29 mars 2022

Wele ji Recep Tayyip Erdogan ra helal be !

Kî çi dibêje bira bibêje, serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan mêrik merivekî zîrek û jêhatî ye, her kesî îdare dike, bi her kesî ra xweş dike. Kumê hûtik dide serê nûtik, yê nûtik dide serê hûtik û karê xwe dimeşîne.

Tirkiye him endamê NATOyê ye, him mitefikê Rûsyayê ye, ji Rûsyayê fuzeyên S-400î dikire.

Erdogan him xwe wek dostê Rûsyayê nîşan dide, him jî yê Ukraynayê û di nabêna wan da dibe kevoka aştiyê.

Mêrik him fînansor û hevalbendê Daîşê û terorîstên îslamî ye, him jî mitefikê Amerîkayê û endamê NATOyê ye, him Natoyê îdare dike, him jî Daîşê û hêzên îslamî.

Mêrik him nîvê Kurdistana başûr daigir kiriye, him jî dostekî Îraqê yê herî muhîm e.

Mêrik him mitefikê Amerîkayê ye, him jî yê Îranê, Rûsyayê û Çînê ye.

Mêrik him dost û mitefikê Îranê ye, him yê Îsraîl e, serokê Îsraîl dike mîvanê xwe.

Him dostê Siûdî ye, him jî yê Îranê ye.
Him abûqat û qehremanê filistîniyan e, him jî dost û mitefikê Îsraîl e.

Yanî kurt û kurmancî, Erdogan merivekî zîrek e, wêrek e, fêlbaz e, teqlebaz e, li ser her benî dilîze, jê ra çi baş be wiya dike û jê ra dimîne.

Piştgiriyê dide Daîşê jê ra dimîne. Serokên Daîşê yek bi yek li Tirkiyê tên kuştin jê ra dimîne.

Sûriyê, Îraqê dagir dike, bajarên kurdan wêran dike, dagir dike, bi sedhezaran malbatên terorîstan li Efrînê, li Serê Kaniyê di malên kurdan da bi cî dike jê ra dimîne.

Li hemberî Rûsyayê, Îranê tevî ambargoya Amerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê nabe, tîcareta xwe bi Rûsyayê ra, bi Îranê ra didomîne jê ra dimîne, kes nikane wî ceza bike.
Yanî çi dike jê ra dimîne.

Nuha mêrik him dostê Rûsyayê ye, him jî yê Ûkraynayê ye. Tirkiye him endamê NATOyê ye, him jî mitefikê Rûsyayê ye. Ne Amerîka, ne jî NATO nikanin tiştekî pê bikin.

Kî kane vî hukmî bike, kî kane hewqas dewletên li dijî hev îdare bike, bi gişan ra jî dost û mitefik be?

Ez bawer nakim bêyî Erdogan serokekî din kanibe di eynî wextê da li ser hewqas benî bilîze û qet nekeve…
 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE