29 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -76-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-29

Hemîd Kiliçaslan û xanim û zarokên xwe hatin mîvaniya me. Zarokan bi hev ra lîstin. Kêfa xanima û ya wî pir ji hev rat ê, kurmanciya wam, kultura wan nêzî hev, lema ji ehv hez dikin.

Dûra em giş bi hev ra çûn şeva jinan. Şev li Medborgar Husetê bû. Şevê saet di 17.30î da dest pê kir. Gelek kes hatibûn şevê. Şeva wan jî pir xweş bû. Min hewqasî hêvî nedikir.

Hevalên me li ser kuştina Eyûb Adsiz belavokek derxistine, di şevê da belav kirin. Di belavokê da tên gotin hîn nizanin qatil kî ye, pûlis tiştekî konkret negotiye.

XXX
1996-03-29

Berf îro jî newestiya, hetanî derengê şevê jî hûr hûr barî, geh vekir, geh barî. Lê bêhêz e, dike nake nikane zora biharê bibe û wek hêrameke sipî bigre ser dar û beran û erdê sipî bike.

Rexneya li ser Orhan Pamûk, Mûrad hîn jî nikanîbûye ji min ra bişîne. Lê ji Aslan Kaya ra şandiye. Arif Zêrevan ji Aslan girtiye, îro ji min ra şand.

Min nivîs xwend. Mijar, nivîskar di romaneke tarîxî da kane çiqasî ji eserên din feydeyê bigire?

Li ser vê meselê bi çend kesan ra peyivîne, fikir û raya wan pirsîne. Çend numûne jî ji kitêba dibêjin Orhan Pamûk kopî kiriye dane.
Li gorî numûneyên dane rast e, Orhan Pamûk ji kitêbê hin tişt girtine. Lê guherandiye, kirine kerasekî din.

Bi ya min êrîşên van kesan ji rexneyeke edebî û moralî bêtir hinekî siyasî û îdeolojîk e. Ji ber ku Orhan Pamûk di mesela kurdî da li gorî dilê dewletê napeyive û piştgiriyê dide hin daxwazên kurdan. Lema dixwazin wek Yaşar Kemal wî jî ”tukaka” bikin, reş bikin, çamûrê bavêjin jê da.

Çimkî li Tirkiyê êdî silava li kurdan jî kane talûke be, dawiyê li karîyera meriv bîne.

XXX
1997-03-29

Îskender Edîz, xanima xwe û zarokên wan hatin mala me. Bîstekê rûniştin, me qahwak vexwar û em bi hev ra çûn bajêr. Min kir nekir neman şîvê. 
Li bajêr min ew bîstekê gerandin. Min ew birin Burger King, me paryek nan xist ber dilê xwe, dûra çûn mala Seîd Aydigmuş.
Hewa ne xweş bû, em zêde negeriyan. Got ewê îşev vegere Almanyayê.

XXX
1999-03-29

*Telewîzyona Medê bi navê “CTV”ê îro dest bi weşaneke nuh kir. Weşana wan tenê sê seet e “ û tenê nûçeyan didin. Helbet hindik e, lê dîsa jî ji tunebûnê çêtir e.

Bêyî MED TV meriv valayiyeke mezin his dike. Xuyaye tirkan biryar girtine qet qala bûyeran nekin. Lema jî here were çavkaniya nûçeyan tenê Ozgur polîtîka ye. Ez hêvî dikim ev girtin ewê ne temamî be.

*Şemdîn Sakik ji Ecewît ra nameyek şandiye, gotiye ez ji her xizmetê ra hazir im. Di nameyê da him efûya xwe xwestiye û him jî gotiye ancax ez kanim gerîlan ji serê çiyê daxînim.

*Dogu Perînçek jî ji Ecewît ra ji hefsê nameyek şandiye û gotiye di vî şerî da xwe ji cepha NATO vekşînin, piştgiriya êrîşê nekin. Dema ev yek bibe adet sibe dikane dor were ser Tirkiyê jî. Rastên tirkan jî, çepên wan jî di mesela kurdan da wek hev difikirin, dibê kurd her tim bindest bin. Hesabê wan, siyaseta wan tim li gorî vê ye, dibê fêde negihîje kurdan.

 XXX

2000-3-29

Azadê me çû Japonya yê. Ewê him ji xwe ra hinekî bigere, dûra jî heger têkeve serî wî ewê ji xwe ra karekî bike. Meriv bi îngilîzî zanibe meriv kane here her dera dinyayê. Ji ber ku îngilîziya min tune ye em nikanin ji holikan xwe derkevin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar