30 mars 2022

Me ji vê beharatê ra digot CEHCEHK !

 


Li Wêranşarê di cejnên Remezanê û Qurbanê da û di çel rojiya miriyan da kulînçe(kulor)dihat lêxistin.

Kulînçe nanekî rûn, şîr, şekir, hêk, reşreşk û cehcehk dikevê, dibe wek helawiyê, di devê meriv da dihele.

Piştî hevîr çêdibû kulor dihatn çêkirin, ser kuloran yek bi yek dinexişandin, hêk di ruyê kuloran didan û kuncî bi ser direşandin û di legan û teyştan da dişandin firnê.

Lê belkî li hin deran di tenûrê da jî lêdixin.
Meriv kane bibêje kulînçe(kulor) pasteyeke kurdî ye.

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe da qala CEHCEHKê bikim, cehcehk çi ye, ji kîjan beharatê ra me digot CEHCEHK?

Ez li hin ferhengên dîgîtal û yên li ba min hene gerîyam navê ”reşreşkê” heye, lê navê ”cehcehkê” tune ye.

Min ji Mahmûd Lewendî pirsî wî jî bêyî ferhenga birayê xwe Mistefa, di tu ferhengeke din da navê ”cehcehkê” nedît.

Ez li navê cehcekê yê swêdî gerîyam rastî ”kummin” û ”spiskummin”ê hatim.

Bi swêdî ji bo ya heb dibêjin ”kummin”, ji bo ya hûrkirî jî dibêjin ”spiskummin”.

Swêdî kumînê dixin nan, spiskumminê jî dixin humus, şorbê, goştê berx, kezebê, nokan, tirşika fasûliya û hin tirşikên din.

Bi îngilîzî ji kummina swêdî ra dibêjin ”cumin”.
Bi tirkî dibêjin ”kimyon”.

Di hin ferhengên swêdî-kurmancî, tirkî-kurmancî da wek tirkî gotine ”kîmyon.”

Lê ez dibêjim navê ”kîmyonê” bi kurmancî CEHCEHk e. Rismê kîmyonê wek yê cehcehkê ye.

Di Googlê da min bala xwe da rismê cuminê, bi tirkî jê ra dibêjin ”kimyon”, bi ya min herdu jî CEHCEKA me ne, yanî me ji ”cumîna” îngilîzî, kummîna swêdî û kîmyona tirkî ra digot ”cehcehk”.

Lê di ferhengên kurdî da navê ”cehcehkê” tune ye, wek tirkî dibêjin ”kîmyon”.

Belkî di hin ferhengan da hebe lê ew li ba min tunebin.
Yanî baharata bi swêdî jê ra dibêjin ”kummin”, bi îngilîzî jê ra dibêjin ”cumin” û bi tirkî jê ra dibêjin ”kîmyon”, me li Wêranşarê jê ra digot CEHCEHK.

Rismê biharata di Googlê da bi tirkî jê ra dibêjin ”kîmyon, bi îngilîzî jê ra dibêjin cumin” ez dibêjim ew CEHCEHKA me ye; ez wer bawer dikim. Gelo raya we çi ye?

Gelo li herêmên din ên Kurdistanê ji ”cehcehkê” ra çi dibêjin?

Gelo wek tirkî ew jî dibêjin ”kîmyon” ya jî navekî wê yê din heye?

Di ferhengên kurmancî da tunebûna navê ”CEHCEHK”ê kêmasiyeke mezin e, dibê navê vê beharata muhîm miheqeq di ferhengên kurdî da hebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE