31 mars 2022

Azibê derewîn

Jinikê bi hevala xwe ra sohbet dikir, jê ra qala derewên di medyaya sosyal da tên kirin dikir, got:

-Min wê rojê di Facebookê da profîleke nuh vekir û ji mêrê xwe ra daxwaza hevaltiyê şand. Mêrik tavilê bersîv da min û got ev du sal in wî jina xwe hevdu berda ne, azib e…

 

Aliyê din

Mêrik ji hevalê xwe ra got:

-Ez qet fêm nakim, hin kes hene tim dibêjin xwezî Xwedê canê min bigirta, ez vê ji dinya rezîl xelas bibûma. Tu dibêjî belkî bîq li wî alî heye, ya jî tesîsên îsrehetê hene, ewê here tehtîlê û ji xwe ra rehet bike.

Matmayî

Mêrik li halê dinyayê, ji însanan matmayî mabû, ji hevalê xwe ra got:

-Ez bala xwe didim der û dora xwe her kes dirist e, her kes rastgo ye, her kes wefadar e, her kes bûye abîdeya rindiyê.

Min vê sibê destên xwe vegirt û dua kir, min got:

”Xwedêo tu min îsleh bikî ! Her kes milyaket e. Ez çawa ketim nava hewqas milyaketî ez nizanim."

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE