Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn
didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî
me bira were zanîn.
XXX
1986-03-30
Îro ewê kongreyt Komîteya Partiyê çê biba, lê ji ber ku hin heval ne li vir in,
çûne Danîmarkayê kongre çê nebû.
Di civînê da em li ser kuştina Eyûb Adsiz peyivîn, tiştê tê zanîn hat
minaqaşekirin.
Em li ser kongreya Federasyonê jî peyivîn. Me biryar da em
di Federasyonê da wezîfê bigrin, aktîf bixebitin. Ez têkevim redaksîyona kovara
Berbangê, Nafî jî têkeve Komîteya Karger.
Hetanî 22ê nîsanê dibê her kes herî kêm 900 kronî bide min. Min soza 1500 kronî
dabû, lê min 1000 kron da.
XXX
1987-03-30
Di Kurdistan Pressê da li ser 40 rojiya wefata Îdrîs Barzanî min ev xebera jêr
xwend di ciyê xwe da sik û sar bûm. Xeber wiha ye:
”Nûnerê PDKê-Rêxistina Newtewî Hemreş Reşo, li ser navê rêxistina xwe û li ser
navê PPKKê, Yekîtiya Sosyalîsta Kurdistan, Partiya Gelê Kurdistan û Şoreşgerên
Kurdistanê li ser jiyan û têkoşîna Îdrîs Barzanî peyivî.
Hemreş Reşo di peyva xwe da got, ” Li gelek cihên cîhanê pêşevaniya tevgeran
piştî şikestina tevgerên xwe cardin nikanin pêşengiyê bikin.
Barzaniyan ne ji bûrsên Moskova, ne ji vîlayên USA û ne jî ji qesrên Bexdayê ra teslîm nebûn.”
Dema min xeber xwend derengê şevê bû, min tavilê telefonî Seîd Aydogmuş kir, bersîv neda. Dûra min telefonî Mûrad Ciwan kir, em peyivîn. Mûrad got min xeber xwendiye, lê min pirs nekir xeber rast e, ya ne rast e.
Vê xemsariya Mûrad bêtir ez matmayî hîştim, çimkî wî xeber rojek berê xwendibû, ya di axaftina HEmreş da şaşiyek nedîtiye, ya jî muhîm nedîtiye bipirse.
Min ji Mûrad ra got dibê meriv vê axaftina Hemreş li ser navê partiya xwe qebûl neke, tekzîb bike.
Min ev mesele ji Rojvan Yeşîl û Nîmet Aydin ra jî got, min xwest ew jî bêdengiya partiyê rexne bikin. Mumtaz got rast e, ez jî wek te difikirim..
1997-03-30
Du sal berê, di 30 Adarê da MED Tevê dest bi weşana xwe ya zindî kir. Bi bawriya min di tarîxa PKKê û di ya kurdan da jî Telewîzyona MEDê bûyereke pir mezin e. Şoreşeke. MED TVê Tirkiye şoq kir. Tirkan tiştekî wiha texmîn nedikirin. Lema jî şeqizîn, şaş man. Ji bo ku bidin girtin pir dixebitin. çimkî baş zanin telewîzyon çi tesîrê li kurdan dike. Ketiya mala her kurdî. Ne tenê di warê siyasş da kurdan şiyar dike, zimên jî bi pêş dixîne.
Apocî li gorî dilê min bi kar nayinin, bêtir ji bo PKKê û Ocalan wek platformeke siyasî bi kar tînin. Kanin bêtir bikin telewîzyoneke perwerdê û pêşxistina zimên. Bêtir giraniyê bidin prgramên zarokan. Dibê meriv kêmasiyên wan bibêje, rexne bike.
Ez du saliya MED TV bi kêfxweşiyeke mezin pîroz dikim.
Helbet sibe tarîxê hukmê xwe bide, lê bi ya min di nav kirinên PKkê da gava herî mezin, qezenca herî muhîm telewîzyona MEDê ye. Gelek sipas ji bo kesên bîra karekî wiha birin. Mala wan ava be !
XXX
1999-03-30
*Îro dîsa serî li abûqatên Abdullah Ocalan gerandin, nehîştin
wî bibînin.
Ahmed Okçuoglu jî di nav da çar abûqat çûbûn. Gotin roja îniyê emê bi birayê wî
û bi xweha wî ra dîsa hewil bidin wî bibînin.
*Wek meriv texmîn dikir şerê Yûgoslavyayê mesela me fetisand.
Lê di vê êrîşa NATO da muqayeseyek tê kirin, dibêjin heger wiha ye dibê NATO li Tirkiyê jî xe. Çimkî rewşa kurdan ji ya kosowiyan gelkî xerabtir e. Kes ji bo me li Tirkiyê naxe. Kosowî pişta wan heye, ya me tuneye.*Dewleta Tirk, bi taybetî jî Demîrel û Ecewît ji vê muqayeseyê pirr aciz dibin. Lema jî dixwazin şer rojekê berî rojekê raweste.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar