Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1996-04.01
*Heyder Otlu got Palaforma Hêzên Sosyalîst kongereya
yekîtiyê çêkiriye.
Li hev kirine giş hêzên xwe fesh bikin û bi hev ra partiyeke
sosyalîst çê bikin.
Yekîtiya wan baş e, lê bi baweriya min nikanin bi partiyeke
sosyalîst, îllegal tiştekî bi ser avê xin.
Ez wer texmîn dikim ewê gelek kes veqetiyabin, ya jî ewê dûra veqetin.
*Min dest bi wergere hevpeyvîna Mûrat Mûngan kir. Hevpeyvîneke pir xweş e, min
jê hez kir. Lema jî dixwazim bi kurmancî jî hebe.
1999-04-01
Kovara Nûdemê îro ji min ra hat. Nivîseke Mûrad Ciwan li ser
Mihemed Ûzûn tê da heye.
M.Ûzûn jî bi nivîseke dirêj bersîva wî daye. Nivîsa Mûrad nivîseke maqûl e,
gotiye di kanaleke swêdî da te kes û xebatên berî xwe înkar kiriye û bi hawakî zêde,
nerast te gelkî pesnê xwe daye. Te gotiye dema min dest bi nivîskariyê kir tu
tiştek li fêzê tunebû. Ev ne rast e.
Lê nivîsa Mihemed Ûzûn pirr xerab e, bêsewiye û tije heqaretên şexsî ye. Ji
Mûrad ra gotiye tu ne tiştek e, tu bi tiştekî nizanî û hwd.
Yanî ji dilê ku bersîvê bide pirsên Mûrad, di dereca pêkenînê da pesnê xwe
daye, xwe mezin kiriye û li alî din jî gotinên pirr giran, ne xweş Mûrad ra
gotine.
Min ji Mûrad ra telefon kir, min got dibê ew bi hawakî xweşik
bersîva wî bide. Yek, dibê wan pirsên xwe bi hawakî fakt dubare bike. Dudu, dibê
li ser sebebê vê reaksyona wî ya ne xweş çend gotinan bibêje.
Got ezê bersîvê bidimê, lê tiştên ji bo min, li ser şexsê min gotine ne hewceye
ez bersîva wan bidim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar