30 mars 2022

Nameya Joe Bîden ji Nêçîrvan ra şandiye bûyereke mezin e !

Serokê Amerîkayê Joe Bîden ji serokê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî ra nameyek şandiye. Sefîrê Amerîkayê yê Bexdayê Matthew Tueller name îro li Hewlêrê teslîmî Nêçîrvan Barzanî kiriye.

Ev yek xebereke xêrê ye, ji alî Amerîka gaveke mezin û pir muhîm e. Bîdem miheqeq di nameyê da mesajeke pir muhîm daye kurdan. Ev jî kane mesaja piştgiriya serxwebûna kurdan be. Ev îhtîmal êdî ne dûr e.

Bi baweriya min Amerîka hêdî hêdî hêviya xwe ji îstîkrara Îraqê dibire û dixwaze piştgiriyê bide serxwebûna kurdan.

Heger kurdên başûr yekîtiya xwe çêkin û bi yekdengî serxwebûna xwe bixwazin îhtîmal heye Amerîka piştgiriyê bide veqetandina kurdan.

Gava Amerîka piştgiriyê bide serxwebûna kurdan, gelek welatên Ewrûpayê jî ewê eynî tiştî bikin.

Jixwe wa ye ereb nahêlin nûnertiyeke PDKê jî li Bexdayê hebe, Heşdî Şabî yanî çeteyên Îranê û ereban du roj berê avahiya PDKê şewitandin û PDKê jî avahî ji bin da rûxand. Ev jî tê maneya ereb naxwzin bi kurdan ra bijîn, lema jî qebûl nakin avahiya partiyek kurd li Bexdayê hebe.

Yanî zemînê jiyana bi ereban ra nemaya, dibê kurd ji ereban veqetin û dewleta xwe ava bikin. Jixwe di referandûma 5 sal berê da miletê kurd îrada xwe ji bo serxwebûnê diyar kir, ji %93 kurdan gotin em serxwebûnê dixwazin.

Berê petrola kurdan hebû, nuha gaz jî lê zêde bûye. Ev yek ji bo Amerîka û Rojava pir muhîm e û ewê bixwazin ji petrol û gaza Kurdistanê fêdê bibînin.

Hetanî petrol û gaza kurdan di destê Îraqê da be ne Amerîka, ne jî Ewrûpa nikanin baş fêdî jê bibînin, ewê tim motajî Îranê, Tirkiyê û Îraqê bin. 

Rûsya jî mitefikê Îranê, Tirkiyê û Îraqê ye, giraniya rûsan jî ewê tim li wê herêmê hebe.

Lê heger kurd welatê xwe rizgar bikin, bibin welatekî serbixwe ji bo Amerîka û Ewrûpayê gelekî baştir e. Kudistana rojava jî dûra kane tevê bibe. 

Ev yek girêdayî yekîtiya kurda ye, heger kurd li hev bikin, wek bira dest bidin hev Amarîka û gelek welatên Ewrûpa ewê piştgiriya serxwebûna kurdan bikin, ev îhtîmal îro pir zêde ye.

Rûsya, Îran, Îraq her tim kanin petrol û gazê li hemberî Ewrûpayê wek şantaj bi kar bînin û jixwe nuha jî tînin. Lê heger kurd welatê xwe îdare bikin, xwediyên medenên welatê xwe bin ji bo Amerîka û Ewrûpayê baştir û garantîtir e, kurd nikanin wek rûsan, farisan, tirk û ereban li hemberî Amerîka û Ewrûpayê rabin. Amerîka viya dibîne.

Hêvî dikim siyasetedarên başûr û rojava di vê dema tarîxî da baqil hereket bikin û yekîtiya xwe çêkin û şîara serxwebûnê bilind bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE