zarok û xortan xweş nayê dîtin.

Gerek xelk ji meriv ra nebêje ma qey te porê xwe li êş sipî kiriye ?

 

XXX

 Kant: Însan yekane mexlûqê dibê were perwerde kirin.

Kant:
Merivê kamil ne yê zarşîrîn e, merivê tiştê dibêje dike û tiştê kane bike dibêje.

Kant: Merivê xurt(bi qewet) kane zora merivê zeîf bibe. Lê belê dibê ji bîr neke her tim merivekî ji wî bi qewttir heye.

Merivên ji Pûtîn û Erdogan xurttir, bi qetir hene, lê dengên xwe nakin. Dema xurt dibînin yên ji wan xurttir bêdeng in bêtir diazirin, har dibin.

Jean Paul Sartre: Azadî barekî li ser milê însên e. Çimkî azadî bi xwe ra berpirsiyariyê, sûc û cezê tîne. Lê azadî dîsa jî çavkaniya esaleta însên ya sereke ye.
Jixwe ji bo wê ye em kurd jî ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya miletê xwe û welatê xwe şer dikin û bedelekî pir mezin didin.

Jean Paul Sartre: Tenê di însên da hebûn berî şexsîyetê tê. Berê însan heye, dûra dibe viya ya jî wiya, bi vî hawî, ya jî bi wî hawî şiklekî digre. Çimkî hundurê xwe, şexsîyeta xwe bi xwe dixuliqîne.

Rast e, qerekter, şexsîyet ne ji makzayî da ye, însan bi xwe çêdike.

Kafka: Du gunehên însên ên tên zanîn hene, yên din giş ji van sadir dibin: Bêsebrî û tiralî(tembelî).

Ji ber bêsebriya xwe ji Bihuştê hatin avêtin û ji ber tiraliya(tembelîya) xwe jî nikanin vegerin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE