31 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -78-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-03-31

Vêsê min telefonî Seîd Aydogmuş kir, xebera Kurdistan Pressê, axaftina Hemreş jê pirsî. Merasim li Almanyayê bûye. Haya wî jê tunebû, got ezê ji hevalan bipirsim. Wî jî got tiştekî çewt e, Hemreş ne baş kiriye, dibê meriv bi hawakî tekzîb bike.

Nivîsên Armancê yên li ma min bûn, min rast kiribûn, min saet di 12a da teslîmî Mûrad Ciwan kirin.

Ji bo semînera li ser kurdî ez bi Malmîsanij, Reşo Zîlan û Ferhad Şakelî ra peyivîm, hersiyan jî qebûl kirin, gotin baş e, emê werin. Me li ser tarîxa 16ê gulanê li hev kir.

Li ser xebera Kurdistan Pressê ez dîsa bi Seîd Aydogmuş ra peyivîm. Got xeber rast e, Emer Tuko jî li wir bûye. Heta piştî axaftina xwe Hemreş ji Emer Tuko pirsiye, gotiye axaftina min çawa bû, tu îtîraza te heye?
Emer gotiye na, axaftina te baş bû.
Min got Seîd, Emer çawa kane axaftineke wiha qebûl bike? Hemreş bi gotina”bûrsên Moskavayê” em rexne kirine, pesnê Îdrîz daye, dimê me qebûl nekira. Çimkî em berê li ser Barzanî wiha nedifikirîn.
Lê li gorî vêsê Seîd jî dev guherandbû, got ”erê baş nebûye, wer nebûya baştir bû, dibê hevalan metnek hazir bikirana, lê nekirine. Îcar ez wek te nafikirim, ez di axaftinê da çewtiyeke mezin nabînim, bi vê axaftinê dinya xera nabe. Barzanî qehremanekî kurd e, pir normal e pesnê wî were dayin.”
Li ser vê vê, min tiştê me berê li ser Barzanî digot bi bîra wî xist, min got me Barzanî pir rexne kiriye û di vî warî da me resmî xwe neguherandiye. Wî jî got:
”Berê em di bin tesîra YNKê da bûn, lema me di heqê Barzanî da tiştên çewt parastin. Nuha em wiha nafikirin.”
Cara pêşî bû min ji devê Seîd tiştekî wiha dibihîst.
Me pir minaqaşe kir, lê me li hev nekir, wî tim ya xwe got, min jî got dibê meriv wê axaftinê rexne bike. Dûra ji min ra got:
”Yekîtiya Çep gelek tiştên ji viya xerabtir dike, ez dengê xwe nakim, qebûl dikim.”
Bi vê numûneya wî ez matmayî mam, ji min ra digot li hemberî şaşiyên Yekîtiya Çep ez dengê xwe nakim, dibê tu jî dengê xwe nekî. Lê baş xuya bû em wek hev nedifikirin û me nikanîbû hevdu îqna bikira. Me mesele qut kir. Wer xuya dike ev partî ewê careke din bi hev keve, perçe bibe.


XXX
1996-03-31

Saet 01.30î şevê ye. Di telewîzyonê da fîlmê Doktor Jîvago(Doctor Zhîvago) hebû, min lê temaşe kir. Piştî fîlm qediya ji tesîrê gêj bûm, mest bûm. Min ji kêfa cixarak vêxist û ji xwe ra got:

-Gelo rojekê kurd jî ewê kanibin romaneke wiha binivîsin û fîlmekî wiha çêbikin?

Fîlm ji romana nivîskarê rûs Borîs Pasternak hatiye girtin, fîlmekî muhteşem e.
Dibêjin roman jî wisa ye, jixwe roman ne muhteşem be ev fîlmê hewqasî dirêj çênedibû.
Ne îşê fîlm e, ji fîlm wêdetir destanek mezin e. Omer Şerîf û Julie Christie xanim jî mikemel bûn, pesin û çepik heqê wan e.

Roman li ba min heye, lê min hîn nexwendiye, ezê bixwînim. Min roman ji nav kitêban derxist, bi meraq û melûl, melûl li qapaxa wê dinêrim.

Hinek dibêjim berî meriv li fîlm temaşe bike dibê meriv roman xwendibe. Min roman nexwendiye lê min dîsa jî ji fîlm pir hez kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar